Platforma ‘Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ dê sibê li Silêmaniyê îlankirina yekîtiyê ragihîne.
Li gorî agahiyan tê payin ku sibê saet di 10:00an de li hola pirtûkxaneya Tewar ya Silêmaniyê, bi merasîmekê platforma ‘Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ bê ragihandin. Wê di merasîmê de gelek jinên siyasetmedar, çalakvan, hunermend, nivîskar û serbixwe amade bin. Li gorî agahiyan wê platforma ‘Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’, ji bo yekîtiya jinan ya li Başûrê Kurdistanê, pêngavên ji bo kar û çalakiyên jinan, karê bihevre û bi armanca çareserkirina pirsgirêkên jinan û neteweyî kar bike.