PJAKê darvekirina girtiyên siyasî ya ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir û bang li civaka Îranê û civaka navneteweyî kir ku li hemberî gefa bidarvekirinê bêdeng nemînin.
Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) têkildarî darvekirina Babik Elî Pûr, Puya Qubadî, Ekber Danşuwekar û Seîd Mihemed Tequî Sengdemî ku endamên ‘Mucahdîn Xaq’ daxuyaniyek da. PJAKê bidarvekirina girtiyên siyasî bi tundî şermezar kir
PJAKê diyar kir ku di demekê de Îran di nava şereke giran û her diçe berfireh dibe de, ketiye nava hewldanên bêdengkirina tinekirina girtiyên siyasî û binpêkirina hemû mafên mirovan û got: “Di rastî de ev binpêkirina rûmet û nirxên mirovane ku bûye yek ji karên demdirêj û sîstema desthilatê ya li Îranê. Qedexekirina hemû çalakiyan ya li sîstemeke bêdengkirinê weke Komara Îslamî ya Îranê tê wateya dîktatoriyeke totalîter. Nefesa azadiyê li nava civak Îranê fetisandiye. Berdewamkirina vê bêdengkirinê, civakê zêdetir dixe nava şereke bêdawî û rijandina xwîna xelkên bêguneh. Bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî van cûre kiryaran nayê qebûlkirin, divê li hemberî davekirina girtiyên siyasî û ew cezayê li ser an hatiye ferzkirin bi tundî şermezar bikin û pêşiya vê siyaseta zilmkarî bigirin. Ji ber ku li pêşiya azadiya gelên Îranê astengiyeke mezin e.”
PJAKê destnîşankirin ku ev yek xeteriyê li ser jiyana girtiyên din yên siyasî vedike û wiha domand: “Ev yek xeteriyê li ser jiyana hemû girtiyên siyasî yên li seranserî Îranê yên ji pêkhate û neteweyên cudatir vedike. Li ser vî bingehî daxwaz ji hemû rêxistinên siyasî, mafên mirovan, civaka Îranê û civaka navneteweyî dikin ku li hemberî gefên bidarvekirina bêdeng nemînin û tiştên pêwîst ji bo pêşîgirtina liv an kiryarên nemirovî ya rejîma Îranê bigirin.”













