Serokeşîr û rûspiyên bajarê Dirbêsiyê û yê Zirganê êrişên çeteyên li dijî kantona Efrîn û Şehbayê şermezar kirin û piştgirî dan koçberan û HSDê.
Serokeşîr û rûspiyên bajarê Dirbêsiyê û yê Zirganê yên kantona Cizîrê êrişên çeteyan ên li dijî kantona Efrîn û Şehbayê şermezar kirin. Serokeşîran daxuyanî dan û piştgiriya xwe anîn ziman. Rûspiyê eşîra Omera, Seid Silêman Hac Mensûr daxuyanî da. Seîd Silêman Haç Mensûr, nerazîbûna li dijî koçberkirina bi darê zorê û guhertina demografî ya ku li Heleb û Şehbayê tên kirin, anî ziman û wiha got: “Bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van sûcan nayê qebûlkirin. Em vê yekê şermezar dikin. Em bang li rêxistinan dikin ku destekê bidin koçberan.”
Haç Mensûr ji şêniyên Dirbêsiyê û Zirganê û gundewarên wan xwest ku piştgiriyê bidin Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û koçberan.