• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
20 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê wê di seat 12an de li meclisê bin

    Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê wê di seat 12an de li meclisê bin

    Li goristanên Şirnexê bi sedan gorên bênav hene

    Li goristanên Şirnexê bi sedan gorên bênav hene

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2025an

    Komîsyon dê sibe li Dayikên Aştiyê guhdar bike

    Komîsyon dê sibe li Dayikên Aştiyê guhdar bike

    Dadgeha Bilind cezayê Rojbîn Çetîn erê kir

    Dadgeha Bilind cezayê Rojbîn Çetîn erê kir

    Kurtulmuş: Divê dema torosên sipî bi dawî bibe

    Kurtulmuş: Divê dema torosên sipî bi dawî bibe

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê wê di seat 12an de li meclisê bin

    Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê wê di seat 12an de li meclisê bin

    Li goristanên Şirnexê bi sedan gorên bênav hene

    Li goristanên Şirnexê bi sedan gorên bênav hene

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2025an

    Komîsyon dê sibe li Dayikên Aştiyê guhdar bike

    Komîsyon dê sibe li Dayikên Aştiyê guhdar bike

    Dadgeha Bilind cezayê Rojbîn Çetîn erê kir

    Dadgeha Bilind cezayê Rojbîn Çetîn erê kir

    Kurtulmuş: Divê dema torosên sipî bi dawî bibe

    Kurtulmuş: Divê dema torosên sipî bi dawî bibe

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Pirtûkxaneya Berhemên Jinan: Bîra jîneolojiyê û kedê

Navenda Nûçeyan /AW

30 HEZÎRAN 2025 - 14:44
Kategorî: ÇAND, JIN
A A
Gerînendatiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê bi projeya “Pirtûkxaneya Berhemên Jinan” dest bi xebateke girîng kirin.

Gerînendatiya Polîtîkayên Jinan a Meclisa Jinan a Şaredariya Peyasê ji bo berhemên jinan dest bi xebatek girîng kir. Şaredariyê pirtûkxane jinan vekir. Di vê pirtûkxaneyê de tenê pirtûkên ji hêla jinan ve hatine nivîsandin û yên derbarê dîroka jinan de ne cih digirin. Xebatkara pirtûkxaneyê Emîne Varsak Tabû anî ziman ku ew dixwazin hemû berhemên jinan li vir kom bikin.

Li ser armanc û naveroka projeyê, Emîne Varsak Tabû nirxandin kir û got: “Piştî ku qeyûmên tayînkirî zirareke mezin dabû çanda bajarê me, hewcedarî bi xebateke wiha hebû. Bi destxistina şaredariyê re me ev fikir da destpêkirin. Gerînendatiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan a Peyasê gavên berbiçav avêtin. Li ser vê bingehê, me ‘Pirtûkxaneya Berhemên Jinan’ damezrand. Xebatên pirtûkxaneyê li ser esasên jîneolojîyê dimeşin û tenê berhemên jinan an jî yên derbarê jinan de ne tê de cih digirin.”

Tabû destnîşan kir ku cihê pirtûkxaneyê li Parka 75an hatiye hilbijartin, ji ber ku ev mekan ji bo xebatên jinan guncav bû û wiha dewam kir: “Me ev cihê ku berê ji gel re girtî bû, veguherand pirtûkxaneyekê. Di vê pirtûkxaneyê de pirtûkên li ser dîrok, derûnî, berxwedan, çîrok, erdnîgarî, jîneolojî û her mijarên girêdayî jinan cih digirin.”

‘Pirtûkên mêran jî tê de hene’ 

Emîne Varsak Tabû diyar kir ku her çiqas navê pirtûkxaneyê “Pirtûkxaneya Berhemên Jinan” be jî, berhemên mêran ên derbarê jinan de hatine nivîsandin jî tê de hene û wiha lê zêde kir: “Armanca me ew e ku her berhemek derbarê jinan be, ji destê kê hatibe afirandin, di pirtûkxaneyê de cih bigire.”

‘Pirtûkxane ne tenê cihê xwendinê ye’ 

Emîne Varsak Tabû da zanîn ku pirtûkxane ne tenê cihê xwendina pirtûkan e, lê di heman demê de ji bo çalakiyan jî deriyê xwe vekiriye û ev agahî dan: “Me gelek çalakî, wekî gotûbêj, panel, semîner, atolye, rojên îmzeya nivîskaran û rojên helbestê li dar xistin. Em dixwazin ev pirtûkxane bibe bîra jîneolojîyê û navendeke çalak a jinan.”
Kêmasiya pirtûkan û eleqeyê.”

Emîne Varsak Tabû, bal kişand ser kêmasiya pirtûkên jinan û eleqeya kêm a xwendinê û got: “Hejmara pirtûkên jinan kêm e û eleqeya xwendinê jî bi heman rengî kêm e. Jin di bin bandora teknolojiyê û şertên kapîtalîzmê de bi tiştên biçûk ve mijûl dibin. Armanca me ew e ku em jinan teşwîqî xwendina pirtûkên derbarê dîrok, tenduristî û nasîna xwe bikin. Bi atolye û xebatan, em dixwazin vê hişmendiyê zindî bikin û tahrîbata salên dawî ji holê rakirin.”

‘Kampanyaya berhevkirina pirtûkan’ 

Derbarê kampanyaya berhevkirina berhemên jinan de, Emîne Varsak Tabû wiha axivî: “Berhemên jinan ên ku digihîjin pirtûkxaneyê pir kêm in. Bi taybetî em dixwazin berhemên jinên kurd û bi zimanê kurdî li vir kom bikin. Em bang li nivîskarên jin û aktivîstan dikin ku pirtûkên jinan bi me re parve bikin, da ku ev pirtûkxane bibe navendeke jîneolojîyê.”

‘Jin Jiyan Azadî mifteya azadiyê ye’ 

Herî dawî Emîne Varsak Tabû got: “Xebatên me wê bi vê ruhê berdewam bikin. Ji bo gihîştina armancên me, divê em bi yekdengî dengê xwe bilind bikin. Mifteya azadiyê di gotina ‘Jin Jiyan Azadî’ de ye.”

Etîket: Emîne Varsak TabûMeclisa JinanPeyas
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Talana qeyûm rê li ber xizmeta şaredariyê girtî ye

Talana qeyûm rê li ber xizmeta şaredariyê girtî ye

27 TÎRMEH 2025
‘Serweta herî mezin paqijî ye’

‘Serweta herî mezin paqijî ye’

7 TÎRMEH 2025
Ji bo zarokan şahiya sporê

Ji bo zarokan şahiya sporê

5 TÎRMEH 2025
Şaredariya Peyasê der barê hewldanên sixtekariyê gel hişyar kir

Şaredariya Peyasê der barê hewldanên sixtekariyê gel hişyar kir

1 TÎRMEH 2025
Nobeda ‘Şiyar Be’ didome: Divê gelê me alîkarî bide me

Nobeda ‘Şiyar Be’ didome: Divê gelê me alîkarî bide me

18 HEZÎRAN 2025
Ji bo vîna wan bê dîtin Meclîsa Jinan ava kirin

Ji bo vîna wan bê dîtin Meclîsa Jinan ava kirin

18 SIBAT 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (295)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • Derbarê Me De
  • Hemû Nûçe
  • Home 1

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne