• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Welatiyên Bergarê bend rakirin, ketin gundê xwe

    Welatiyên Bergarê bend rakirin, ketin gundê xwe

    ÎHDê şeva helbestan li dar xist

    ÎHDê şeva helbestan li dar xist

    Bafil Talabanî bi Mazlûm Ebdî û Tom Barrack re civiya

    Bafil Talabanî bi Mazlûm Ebdî û Tom Barrack re civiya

    Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    Talabanî û Barrack li ser rewşa Iraq û Başûr gotûbêj kirin

    Talabanî û Barrack li ser rewşa Iraq û Başûr gotûbêj kirin

    Mazlûm Ebdî û Bafil Talabanî li hev civiyan

    Mazlûm Ebdî û Bafil Talabanî li hev civiyan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Welatiyên Bergarê bend rakirin, ketin gundê xwe

    Welatiyên Bergarê bend rakirin, ketin gundê xwe

    ÎHDê şeva helbestan li dar xist

    ÎHDê şeva helbestan li dar xist

    Bafil Talabanî bi Mazlûm Ebdî û Tom Barrack re civiya

    Bafil Talabanî bi Mazlûm Ebdî û Tom Barrack re civiya

    Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    Talabanî û Barrack li ser rewşa Iraq û Başûr gotûbêj kirin

    Talabanî û Barrack li ser rewşa Iraq û Başûr gotûbêj kirin

    Mazlûm Ebdî û Bafil Talabanî li hev civiyan

    Mazlûm Ebdî û Bafil Talabanî li hev civiyan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

PJAK: Îlam û Kirmaşan dilê lêdêr ê Kurdistanê ne

Navenda Nûçeyan / AW

3 ÇILE 2026 - 23:14
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokatiya PJAKê têkildarî êrîşên li dijî xwepêşandaran ev tişt anî ziman: “Em berfirehbûna nerazîbûnên demokratîk û piştevaniya hemû alî ji bo gelê Kirmaşan, Îlam, Luristan, Hemedan û Bextiyariyê yê ku rabûye ser piyan, ji aliyê hemû herêmên Kurdistanê ve gelekî pêwîst dibînin. Şehîdên Melikşahê isbat kirin ku îro Îlam û Kirmaşan dilê lêdêr ê Kurdistanê û pêşengên azadî û demokrasiyê li Îranê ne. Ew şehîdên şoreşa rastîn a gelên Zagrosê ne.”

Hevserokatiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî êrişên rejîma Îranê ya li dijî xwepêşanderan ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyaniya Hevserokatiya PJAK’ê iha ye:

“Pêla nerazîbûnên gel li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê roj bi roj berfirehtir dibe. Îlam û Kirmaşan di berdewamiya şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” de pêşengên Kurdistanê ne û niha mil bi milê Hemedan, Luristan û Bextiyariyê, careke din Zagros veguherandine sembola berxwedana li dijî zilm û dîktatoriyê. Em silavê li biryardarî û vîna gelê xwe yê li van deveran dikin.

Hikûmeta Komara Îslamî wekî berê, bersiva nerazîbûn û serhildanên gel bi gule û zextan dide. Di vê çarçoveyê de, hêzên zordar ên Komara Îslamî li bajarên Kûhdeşt, Ezna, Delfan, Lordegan û Hersînê dest bi kuştina serhildêran kirin û îro jî di kiryareke hovane de, dest bi komkujiya gelê Melikşahî yê parêzgeha Îlamê yê ku rabûye ser pêyan, kirin. Em Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), van êrişên dijmirovî û hovane bi tundî şermezar dikin. Em berfirehbûna nerazîbûnên demokratîk û piştevaniya hemû alî ji bo gelê Kirmaşan, Îlam, Luristan, Hemedan û Bextiyariyê yê ku rabûye ser piyan, ji aliyê hemû herêmên Kurdistanê ve gelekî pêwîst dibînin. Şehîdên Melikşahî isbat kirin ku îro Îlam û Kirmaşan dilê lêdêr yê Kurdistanê û pêşengên azadî û demokrasiyê li Îranê ne. Ew şehîdên şoreşa rastîn a gelên Zagrosê ne.

Li hemberî van kuştinên hikûmetî, bêguman em mafê xweparastinê wekî mafekî rewa yê gelê xwe dibînin. Em bawerin ku divê xweparastin bi awayekî rêxistinkirî pêk were daku lêçûnên giran ên mirovî ji bo civaka me bi xwe re neîne. Her wiha divê em hişyar bin ku tiştên di çarçoveya xweparastinê de têne kirin, ji aliyê herikên li benda fersendê û qirêj ve neyên îstismarkirin. Ji ber ku em dizanin hinek herikê li benda fersendê, li pey îstismara siyasî û amûrî ya vê serhildana demokratîk a gel in.

Saziyên ewlekarî û zordar ên rêjîmê li herêmên ku xwedî pêkhateya êlî û eşîrî ne, ji nakokiyên civakî û dubendiyê ji bo armancên xwe yên qirêj sûdê werdigirin. Em bang li gelê xwe yê welatparêz dikin ku bi ruhê yekîtiyê û hevgirtinê li hemberî van plan û siyasetên qirêj ên hikûmetî bisekinin û wan pûç bikin. Em bang li wan kesên ku di eniya rejîmê de ne dikin ku tevlî eniya gel bibin, dest ji dijminatiya bi neteweya xwe re berdin û ji refên rejîmeke ku ti pêşeroja wê nîne, veqetin.

Bijî serhildana demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û Jin, Jiyan, Azadî”

Etîket: ÎlamKirmaşanKurdistanPJAK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Peyman Viyan: Kurd bi yekîtiyê dikare xwe ji dagirkeriyê biparêze

Peyman Viyan: Kurd bi yekîtiyê dikare xwe ji dagirkeriyê biparêze

23 SIBAT 2026
Abdullah Ocalan: Ziman stûna xwebûn û civakê ye

Abdullah Ocalan: Ziman stûna xwebûn û civakê ye

23 SIBAT 2026
Li Îranê gel û xwendevan daketin kolanan

Li Îranê gel û xwendevan daketin kolanan

22 SIBAT 2026
Artêşa Iraqê dixwaze li Kerkûkê rageşiyê zêde bike

Artêşa Iraqê dixwaze li Kerkûkê rageşiyê zêde bike

22 SIBAT 2026
DOSYE – Li Rojava rewşa herêmên dagirkirî-1  Efrîn di bin dagirkeriyê de ye, dewleta Tirk peymanê sabote dike

Pêwistiyên koçberên Efrînê ji NYê re hatin ragihandin

22 SIBAT 2026
Kerkuk ra karwanê şarî verê xo da Rojavayê Kurdîstanî

Artêşa Iraqê li Kerkûkê dixwaze malên Kurdan talan bike

22 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Têkoşîna dijwar û muzakereyên bênavber – 1

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zimanzan Varli: Divê em ji bo perwerdehiya bi zimanê xwe li qadan bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 24ê SIBATA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peyman Viyan: Kurd bi yekîtiyê dikare xwe ji dagirkeriyê biparêze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bahçeli: Divê statûya Îmraliyê bê diyarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 26 rêxistin û saziyan banga parastina statûya YPJê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li PEyê dê civîna bi sernavê ‘Kurd û Tirkan’ bê lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (893)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne