Serokkomarê Îranê Mesûd Pezejkiyan êrişên li ser nexweşxane, şîrketên dermanan û Enstîtuya Pasteurê wekî “sûcê li dijî mirovahiyê” pênase kir û bang li saziyên navneteweyî kir ku li dijî van êrişan dengê xwe bilind bikin.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezejkiyan, derbarê êrişên ku navendên tenduristiyê dikin hedef daxuyaniyeke da medya firmî ya Îranê. Pezeşkiyan di daxuyaniyê de bal kişand ser êrişên li dijî nexweşxaneyan, şîrketên hilberîna dermanan û Enstîtuya Pasteurê ya ku navenda lêkolînên tibî ye û diyar kir ku ev kiryar rasterast jiyana mirovan hedef digirin.
‘Ev sûcê li dijî mirovahiyê ye’
Pezeşkiyan di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku hedefgirtina saziyên tenduristiyê nayê qebûlkirin û wiha got: “Wekî bijîşkekî pispor, ez van êrişan wekî sûcekî giran ê li dijî mirovahiyê dibînim. Divê cîhan li hemberî vê hovîtiyê bêdeng nemîne.”
Banga ji bo saziyên navneteweyî
Pezeşkiyan di berdewamiya daxuyaniya xwe de bang li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), Xaça Sor, Bijîşkên Bêsînor (MSF) û hemû bijîşkên cîhanê kir ku li dijî van binpêkirinan bikevin tevgerê. Pezejkiyan xwest ku saziyên navneteweyî berpirsyariya xwe bînin cih û li dijî êrişên li ser binesaziya tenduristiyê helwesteke zelal nîşan bidin.













