• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
24 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bloomberg: Îranê gaza xwezayî ya li ser Tirkiyeyê qut kir

    Bloomberg: Îranê gaza xwezayî ya li ser Tirkiyeyê qut kir

    Ji Mazlûm Ebdî daxuyanî: Yekitiya Kurdan berpirsiyara me hemûyan e

    Ji Mazlum Ebdî ji bo Herêma Kurdistanê peyama serxweşiyê

    Gelê Agiriyê bi dilsozî Newroz pîroz kir: Kurd azadiya rêber û zimanê xwe dixwazin  

    Gelê Agiriyê bi dilsozî Newroz pîroz kir: Kurd azadiya rêber û zimanê xwe dixwazin  

    Li Silopiya Newroz bi beşdariya deh hezaran pêk hat

    Li Silopiya Newroz bi beşdariya deh hezaran pêk hat

    Newroza Colemêrgê: Bi ruhê yekitiyê dê bi agirê Newrozê bêtir geştir bibe

    Newroza Colemêrgê: Bi ruhê yekitiyê dê bi agirê Newrozê bêtir geştir bibe

    Di 24 saetan de li dijî Herema Kurdistanê 25 êriş pêk hatin

    Di 24 saetan de li dijî Herema Kurdistanê 25 êriş pêk hatin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bloomberg: Îranê gaza xwezayî ya li ser Tirkiyeyê qut kir

    Bloomberg: Îranê gaza xwezayî ya li ser Tirkiyeyê qut kir

    Ji Mazlûm Ebdî daxuyanî: Yekitiya Kurdan berpirsiyara me hemûyan e

    Ji Mazlum Ebdî ji bo Herêma Kurdistanê peyama serxweşiyê

    Gelê Agiriyê bi dilsozî Newroz pîroz kir: Kurd azadiya rêber û zimanê xwe dixwazin  

    Gelê Agiriyê bi dilsozî Newroz pîroz kir: Kurd azadiya rêber û zimanê xwe dixwazin  

    Li Silopiya Newroz bi beşdariya deh hezaran pêk hat

    Li Silopiya Newroz bi beşdariya deh hezaran pêk hat

    Newroza Colemêrgê: Bi ruhê yekitiyê dê bi agirê Newrozê bêtir geştir bibe

    Newroza Colemêrgê: Bi ruhê yekitiyê dê bi agirê Newrozê bêtir geştir bibe

    Di 24 saetan de li dijî Herema Kurdistanê 25 êriş pêk hatin

    Di 24 saetan de li dijî Herema Kurdistanê 25 êriş pêk hatin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Pîrozbahiyên li Qamişlo, Tirbespiyê û Amûdê bi daxwaza yekîtiya neteweyî dawî bû

24 ADAR 2026 - 16:12
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Li Qamişlo, Tirbespiyê û Amûde bi deh hezaran kes bi diruşmeya “Ji Rêber Apo re azadî û Newroza yekitiya demokratîk a Kurd” Newrozê pîroz kir. Di axaftinan de girîngiya yekîtiya demokratîk a gelê Kurd hate kirin û bangawaziya kombûna li dora vê armancê hate xwestin.

Şêniyên Qamişloyê û gundewarên wê bi heyecan berê xwe dan qada Newrozê ya li Stadyuma Şehîdên 12ê Adarê. Bi deh hezaran kesên li qadên gihiştin hev li ber dahol û zirneyan demek dirêj govend girêdan. Girseya sloganên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Newroz” û “Bijî Kurdastan” berz kirin, bi tîlîlî û çepikan govend gerandin. Pîrozbaniyê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê dest pê kir, bi pêxistina agirê Newrozê berdewam kir.

‘Gelê Kurd bi lehengiyê gihişt van rojan’

Di pîrozbahiyê de Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYDê Aldar Xelîl axivî. Aldar Xelîl Newroz li gel pîroz kir û wiha got: “Em bejna xwe li ber keda Rêber Apo û şehîdan ditewînin. Bi hezaran salan e ruhê Newrozê didome. Em hêvîdar in Newroz bibe wesîleya azadiya ji desthilatê. Ev bi hezaran sal e Newrozê karî xwe biparêze. Li gel ew qas hovîtiyê bi lehengên wekî Mazlûm Dogan gelê Kurd gihaşt van rojan.”

‘Divê kongreya neteweyî çê bibe’

Li ser girîngiya Newrozê jî Xelîl anî ziman ku Newroz ji bo gelê ne tenê cejnek e û wiha dewam kir: “Newroz ne tenê şahiyek e, Newroz ruhekî berxwedanê û hebûnê ye. Newroz bi saya jiyana hevbeş û yekitiyê pêk hat. Eger em bixwazin reseniya Newrozê derxin holê, Newroz fitneyê red dike. Newroz nirxên welatparêzî û biratiya gelan e. Gelekan xwest wateya Newrozê biguherînin, lê ruhê wê yê resen nayê guhertin. Heta xwedîderketineke berxwedêr hebe dê wisa geş be. Ji bo ku em xwedî lê derkevin, divê yekitî pêk bê, yekitiyeke Kurdan a demokratîk bi pêş bixin. Ji bo ku yekitî çêbe, ji bo ku di asta dirûşman de nemîne, divê kongreyeke neteweyî çêbe û hêzeke xwe ya hevpar derxe holê.”

‘Newrozê sînor derbas kirine’

Aldar Xelîl di dewama axaftina xwe de ev nirxandin kirin: “Da ku em bikarin li hemberî tevlîhevî, şer û aloziyên heyî xwe biparêzin, eger em vê pêk bînin, em ê bibin pêşengên Sûriyeyeke demokratîk. Wê êdî Kurd bibin pêşengê şoreşa demokrasiyê di Rojhilata Navîn de. Newroz li her çar parçeyên Kurdistanê tê pîrozkirin, lê ne tenê di sînorên Kurdistanê de ye. Sînor derbas kirine. Ev tê wateya ruhê berxwedanê yê pêşeng. Em ê bi saya şehîd, Rêber û berxwedana xwe bikin ruhê pêşeng ê demokrasiyê.”

Gel li ber stranên hunermendan govend geran’

Piştî axaftina Xelîl mûzîkê bi dest pê kir. Bi rêzê Koma Şehîd Hîva, hunermend Daniş Botan, Koma Botan, hunermend Newroz Efrîn, Koma Şehîd Welat, hunermend Sefqan Orkêş, Koma Şehîd Sakîne Cansiz û hunermend Raman Darî derketin ser dikê. Hunermendan bi stranên xwe gel coşandin. Girseyê li ber stranan govend gerandin û demek dirêj bi coş û peroj Newroz pîroz kir. Pîrozbahî bi slogan û tîlîliyan bi dawî bû.

Tirbêspiyê

Gelê bajarê Tirbespiyê û gundên herêmên Cereh, Aliyan û Sinceq jî li gundê Derîcîk ê Tirpespiyê kom bûn. Girseya sloganên, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Newroz”, “Bijî berxwedana YPG û YPJê” li ber dahol û zirneyê govend girêda. Pîrozbahiyê bi rêzgirtina ji bo cangoriyan dest pê kir. Qada Newrozê bi wêneyên cangoriyan, alên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Meclisa Malbatên Şehîdan û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hate xemilandin.

‘Werin em yekîtiya Neteweyî xurt bikin’

Piştî pêxistina agirê Newrozê, Endama Kordînasyona Kongreya Star Jiyan Hemo axivî û wiha got: “Newroz vejîna ruhê têkoşîna li dijî zilm û desthilatdariyê ye. Serîrakirina gelan a ji bo azadiyê îfade dike. Newroz ji bo hemû gelan cejna nûbûnê ye, sembola berxwedana Mazlûm Dogan e. Agirê Newrozê her tim gur û geş dibe. Werim em di Newrozê de yekitiya neteweyî xurt bikin. Doza Kurdî di rojeva tevahiya cîhanê de ye û divê mafên gelê Kurd werin nasîn. Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de em ê ji bo mafên gelê Kurd qanûnî di destûra Sûriyeyê de werin misoger kirin, têbikoşin.”

‘Ji bo pîrozkirina Newrozê me şehîd dan’

Piştre Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Hemîd Meîş axivî û ev tişt gotin: “Newroza îsal bi ruhê berxwedanê û fedakariya hatî kirin, tê pîroz kirin. Bi salan pîrozbahiyên Newrozê qedexe bûn û ji bo em pîroz bikin me şehîd dan. Bi têkoşîna ji bo azadiyê agirê Newrozê dê sal bi sal gurtir bibe. Di vê dema dawiyê de şervan di şer de dîl hatin girtin. Ez bang li civata navneteweyî dikim ku zextê li ser hikûmeta Sûriyeyê bikin da ku dîlên şer serbest werin berdan.” Hemîd Meîş di dawiyê de wiha got: “Bi Newroza îsal re dê yekitiya kurdî xurtir bibe û hevgirtina navbera hemû pêkhateyan bi hêztir bibe.”

Di pîrozbahiyê de peyama Partiya Yekitiya Ermenî jî hate xwendin. Piştî wê komên muzîkê û hunermed derketin ser dikê. Koma Şehîd Xebat, Koma Şehîd Rêwan, Koma Şehîd Sabrî, Koma Raman û hunermend Alan Rêbwar û hunermend Hojîn Herîs derketin ser dikê. Gel li ber stranên hunermendan govend gerandin û pîrozbahî bi awayek aram bi dawî bû.

Hesekê

Li bajarê Hesekê û gundewarên wê bi hezaran kes di saetên sibehê de berê xwe dan qada Newrozê. Qada dikeve rex bendava li rojhilatê Hesekê di seatê zûde ji hêla gel ve hate dagirtin. Qada Newrozê bi rengên kesk û sor û zer hate xemilandin. Her wiha alên PYD, YPJ, YPJ û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadê hatin daliwandin. Bi kombûna girseyê ve li ber dahol û zirneyê govend hatin girêdan, sloganên dilsoziya bi Abdullah Ocalan û cangoriyan re tînin ziman hatin berzkirin.

‘Bi ruhê Mazlûm Dogan em agir pê bixin’

Pîrozbahiyên Newrozê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê jiyana xwe ji dest dayîn, dest pê kir. Piştî rêzgirtinê agirê Newrozê hate pêxistin. Di pîrozbahiyê de Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Abdulxenî Oso axivî. Oso di destpêka axaftina xwe de Newroz li tevahiya gelê Kurd pîroz kir û wiha got: “Newroza îsal Newroza berxwedan û têkoşîna hiqûqî ye. Newroz bi Kawayê Hesinkar destpê kir heyanî doza Kurd li Sûriyeyê çareser bibe dê Rojava têkoşîna siyasî û hiqûqî bide meşandin. Bi ruhê Mazlûm Dogan em agirê Newrozê dadin. Gelê Rojava bi hemû pêkhateyên xwe li hemberî pîlansaziya qirkirinê li ber xwe didin. Di Newrozê de ez bang li tevahî gelê Rojava dikim ku em têkoşîna xwe hîn bilindtir bikin da ku Rêber APO fîzîkî azad bibe.”

Îlham Ehmed: Agirê Newrozê venamire

Her wiha Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî axaftinek kir û balkişand ser dîrok û girîngiya Newrozê. Îlham Ahmed wiha axivî: “Agirê Newrozê zêdetirî 2 hezar sal e venamirê û gur dibe. Li Rojava îsal agirê Newrozê di pîrozbahiyên Newrozê, bi ruhekî nû hat dadan. Pîrozbahiyên Newroza sala 2026an bi ruhê berxwedanê yê malbatên şehîdan, şervanan û girtiyan tê pîroz kirin.”

‘Bi saya têkoşînê em gihiştin destkeftiyên mezin’

Îlham Ehmed bi berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser doza gelê Kurd û wiha pêde çû: “Doza Kurdî êdî li ser asta navneteweyî ketiye rojevê. Em bi saya fedakariya gelê Kurd ê Rojava gihîştin deskeftiyên mezin. Gelê Kurd dê her tim têkoşîna xwe berdewam bike û gav paşve nade. Li Sûriyeyê di vê pêvajoyê de em ê ji bo garantîkirina mafên gelê Kurd di destûrê Sûriyeyê de têkoşîn bikin. Divê bê nîqaş zimanê Kurdî zimanê dayîkê fermî di destûrê Sûriyeyê de were naskirin. Her wiha koçber vegerin warê xwe û bi taybet koçberên Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Şehba vegerin. Dîlgirtiyên şer ên ku di girtîgehên hikûmetê de ne serbest werin berdan. Ji bo aramî li Sûriyeyê çêbibe divê ev dosya dîlgirtiyan zû were çareser kirin. Çi çêbibe dê dîlgirtiyên me vegerin.”

‘Kurd di makezagonê de neyên naskiri, aramî çênabe’

Îlham Ehmed ji bo aramî û çareserkirina krîza Sûriyeyê jî wiha domand: “Ji bo Sûriyeyê ji nûve were ava kirin divê nasnameya gelê Kurd were naskirin û mafên gelê Kurd ên siyasî û çandî bidin. Eger hebûna gelê Kurd di destûr de neyê naskirin aramî li Sûriyeyê çênabe. Heyanî em bighîjin hedefên xwe em ê tê bikoşin.” Ji bo parçeyên dîtir ên Kurdistanê jî Îlham Ehmed wiha got: “Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi yekitiyê dikare li hemberî hemû êrîşan li ber xwe bidin. Em tevgerkirina Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ya li hemberî girtin û darvekirine destek dikin. Li Başûr û Bakurê Kurdistanê jî gelê Kurd têdikoşin. Bi hejmareke mezin tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûn.” Îlham Ehmed bal kişand ser rolê jinan a di avakirina Sûriyeyê de jî û ev tişt gotin: “Di pêvajoya were dê jin di avakirina Sûriyeyê de xwedî rolekî mezin be. Jin dikarin birêvebibin û ji bo bighîjin mafên xwe tê bikoşin.”

Piştî axaftinê gelek kom û hunermend derketin ser dikê û stran pêşkêşî girseyê kirin. Newroz bi coş û peroja li ber stranan bi dawî bû.

Amûdê

Li bajarê Amûdê jî şêniyên bajar û gundewarên wê berê xwe daye qada Newrozê ya li gundê Çaxir Bazar. Komîteya amedakar ji bo ku gel bikare beşdarî Newrozê bibe ji gelek gundan erebe rakirin. Di bernameya Newrozê ya Amûdê de dê agirê Newrozê ji aliyê malbatên cangoriyan ve were hate pêxistin. Ji bo cangoriya rêz hate girtîn û agirê Newrozê hate pêxistin. Di axaftinên li Newrozê hatin kirin de girîngiya Newrozê, têkoşîna gelê Kurd û yekîtiya demokratîk axaftin hatin kirin. Piştre Koma Agirî, Koma Serdem, Koma Şehîd Delîla, Koma Şehîd Mizgîn, hunermend Sîpan Agirî, hunermend Hemûde û hunermend Bilind hunerên xwe pêşkêş kirin. Gel li ber stranan govend girêda.

 

Etîket: Newroza Yekîtiya DemokratîkNewrozên Rojavayê Kurdistanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Rojava gel diherike qadên Newrozê

Li Rojava gel diherike qadên Newrozê

24 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Klîba ‘Firtona Ji Agirin’ hat weşandin

    Klîba ‘Firtona Ji Agirin’ hat weşandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amed, Stenbol û Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li ser sînorê Elbakê bûyerek gumanbar: Welatiyek hat kuştin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komîteya Amadekar a Newroza Amedê: Peyamên Newrozê zelal in niha jî dora dewletê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş Edîp Taşar jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Colemêrgê: Bi ruhê yekitiyê dê bi agirê Newrozê bêtir geştir bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nextgen Kurdî li ser hişbirê forûmek li dar xist

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika girtî Kinyas Ataman, Sarya Ataman jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan êrişa li Başûr şermezar kir: Dilê me li Hewlêrê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (965)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne