Enqere – Endamê Şaxa OHDê ya Enqereyê Dogan Şenses bi lêv kir ku pêşniyarên rapora hevpar a komîsyonê rê li pêşiya pêkanîna biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa vedike û got: “Heke pêşniyarên di raporê de bibin qanûn ev yek pêşiya azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan vedike.”
Komîsyona Meclîsê ku di çerçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de di 5ê Tebaxê de li Meclîsê hatibû avakirin piştî temamkirina rapora hevpar di 18ê Sibatê de xebatên xwe bi dawî kir. Rapora hevpar a komîsyonê dê niha şûn ve ji komîsyonên îhtîsasê yên Meclîsê re bên şandin û li wir jî weke pêşniyarqanûn wê ji Lîjneya Giştî ya Meclîsê re bên şandin. Li Lîjneya Giştî ya Meclîsê jî piştî erê kirinê dê weke qanûn bikevin meriyetê. Pêvajoya derxistinên qanûnan dê çi qas bajo ne zelal e. Raya giştî taybet jî gelê Kurd li bendeyê ku demildest qanûn bên çêkirin. Nîqaşên li ser rapora hevpar a komîsyonê jî didomin.
Partî û saziyên demokratik li bendê ne ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mafê hêviyê pêk were. Ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên zêdetirî 25 sal in di girtîgehê de ne weke nav “mafê hêviyê” di raporê de cih negirt lê di beşa sererastkirina qanûnî ya rapora hevpar de weke di çerçoveya biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê de weke “Berdana bi şert” di raporê de cih girt. Her wiha di raporê de hat destnîşankirin ku divê biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa bên bicihanîn û ji bo bicîhanîna biryaran jî mekanîzmayek bê avakirin. Endamê Şaxa Enqereyê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Dogan Şenses, rapora hevpar pêkanîna mafê hÊviyê ji bo Abdullah Ocalan nirxand.
‘Di raporê de pirsgirêka Kurd bi awayek şênber nehatiye binavkirin’
DoGan Şenses têkildarî rapora hevpar bi lêv kir ku komîsyona di serî de bi hişmendiyeke çareseriya pirsgirêka Kurd nehatiye avakirin û wiha got: “Aliyên Kurd piştî banga birêz Ocalan hemû gavên pêwîst ji bo pêvajoyê avêtin. Lê tevî vê jî komîsyonê bi nîqaşên ne li gorî pêvajoyê hat avakirin. Şikestina mezin yek jî dema Dayikên Aştiyê xwestin li Komîsyonê bi Kurdî biaxivin destûr nehat dayîn. Di wir de diyar bû ku komîsyon hê jî ne li gorî ruhê pêvajoyê ye. Lê tevî her tiştî jî avabûna komîsyonê ji bo pirsgirêka Kurd li Meclîsê bê nîqaşkirin girîng bû. Di raporê de pirsgirêka Kurd bi awayek şênber nav lê nehatiye kirin. Tenê di çerçoveya ewlehiyê de hatiye destnîşankirin. Weke ‘terorê’ hatiyê binavkirin. Ev jî kêmasiyeke mezin e.”

‘Peşniyarên me di raporê de cih negirtin’
Dogan Şenses anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd weke OHDê wan jî gelek pêşniyar ji komîsyonê re kiribûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de merhaleya pêvajoyê ku gehiştiyê weke ‘Entegrasyona Demokratîk’ bi nav kir. Ji niha şûn ve jî divê li gorî wê qanûnên Entegrasyona Demokratîk bên çêkirin. Lê ji ber ku navê pirsgirêkê rast nehatiye danîn fikarên me li ser çêkirina qanûnan hene. Weke OHDê me jî di çerçoveya çareseriya pirsgirêkê de gelek pêşniyar kiribûn. Lê pêşniyarên me di raporê de cih negirtin. Ji bo mafê hêviyê, mafên neteweyî yên gelê Kurd weke nav di raporê de cih negirtin. Helbet xalên girîng di raporê de hebûn. Bi giştî ne xirab bû û aliyên baş hebûn. Lê pênaseyeke baş nehatibû kirin. Qala pêkanîna biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê dikin. Qala şeredariyan dikin lê ew xal bêyî çêkirina qanûnan jî dikarin pêk bînin.”
‘Heke dewlet biryara DMMEyê pêk bîne birêz Ocalan jî dê azad be’
Di berdewama axaftina xwe de Dogan Şenses destnîşan kir ku li gorî pêşniyarên rapora hevpar heke biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa bi cih were dê pêşî li azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî vebibe û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan muzakerevanê sereke yê pêvajoyê ye. Heke tu bi kesekî re tu muzakere bike divê ew kes jî azad be. Heke wisa nebe jixwe ev pêvajo nikare bigihîje encamê. Ji aliyê hiqûqî ve heke biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê pêk bînin pêşî li azadiya birêz Ocalan û girtiyên siyasî jî vedibe. Tenê pêkanîna dewletê bi vê biryarê ve girêdayî ye. Heke dewlet pêk bîne jixwe birêz Abdullah Ocalan jî dê azad be. Lê ya girîng nêzikatiya dewletê ya pêvajoyê ye. Jixwe ji aliyê hiqûqî ve astengî tune ye. Tenê divê dewlet asteng neke. Dewletên ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê pejirandine divê mafê hêviyê pêk bînin. Di raporê de jî hatiye gotin dê bê pêjirandin. Ji bo wê jî pêşiya azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan bi raporê jî heke bibe qanûn vedibe.”
‘Ji bo bicihanîna mafê hêviyê têkoşîna me dê bidome’
Dogan Şenses destnîşan kir ku divê saziyên hiqûqê ji bo çêkirina qanûnan zextan li desthilatê bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di 27ê Sibatê de weke OHDê em ê li Amedê ji bo bicihanîna mafê hêviyê meşekê li dar bixin û daxuyanî bidin. Mebesta me ew e ku pêşniyarên me ji bo pêkanîna mafê hêviyê kirine bi cih werin û daxwazên xwe bînin ziman. Têkoşîna me ji bo vê yekê dê bidome. Em ê her tim jî mafê hêviyê bikin rojev. Em bang li hiqûqnasan jî dikin piştgiriyê bidin. Ji ber ku sepanên li Girava Îmraliyê bandorê li her derê dike. Ji ber vê yekê jî em bang li saziyên hiqûqê û mafên mirovan jî dikin ku ji bo dewlet van biryaran pêk bînin, di nava hewldanan de bin.”












