Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, ragihand ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê sibê ji raya giştî re bê parvekirin.
Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît beşdarî weşana zindî ya televizyona Îlke TVê bû û der barê hevdîtina dawî ya Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Abdullah Ocalan re agahî dan. Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku şandeya wan a ku çûbû Îmraliyê, dê sibê der barê naveroka hevdîtinê û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniyekê bide.
Endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol, di 27’ê Adarê de li Girtîgeha Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anîbûn.













