• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Rihê yekîtiyê dê me bibe serkeftinê’

    ‘Rihê yekîtiyê dê me bibe serkeftinê’

    ‘Ereban nameya Serok danîn ser serê xwe’

    ‘Ereban nameya Serok danîn ser serê xwe’

    Fîlmê Bîra Sûrê: Ew avahî ne nasnameya Sûrê ne

    Fîlmê Bîra Sûrê: Ew avahî ne nasnameya Sûrê ne

    Bekçî bi keleşan li nav parqan digerin

    Bekçî bi keleşan li nav parqan digerin

    ROJEVA 28ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 28ê ÎLONA 2025an

    Li Silopyayê mirina jinekê ya biguman

    Li Silopyayê mirina jinekê ya biguman

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Rihê yekîtiyê dê me bibe serkeftinê’

    ‘Rihê yekîtiyê dê me bibe serkeftinê’

    ‘Ereban nameya Serok danîn ser serê xwe’

    ‘Ereban nameya Serok danîn ser serê xwe’

    Fîlmê Bîra Sûrê: Ew avahî ne nasnameya Sûrê ne

    Fîlmê Bîra Sûrê: Ew avahî ne nasnameya Sûrê ne

    Bekçî bi keleşan li nav parqan digerin

    Bekçî bi keleşan li nav parqan digerin

    ROJEVA 28ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 28ê ÎLONA 2025an

    Li Silopyayê mirina jinekê ya biguman

    Li Silopyayê mirina jinekê ya biguman

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Perwîn Yusuf: Tirkiye dixwaze Suriyeyê bike parçeyekî xwe

Mahmût Altintaş / AW

25 ÎLON 2025 - 08:51
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Enqere – Hevseroka Giştî ya PYDê Perwîn Yusuf diyar kir ku êrişên dawî ya hikumeta Şamê bi fermana komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê pêk hatiye û got: “Dewleta Tirk hikûmeta Şamê bi rêve dibe. Dixwaze wilayeteke xwe ya din ava bike.”

Piştî têkçûyina rejîma Baas û desthilatdariya HTŞê li Suriyeyê alozî didomin. Tevî ku di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û hikumeta demkî ya Şamê de di 10ê Adarê de hevpeymanek hat îmzakirin jî ji ber mudaxaleya Tirkiyeyê hikumeta Şamê li gor mutabaqatê tevnegeriya. Herî dawî ji hikumeta demkî ya Şamê bi komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê ve êrişî taxên kurdan ên Şêxmeqsûd a Helebê kir. Dan û standinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî ya Şamê jî ji ber mudaxaleyên Tirkiyeyê encam negirtin. Tirkiye jî bi hinceta Hezên Parastina Suriyeya Demokratîk (HSD) çeken xwe radestî hikumeta demkî ya Şamê bike gefan li Rêveberiya Xweser dixwe. Herî dawî jî Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler gef li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê xwar û got ‘Heke hikumeta Suriyeyê bixwazê em dikarin mudaxaleya lêşkerî bikin. Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yusuf, tekildarî rewşa Suriyeyê û gefên Tirkiyeyê û hikumeta Şamê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

Perwîn Yusuf derbarê daxuyaniya Serokê Hikumeta demkî ya Şamê Ahmed El Şara ku gotibû wan bi Îsraîlê re li ser ewlehiyê li hev kirinê de bi lêv kir ku ji raya giştî re tiştek nehatiyê parvekirin û wiha got: “Ew demeke dirêj e dan û standin di navbera hikumeta Şamê û Îsraîlê de raste rast û bi şandeya wezîrên derve çend caran li Amerîka hatin gel hev. Lê heta niha tu xalên ku dê tîfaqê û tekiliya Îsraîl û hikumeta Şamê çawa be nehatiyê ragihandin. Planên vêşartî tên kirin. Heke tîfaq li ser parastina sînorên Suriyeyê be ew ê bibe xizmeta gelên Suriyeyê. Lê dîsa dagirkeriya li ser Suriyeyê ferz bikin, dê xizmeta gelên Suriyeyê neke. Em weke Bakur û Rojhilatê Suriyeyê xwe parçeyekî Suriyeyê dibinin. Heke dîalog li gel Îsraîlê bibe helbet bandora wê erenî an jî neyînî li ser me dibe. Ji bo wê dan û standin ne xirab e. Ku rêya şer bê girtin û dîalog hebe dê baştir be. Raste Şara daxuyanî da got ‘Me li ser ewlehiyê bi Îsraîlê re li hev kiriyê. Lê tu xalên wê nehatin ragihandin. Ew jî metirsiyê çedike. Gelo ew tîfaq wê xizmeta çi bike. Çima nayê ragihandin. Ya guman û metirsiyê çêdike jî ew e. Em dixwazin tîfaq di xizmeta gelên Suriyeyê de be.”

‘Tirkiye aloziyên herêmê kûrtir dike’

Perwîn Yusuf tekildarî gefên ku Tirkiyeyê ji Rêveberiya Xweser dixwe jî destnîşan kir ku Tirkiyeyê dixwazê li herême aloziyan kûrtir bike û wiha pê dê çû: “Ji dema aloziya Suriyeyê derketiyê û vir ve dewleta Tirkiyeyê hertim dixwazê aloziyê kûrtir bike. Dixwazin rêya çareseriyê bigirin. Ji ber ku çiqas alozî li herême derkeve û derbasî herêma wan bibe ji bo wan ew qas baş e. Bi rûxandina rejime û desthilata HTŞê re gelê herême wisa hevî dikir ku şer dê edî rawestê. Lê em dibinin ku dewleta Tirk rastê rast fermanê dide hikumeta Şamê û roj bi roj gefan li herêma me dixwin. Dixwazin aramiya herême xira bikin û destkêftiyên me tune bikin. Careke din dagirkeriyê li ser vê axê bi cih bike. Tevî hevdîtin tên kirin û dan û standin hene jî dewleta Tirk dixwazê aloziyan kûrtir bike. Bi hinceta ewlehiyê rojanê êriş dikin û her roj gefan dixwin. Ya ku Şamê bi rê ve dibe jî ne hikumeta Şame yê. Dewleta Tirk e. Dixwaze wilayeteke xwe ya din ava bike.”

‘Bi fermona çeteyên giredayî Tirkiyeyê êriş kirin’

Di berdewama axaftina xwe de Perwîn Yusuf bal kişand ser êrişên li ser taxa Şêxmeqsûd û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şêx Meqsûd taxeke Helebê ye. Lê welatiyên wê gelê me yê Efrînê ne. Sed sal in li wir dijîn. Piştî aloziya li Suriyeyê gel li wir xwe bi rêxistin kirin û saziyên xwe ava kirin. Piştî ruxandina hikumeta Şamê û desthilatiya Şamê gelê Şêx Meqsûd xwe xurttir kir. Lê xwe ji Helebê jî qût nekir. Ji bo wê bi hikumeta Şamê re dîalog pêş xist. Bi qaymaqamiya Helebê re jî dan û standin kirin. Li gori peymanê dê gel bi awayekî xweser û parastina xwe bike. Lê komên giredayî Şamê û tîmên giredayî hikumeta Tirkiyeyê êrişî Şêx Meqsûd kirin. Dixwazin li ser gel metirsiyê çêbikin û ewlehiya taxê xira bikin. Ji bo wê jî israra Rêveberiya Xweser jî işar dike ku gelê Şêx Meqsûd bê parastin û destkêftiyên wê bê parastin. Li ser vê jî dan û standin jî hatin kirin û ew pirsgirêkên derketinê jî çareser kirin.”

‘Armanca êrişan valakirina herêmê ye’

Perwîn Yusuf destnîşan kir ku armanca êrişan valakirina herêmê ye û ev tişt got: “Ne tenê li Şêx Meqsûdê, li dijî gundewarên giredayî Helebê û sînorên di navbera me û HTŞê de jî hertim rastî êrişan tên. Armanca êrişan jî ew e ku derbasî herêma me bibin. Aloziyan li vir kûr bikin û bêjin ‘HSDê nikare gel biparêze. Divê em bên vî gelî biparêzin.’ Lê yên vê yekê dikin çeteyên giredayî hikumeta Tirkiyeyê ne. Fermanê ji Tirkiyeyê digirin. Jixwe li gor biryarên ku me bi Şamê re girtiye divê di navbera HSDê û hikumeta Şamê de şer nebe. Dan û standin û tekilî di navbera me de hene. Ew êriş xizmeta herdû aliyan jî nake. Ji bo wê em dibinin li dervayî biryarên Şamê êrîş pêk tên. Dixwazin aramiya herême xirabikin û herêmê hertim di nava aloziyan de bihêlin. Jixwe hedefgirtina welatiyên sivîl jî hertim bi vê armancê pêk hatine. Dixwazin di civakê de tirsê pêş bixin û herêmê vala bikin. Dixwazin çeteyên xwe li wir bi cih bikin.”

‘Heke tîfaq pêk neyê dê şer pêş bikeve’

Perwîn Yusuf diyar kir ku dan û standinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî ya Şamê de nageheje encamekê û axaftina xwe wiha domand: “Di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de di asta bilind de hevdîtin hene. Lê tenê di asta hevdîtinan de ye. Tîfaq û nêrîneke hevbeş ji bo pêşeroja Suriyeyê gelên Suriyeyê tiştek derneketiyê holê. Hevdîtin hene. Lê di asta nêrîn girtinê de ne. Ji ber ku hikumeta Şamê dixwazê hertiştê Rêveberiya Xweser teslîm bigre û heşmendiya xwe belav bike tu pêşketin çênabe. Mekazagonek derxistine lê tu îradeya gelan di wir de tune ye. Ew destur jî 5 salan derbasdar e. Piştî di 10ê Adarê de di navbera Mazlûm Abdî û hikumeta Şamê de hevpeyman hat îmza kirin, 3 roj şûnde ew destûr derxistin. Di wê destûre de ne hebûna gelê Kurd û gelên Suriyeyê ne jî çarenûsa gelan hebû. Di dîalogan de dixwazin hertiştî teslîm bigirin. Îro bi pêşengiya jinê wekhevî û hevre jiyana gelan ava bû ye. Dixwazin van destkêftiyên me tune bikin û teslîm bigirin. Ji ber wê jî ew dîalog bê encam dimînin. Hertim tîfaqan vala derdixînin. Hincetan derdixînin. Divê tîfaqek bi qebûlkirina herdû aliyan pêk bê. Rojane gefan dixwin. Zimanekî nîjadperestî û olperestî heye. Heke ew dîalog encameke tîfaqê bi xwe re neyne dê şer pêş bikeve.”

‘Ji bo vegera Efrînê diyalog didomin’

Perwîn Yusuf anî ziman ku ji bo vêgera koçberên Efrînê jî bi hikumeta Şamê re peyman hatiye îmzekirin û wiha bi dawî kir: “Hikumeta Şamê ji welatiyên Efrînê re dibêje hûn dikarin vêgerin cih û warê xwe. Lê dema gel diçe Efrînê tên revandin, girtin û kuştin. Milkê gel di destê çete û kesên biyanî de ne. Welatî pereyan didin çeteyan û derbasî malên xwe dibin. Em jî dibêjin gelê Efrînê li berxwe da. Bi salanê ji hesreta cih û warên xwe ne. Heke rojekê vegerin divê ew veger bi rûmet be. Divê di vegerê de tundî û tirs tune be. Bikarin bi zarok û malbata xwe re derbasî Efrîneke ewle bibin. Ji bo wê jî diyaloga me didome. Heta niha di diyalogan de encama em dixwazin pêk nehatiye. Dibêjin vegerin, lê dê çawa vegerin. Çareserî bi vegereke ewle û girseyî ye.”

 

 

 

Etîket: HelebHSDHTSKurdPervin YusufPYDSûrîTirkiye
FacebookTweet

Nûçeyên Din

‘Ereban nameya Serok danîn ser serê xwe’

‘Ereban nameya Serok danîn ser serê xwe’

28 ÎLON 2025
HSDê êrîşa çeteyên DIAŞ’ê li ser gundewarê Dêrazorê têk bir

HSDê êrîşa çeteyên DIAŞ’ê li ser gundewarê Dêrazorê têk bir

25 ÎLON 2025
2 hezar 541 kes ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re name şandin

2 hezar 541 kes ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re name şandin

23 ÎLON 2025
Gelê Tebqayê: Em heta dawî li ser xeta HSDê ne

Gelê Tebqayê: Em heta dawî li ser xeta HSDê ne

22 ÎLON 2025
DAIŞê ji 8ê Kanûna 2024an heta niha 153 êriş pêk anîn

DAIŞê ji 8ê Kanûna 2024an heta niha 153 êriş pêk anîn

22 ÎLON 2025
Zilar Stêrk: Divê Komîsyon ji bo azadiya Serok Apo û hebûna gelê Kurd zemînê amade bike

Zilar Stêrk: Divê Komîsyon ji bo azadiya Serok Apo û hebûna gelê Kurd zemînê amade bike

22 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (443)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne