Meclisa PJAKê piştgirî da ‘Projeya Yekitiya Neteweyî’ û got; “Em hewldana ‘Projeya Yekitiya Neteweyî ya ku ji bo ragihandina lihevkirinek neteweyî hatiye destpêkirin silav dikin û teqdîr dikin.”
Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji ‘Projeya Yekitiya neteweyî re ku di 18ê Adarê de bi îmzeya zêdetirî 200 kesayetên cûda yên Başûrê Kurdistanê hate destpêkirin, nîşan da.
Daxuyaniya Meclisa PJAKê wiha ye;
Em piştgiriya ‘Projeya Yekitiya Neteweyî ya ku ji bo yekrêziya gelê Kurd hatiye destpêkirin dikin.
Destpêkê, em hewldana ‘Projeya Yekitiya Neteweyî ya ku ji bo ragihandina lihevkirinek neteweyî hatiye destpêkirin silav dikin û teqdîr dikin. Ev înîsiyatîf di kêliyek dîrokî û hesas de hatiye ragihandin ku herêma me bi guhertinên dîrokî û biryardar re rûbirû ye. Ji ber vê yekê, em vê hewldanê wekî têkoşînek aqilmend ji bo yek-kirina enerjî û şiyanên parçebûyî yên Kurdan li hemû parçeyên Kurdistanê dibînin û wê wekî gavek stratejîk a girîng dibînin.
Ezmûna tal a dîroka gelê me îspat kiriye ku dema em di her qonaxek çarenûsaz de di nav Kurdan de parçebûyî û piralî bin, em rasterast bi xeteriya wêrankirin û qelskirina pozîsyona xwe ya siyasî û civakî re rûbirû dimînin. Ev parçebûn her gav ji bo dijminên gelê me derfetek peyda kiriye ku siyaset û komployên xwe yên li dijî Kurdan bi hêsanî bicîh bînin. Heta îro jî, dema ku nakokî û şerê di navbera hêz û rejîmên herêmî de tevahiya herêmê girtiye û rasterast bi pêşeroja gelê me ve girêdayî ye. Nebûna yekîtî û parçebûn ji bo Kurdistanê dikare bibe gefa herî mezin.
Li beramberê wê jî, dîroka me ya têkoşînê ya dawî ev yek nîşan daye ku tenê hevgirtin dikare hevsengiyê biguherîne; Yekîtîya gelê me di şermezarkirina qirkirin û komploya navneteweyî ya li dijî Kurdan û Rêber Apo ya sala 1999an de mînakek zindî ya îradeya neteweyî bû ku hemû sînoran derbas kir. Her wiha, li hember êrişên DAIŞê, yekitiya hêzên me bûye mertalek pola ji bo parastina axa Kurdistanê. Di ezmûna dawî de, helwesta bêhempa ya Kurdan di parastina Rojavayê Kurdistanê li dijî êriş û gefan de, bi dirûşmeya “Yeke Yeke Yeke, Gelê Kurd Yeke”, hêza yekgirtî ya netewa me nîşanî cîhanê da û îspat kir ku lihevkirina neteweyî tenê garantiya pûçkirina komployên dagirkeran e.
Wek aliyeke siyasî, neteweyî û civakî, ku xwedî dîrokeke têkoşîna demokratîk û bênavber ji bo azadî û misogerkirina mafên rewa yên gelê me ye, em bawer dikin ku di dawiyê de, armanca hemû hêzên siyasî, rêxistin û kesayetiyên neteweyî divê di berjewendiya gelê me de be. Ev bêyî gotar û pêngaveke hevpar nayê bidestxistin. Ji ber vê yekê, em vê projeyê, ku ji wijdanê zindî yê civakê derdikeve û xwestek û daxwazên rastîn yên gelê Kurd nîşan dide, wekî pêwîst û guncaw dibînin. Di vî warî de, em piştgiriya partiyên siyasî ji bo vê înîsiyatîfê wekî erkeke neteweyî û bersiveke exlaqî ji bo îradeya gel pênase dikin.
Li ser bingehê vê têgihiştinê û pêdiviya dîrokî, em amadebûna xwe ji bo serkeftina vê projeyê radigihînin û piştgiriyê didinê. Em bawer dikin ku ev lihevkirin divê bibe bingehek xurt ji bo lidarxisitna konferansek neteweyî ya berfireh. Konferansek ku tê de,wê her kesî li dora stratejiyek hevpar bicivîne da ku bernameyek neteweyî çêbike ku dê berjewendiyên bilind yên gelê me biparêze û bi misogerkirina hemû mafan û pozîsyonek demokratîk ji bo neteweya me pêşerojek geş misoger bike.”












