Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan di Newroza Îdirê de xîtabî bi hezaran kes kir û got: “Em dikevin pêvajoya Qanûnên Entegrasyona Demokratîk. Ji bo pêkanîna vê divê gavên berbiçav û pratîk bên avêtin. Ji bo vê em careke din bang li Meclîsê dikin ku bi wezifeya xwe rabe.”
Li Îdirê bi şîara “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” Newroz hat pîrozkirin. Tevî baranê jî jin û ciwan û jin bi kincên xwe yên neteweyî û rengên kesk, sor û zer herikîn qada Newrozê. Polîsan bi hinceta “qedexeyê” dest danîn ser flamayên bi rengê kesk, sor û zer ên ku jinan anîbûn qadê. Pîrozbahî bi govendê dest pê kir. Newroz bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi taybetî di şexsê Endamê Konseya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim de, dest pê kir. Di pîrozbahiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.

Li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê, Alya Akkuş Karahanli axivî. Alya Akkûş gel silav kir û diyar kir ku ew ne tenê ji bo pîrozbahiyê, lê ji bo qîrîna azadiyê û xwedîderketina li berxwedana Kawayên Hesinkar li qadan in.
Piştre Parlamenterê Îdirê yê DEM Partiyê Yilmaz Hun axivî û diyar kir ku kurdan li çar parçeyên Kurdistanê Newroz bi coşeke mezin pêşwazî kirine. Yilmaz Hun got: “Îro kurdan li dijî kesên wan tune dihesibînin, yekîtiya xwe ya neteweyî ragihandin. Em li ser rêya sêyemîn a ku birêz Abdullah Ocalan diyar kiriye dimeşin.”
‘Newroz destpêkeke nû ye’
Parlamenterê Îzmirê yê DEM Partiyê İbrahim Akin jî di axaftina xwe de Salih Muslim û Sirri Sureyya Onder bi bîr anî. Îbrahîm Akin diyar kir ku Newroz destpêka biharê ye û got: “Newroz destpêka bihareke nû û sembola serhildanê ye. Bi berxwedana Kawayê Şoreşger em aştiyê ava dikin. Bi înisiyatîfa birêz Ocalan deklerasyonek hat weşandin, em êdî dixwazin behsa aştiyê bikin.”
‘Êdî aştî ba dibe’
Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan jî derket ser dikê û axivî. Buldan silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gel kir û wiha got: “Ez ê di serdana xwe ya yekem a piştî cejnê de silavên we jî ji birêz Ocalan re bibim. Îsal baweriya bi aştiyê pêk tê û em ketin pêvajoyekê ku êdî xwîn bisekine, dayik negirîn û cenaze neçin ber tu deriyan. Bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re êdî bayê aştiyê tê. Ez spasiya banga birêz Bahçelî, xwedîderketina birêz Erdogan û îradeya mezin a birêz Ocalan dikim.”
‘Qonaxeke nû dest pê kiriye’
Pervîn Buldanê destnîşan kir ku qonaxeke nû dest pê kiriye û got: “Em dikevin pêvajoya qanûnên entegrasyona demokratîk. Ji bo vê em meclisê vedixwînin wezifeyê. Em li benda qanûnîbûna raporê ne ku piştî cejnê were Komîsyona Dadê û Meclisê. Em dikevin serdemekê ku hevalên me yên di girtîgehan de bigihêjin azadiya xwe. Wekî ku birêz Ocalan jî gotiye; ‘Jin dê bibin hêza herî girîng a motora Pêvajoya Entegrasyona Demokratîk’.”
Buldan di dawiya axaftina xwe de got ku ew ê vê pêvajoyê bi serkeftinê biqedînin.
Piştî axaftinan agirê Newrozê hat vêxistin û pîrozbahî li ber stranên Koma Aryen û gerandina govendê bi dawî bû.














