• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
24 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Girtiyên jin di şert û mercên giran de dijîn

    Girtiyên jin di şert û mercên giran de dijîn

    Mihrîcana Xweza û Çandê ya Gimgimê bi dawî bû

    Mihrîcana Xweza û Çandê ya Gimgimê bi dawî bû

    Hevseroka DEM Partıyê: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike

    Hevseroka DEM Partıyê: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike

    Şewata li Licê derketî hate vemirandin

    Şewata li Licê derketî hate vemirandin

    Rêveberiya Xweser: Hilbijartin vîna gelên Sûriyeyê nîşan nade

    Rêveberiya Xweser: Hilbijartin vîna gelên Sûriyeyê nîşan nade

    Li gundê Angolê yê Licê şewat derket

    Li gundê Angolê yê Licê şewat derket

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Girtiyên jin di şert û mercên giran de dijîn

    Girtiyên jin di şert û mercên giran de dijîn

    Mihrîcana Xweza û Çandê ya Gimgimê bi dawî bû

    Mihrîcana Xweza û Çandê ya Gimgimê bi dawî bû

    Hevseroka DEM Partıyê: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike

    Hevseroka DEM Partıyê: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike

    Şewata li Licê derketî hate vemirandin

    Şewata li Licê derketî hate vemirandin

    Rêveberiya Xweser: Hilbijartin vîna gelên Sûriyeyê nîşan nade

    Rêveberiya Xweser: Hilbijartin vîna gelên Sûriyeyê nîşan nade

    Li gundê Angolê yê Licê şewat derket

    Li gundê Angolê yê Licê şewat derket

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Pêvajoya nû ya Sûriyeyê

Rojger Botan /AW

7 KANÛN 2024 - 09:46
Kategorî: FORUM
A A

Tişta ku tê xuyakirin armanca êrîşa HTŞê ruximandina Rejîma Esad e. Ji xwe ji daxuyaniyên DYEyê ev yek bi zelalî hat dîtin. 

Piştî hilbijartina Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) şerê li Sûriyeyê careke din rû da. Vê carê bi taktîkên nû û dîsa bi armancên nû vî şerî rû da. Rêxistina bi navê Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) di roja 27ê Mijdarê de berê xwe da Helebê û di nava du-sê rojan de Heleb ji Rejîma Esad sitand. Rejîma Esad bi tu awayî li ber xwe ne da û bi hêsanî ev der radestî HTŞê kir. Piştî ku Heleb hat bi destxistin HTŞê vê carê berê xwe da bajarê Hemayê û ev der jî ji Rejîmê sitandin. Niha jî di dorê de armanca wan Hums û Şam e.

Ji 2011an û heta niha şerê li Sûriyeyê bê navber didome. Piştî ku DAIŞ ji 2013an şûnde li Iraq û Sûriyeyê qada xwe mezin kir berê xwe dan destkeftiyên kurdan û gelê din. Herî dawî di meha tebaxa 2014de berê xwe dan Şengalê û xwest gelê êzidî di fermanek nû re derbas bike. Lê li vir bi hêza PKKê rû bi rû ma. Di meha Îlona heman salê DAIŞ’ê vê carê berê xwe da Kobanê û dîsa li vir jî bi vîna gelê kurd re rû bi rû ma şiketina xwe ya dîrokî jiya.

Piştî deh salan HTŞ jî wekî heman meşa DAIŞê ya destpêkê bera xwe da Helebê û ev der bi hêsanî bi dest xist. HTŞ ji aliyê Îngîltere û Erebîstana Sûidî ve tê fînanse kirin û ji aliyê DYE û Îsraîlê ve jî tê destekkirin. Ji xwe ku ne wisa bûya HTŞ’ê bi serê xwe ne dikarî êrîşê ewqas cih bike û Rejîma Esad qels bike.

Li aliyê din jî Artêşa Niştîmanî ya Sûriyeyê heye. Ev rêxistin jî ji aliyê Erdogan û AKP-MHPê ve tê fînansekirin. Lewre piştî ku HTŞê Heleb bi dest xist ev rêxistin bi talîmatên Erdogan û dewleta tirk êrîşê Şehba, Til Rifat, taxên Helebê yên Eşrefiyê û Şex Mexsûdê û êrîşê kurdan û HSDê kir.

Tişta ku tê xuyakirin armanca êrîşa HTŞê ruximandina Rejîma Esad e. Ji xwe ji daxuyaniyên DYEyê ev yek bi zelalî hat dîtin. Ji ber wê jî di destpêka êrîşan de HTŞ bi Arteşa Nistîmanî ya Sûrîyeyê re tevger kir. Lê ev rewş wê demkî an jî mayînde be dê di nava pêvajoyê de zelal bibe.

DYE û Israîl di şexsê Rejîma Esad de dixwaze hêza Îran û Rûsyayê di Sûriyê de qels bike. Di êrîşên Israîlê ya li dijî Hizbillah ya li Lubnanê jî armanc qels kirina Îranê bû. Niha jî dixwazin li Sûriyeyê jî vê rewşê pêk bînin. Lewre ji bo wê jî hem li Lubnan hem jî li Sûriyeyê pevajoyek nû dest pê dike.

Bi êrîşa HTŞê ya li dijî Rejîma Esad tê xuya kirin ku DYE û Israîl dixwazin li Sûriyeyê HTŞ bibe desthilat. Niha jî bingeha vê rewşê tê avakirin. Li vir jî du pirs dikevin serê mirov de. Yek: Heke HTŞ bibe desthilatdar wê tifaqa xwe Artêşa Niştîmanî ya Sûriyeyê re berdewam bike an na? Du: Wê bi kurdan ango bi HSDê re şer bike an jî wê di pêvajoyek siyasî de li hev bikin? Her du pirs jî ji bo pêşeroja Sûriyeyê û pêvajoyek nû girîng in. Lewre di daxuyaniya çapemeniyê de Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku heta niha do navbera wan û HTŞê de şer rû ne daye û banga çareseriya siyasî kir.

Di pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê de cihê Erdogan û çeteyên wî yên SMOyê nîn e, ev teqez e. Ev rewş wê di demê pêş de zelalî bê dîtin. Lewre şerê li Sûriyeyê desthilatdariya Erdogan qels kir û ji ber wê jî ewqas bi xwesteke ku destkeftiyên kurdan yên li vir tune bike. Bi xeyalên osmanî yên nû ket di nava dergûşa Sûriyeyê de. Lê ev xeyalên wî di gewriya wî de dimîne. Dê HSD gurzê Kawayê Hêsinkar li Erdogan bixe û hem wê herêmên dagirkirî ji çeteyên wî rizgar bike hem jî wê desthilatdariya faşîst a AKP-MHPê têk bibe.

 

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Girtiyên jin di şert û mercên giran de dijîn

Girtiyên jin di şert û mercên giran de dijîn

24 TEBAX 2025
Mihrîcana Xweza û Çandê ya Gimgimê bi dawî bû

Mihrîcana Xweza û Çandê ya Gimgimê bi dawî bû

24 TEBAX 2025
Hevseroka DEM Partıyê: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike

Hevseroka DEM Partıyê: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike

24 TEBAX 2025
Şewata li Licê derketî hate vemirandin

Şewata li Licê derketî hate vemirandin

24 TEBAX 2025
Rêveberiya Xweser: Hilbijartin vîna gelên Sûriyeyê nîşan nade

Rêveberiya Xweser: Hilbijartin vîna gelên Sûriyeyê nîşan nade

24 TEBAX 2025
Rejîma Îranê dixwaze sê girtiyên siyasî darve bike

Rejîma Îranê dixwaze sê girtiyên siyasî darve bike

24 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (356)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne