Şêniyên Minbicê ku ji destê Tirkiyeyê bêzar bûne, destnîşan dikin ku piştî Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê ketin Minbicê, aramiya bajêr xera bû û bajar têk diçe. Welatî diyar dikin ku êdî xizmet nayê kirin, girtin, kuştin û revandina mirovan zêde bûye.
Bajarê Minbicê 30 kîlometre dûrî Çemê Firatê ye. Berê girêdayî axa Helebê bû. Di serdema Împaratoriya Osmanî de girêdayî bajarê Helebê bû. Demek şûnde Çerkes û Tirkmen anîn li vê axê bi cih kirin. Li gorî Buroya Îstatîstîkên Navendî ya Sûriyê di sala 2004an de nifûsa wê 100 hezar mirov bûn. Li nava bajarê Minbicê Kurd, Ereb, Çerkes û Çeçen di nava hev de dijiyan. Li ser baweriya Nakşbandiyan tev digeriyan. Piştî Şoreşa Rojava ya sala 2012an Minbic ket destê OSO, Piştî demekê DAIŞê di sala 2014an de Minbic dagir kir. Herî dawî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di sala 2016an de Minbic ji destê DAIŞê rizgar kir. Artêşa Sûriyeya Ereb jî bi operasyona Tirkiyeyê ya li Bakurê Sûriyeyê herêma tampon ava kir û li dora Minbicê bi cih bû.
Piştî HŞT ket herêmê û di 8ê Kanûna 2024an de Rejîma Şamê hilweşand, di 9ê Kanûna 2024an de Artêşa Mîllî ya Sûriyê (SMO) ket minbicê. Nêzî 10 meh in Minbic ketiye destê komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê. Piştî Tirkiye û komên girêdayî wê ketin Minbicê aramiya şêniyan xera bû. Kuştina mirovan, binpêkirina mafên mirovan zêdetir bû. Komên paramîlîter welatiyan direvînin û dikujin.
Şêniyên ku li Minbicê û gundên wê dijîn, ji ber ketina Tirkiyeyê ya axa Minbicê bi gilî û gazinc in. Şênî destnîşan dikin ku jiyana li bajarê Minbic û gundên wê li ber têkçûyînê ye. Şênî destnîşan dikin ku komên paralîmîter ên girêdayî Tirkiyeyê welatiyan direvînin, îşkence dikin û wan dikujin. Şênî diyar dikin ku revandin, kuştin û tundiya li dijî welatiyan li herêma ku Tirkiye dagir kiriye pêk tê û ev yek bandorek pir neyînî li jiyana welatiyan dike. Şêniyên ku bêzar bûne tînin ziman ku xizmeta ji bo bajêr bi temamî sekiniye û karê aborî, pîşeyî û çandiniyê heta rêdeyek mezin têk çûye.
Mal û milkê welatiyan talan dikin
Welatiyên ku her roj di bin tundî û tirsa binçavkirin, revandin û kuştinê de dijîn, çavdêrî û serpêhatiyên xwe bi Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re parve kirin.
Li Minbicê ya ku ji 8ê Kanûna 2024an ve di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ye, komên paramîlîter binpêkirina mafan zêde bûye. Di 25ê cotmeha 2025an de komên El Hemzat û El Emşat ên girêdayî dewleta Tirk li garaca Şaredariya Minbicê; 2 wesayîtên H1, 3 tanker (Mitsubishi, Futon û Mercedes), Porter, Kia ya 2007, 2 kamyonên barhilgir ên Inter, kamyonek nûjen, agirkujiyê, kamyonek barhilgir a 15 metreyî, kamyonek barhilgir a 40 metreyî û Bobcat bûn) talan kirin.
Baragehan ava dikin
Navenda Ragihandinê ya HSDê 7 meh berê der barê avakirina baragehan de ev agahî parve kiribûn: “Tevî hewldanên navneteweyî yên agirbestê li tevahiya Sûriyeyê jî dîsa dewleta Tirk êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kirine. Artêşa Tirk bi şev û bi awayekî veşartî maşîne û pêdiviyên leşkerî tîne herêmên başûr û rojhilatê bajarê Minbicê û derdora Kobanê da ku baregehên nû li Girê Qereqozaqê, aliyê rojava yê çemê Firatê û gundê Hesen Axa yê li başûrê rojhilatê bajarê Minbic ava bikin. Tevî ku zêdetirî 200 baregeh û nuqteyên leşkerî yên artêşa Tirk hene ku tê de bi deh hezaran leşker, alavên îstîxbaratî, radarên nûjen û tankên pêşketî û kamereyên çavdêriyê lê hene, lê dewleta tirk di avakirina baregehên nû yên dagirkeriyê de rêbazên veşartî bi kar tîne û alên Tirk li ser wan baregehan bilind nake.
Dizî pêş ket
Şêniyên ku her roj bi tundiya komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê re rû bi rû dimînin, bibîr dixin ku komên çekdar têlên eleketrîkê dizin, trans û stasyonên elektrîkê talan dikin. Welatî ji ber pêşxistina terora komên paramîlîter xwe ewle nabînin û tînin ziman ku piştî komên çeteyan ên girêdayî Tirkiyeyê ketin Minbicê li gund û navenda bajêr eleketrîk hema bêje tune ye.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih ji bajarê Minbicê dane; di 13ê îlona 2025an dekomên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê kevirên Goristanên Şehîdên dizîn. Komên paramîlîter tevahî alavên nexweşxaneyê dizîn. Ambulans, erebe, alavên tenduristiyê û jenetorên nexweşxaneyê dizîn. Karkerên nexweşxaneyê jî kuştin. Dîsa alavên Nexweşxaneya El Rabte dizîn. Alavên Nexweşxaneya El Metahin bi temamî dizîn û talan kirin. 15 embulans dizînin. Li gorî zanyariyan derdora 6 hezar ton genim ji Minbicê birin bajaroka El Raî firotin.
Stasyoyên avê xera dikin
Piştî dewleta Tirk destê xwe danî ser stasyonên sereke yên avê, ava Minbicê bi temamî hat rawestandin. Komên paramilîter dest danîn ser Jenetorên stasyonên avê. Welatî û tevahiya bajarê Minbicê di demsala havînê de bê av hiştin.
Dibistanan talan dikin
Komên paramîlîter li aliyekî alav û amûrên nexweşxaneyan didizin, li aliyê din alav û amûrên dibistanan talan û wêran dikin. Komên paramîlîter li dibistanên gundê El tayhe, Cib El Xefî û dibistanên gundên El Xefsa gelek alav û amûr talan kirin û dizîn. Li aliyê din piştî dagirkeriyê mafê nêzî 4 hezar mamoste binpê kirin. Bi hinceta navê mamosteyan di arşîva mudîriyetê ya li Helebê de tune ye mûçeyên mamosteyan nedan wan. Mamosteyên ku nikarin mûçeyên xwe bigirin bertekên xwe tînin ziman û destnîşan dikin ku 8 meh in nikarin mûçeyên xwe bigirin.
Welatî koç dikin
Ji ber têkçûyîna rewşa ewlehî û zêdebûna bûyerên revandin, kuştin û têkçûyîna aboriya herêmê hejmara kesên koçber dibin zêde dibe. Piraniya kargehan hatin girtin û li bajarên din an jî li kantona Cizîrê hatine vekirin. Ji ber vê jî hejmarek zêde ya karkeran bê kar hatin hiştin. Bazirganên mezin jî ji tirsa dizî û talane berhemên depokirî kêm kirine. Tê gotin rêjeya bê kariyê ji sedî 80 derbas kiriye, ji ber wê jî hejmarek zêde ya şêniyên Minbic û gundên wê berê xwe didin bajarên din ên Sûriyê ya jî ber bi Lubnan, Tirkiyê, Iraq û cihên din ve li pey kar ve diçin.
Êdî karê çandiniyê nayê kirin
Di qada çandiniyê de paşketinek ber bi çav heye, bi taybet ji ber buhabûna sotemeniyê û pêwistiya wê di avdana berhemên wekî genim û zebzeyên havînê de. Di 2014an de rêjeya zeviyên avdayî yên li Minbicê derdora 10 hezar û 175 hiktar bû. Lê niha cotkarên ji gundên El Ewseclî, Um Temax û Til Hedwan destnîşan kirin ku rêjeya niha ketiye kêmî nîvê hejmara berê.
Şaredarî nikare xizmetê bike
Alavên şaredariya bajarê Minbicê bi tevahî hatine dizîn û talankirin. Erebeyek H1, 3 sîtêrên avê, erebeyên barhilgir, kepçeyek, bobcat, erebeyek agirkujiyê û erebeyên veguhastina karmendan, hatin dizîn. Ji ber nebûna alavan şaredarî berê xwe dide dildariya welatiyan û bi erebeyên wan qirêj tê komkirin. Karmendên şaredariyê ji dema dagirkirina bajar ji aliyê dewleta Tirk ve bi dildarî dixebitin. Ji ber wê jî qirêj li her derê kom bûye, hejmarek mezin a karmendan jî istîfa kirine.
Tevî van zehmetî û astengiyan şaredar Ehmed Şêxo yê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatiye erkdarkirin, bac li ser welatiyan ferz kirine. Ev baçe di bin navê “baceya paqijiyê” de tê wergirtin. Behaneya wî jî ew ku mûçeyên karmendan ji wir peyda dikin. Ev 2 meh in ev bace hatine ferizkirin, lê heta niha jî karmendên mane bi dildarî dixebitin û mûçeyên xwe wernegirtine.
Mirovan dikujin
Hemû alozî û bê aramiya li Minbic û gundên wê jiyana şêniyan bandor kiriye. Rojane sûcên kuştin, revandin û her wekî din pêk tên. Di aliyê çavdêrî û ewlehiyê de tu çavdêrî nayên kirin. Ji ber van sedeman û ji ber bê kariyê zemîna koçberî û têkçûnê zêde bû ye.
Di Nîsana 2025an de niştecihên gundê Ebû Kehef (22 km dûrî bajarê Minbicê yê dagirkirî ye) 2 cenaze li ser rêya di navbera gundê Ebû Kehef û gundê Bîrayê de dît. Şahid anî ziman ku du kes li cihekî nediyar hatine kuştin û piştre cenazeyên wan hatine şewitandin.
Ji kanûna 2024an heta Sibata 2025an 82 sivîl kuştin
Di 2 mehên ewil ên dagirkirina Minbicê de komên girêdayî Tirkiyeyê li Rojava û bi taybet li gundewarên Minbicê û derdora bendava Tişrînê, êrişên dijwar pêk anîn. Di encamê de 82 sivîl hatin kuştin. Li gorî detayên Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, di encama êriş û bombebarana dewleta Tirk de, 82 sivîl hatin kuştin û 250 sivîl jî birîndar bûn.













