Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan serdana Leyla Guven kir.
Endama Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîla Meclisê Pervîn Buldan li Girtîgeha Jinan a Sîncanê serdana siyasetmedar Leyla Guven kir. Pervîn Buldan piştî serdanê, li hesabê xwe yê medyaya dîjîtal wêneyê xwe yê bi Leyla Guven re parve kir û got: “Min li Girtîgeha Sîncanê serdana hêja Leyla Guven kir. Silavên wê ji her kesî re hene.”













