Senatorê Partiya Komarparêz ya Amerîkayê Lîndsey Graham pêşnûmeya bi navê “Pêşnûmeya Zagona Parastina Kurdan” pêşkêşî Senatoya Amerîkayê kir.
Senatorê Partiya Komarparêz ya Amerîkayê Lîndsey Graham pêşnûmeya bi navê “Pêşnûmeya Zagona Parastina Kurdan” pêşkêşî Senatoya Amerîkayê kir. Senator Graham ku çend roj e êrişên li ser Rojava bi bîr dixe, destnîşan kiribû ku dê pêşnûmeyek pêşkêşî Senatoyê bike û piştgiriyek xurt ji her du partiyan ankû Partiya Komarparêz û Partiya Demokrat heye.
Li gorî pergala DYAyê hikûmet neçare ku zagonên senatoyê derxistini di pêkanîna polîtîkayên xwe de li ber çavan bigire.
Her wiha Konfederasyona Dîasporaya Kurdistanî jî li ser malpera chance.com kampanyaya îmzeyê ji bo piştgiriya pêşnûmeyê da destpêkirin. Heta niha 60 hezar kesan ev kampanya îmze kiriye.












