Platforma Jinan a Îzmirê (ÎKP) têkildarî mirina biguman a Bahar Taş daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew ê bibin şopdarê doza Bahar Taş.
Bahar Taş, 9ê Sibatê li navçeya Mîlasê ya Muglayê dema bi hevalên xwe re derketibû gera keştiyê, bi şêweyekî gumanbar jiyana xwe ji dest da. Platforma Jinan a Îzmirê (ÎKP) têkildarî mirina biguman a Bahar Taş daxuyanî da. ÎKPê di daxuyaniya xwe de pirsa Bahar Taş kir û got: “Piştî kuştina jinan tişta herî talûke daxuyaniyên ku bi niyeta berhêlîkirinê têne weşandin in.”
‘Di mirina Bahar Taş de gumanên pir mezin hene’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hê raporên fermî nehatine temamkirin lê daxuyaniyên mîna ‘tu rewşeke gumanbar nîne’ hatine belavkirin. Hat diyarkirin ku nûçeyên wekî ‘krîza dilî’ an ‘jehrîbûna karbonmonoksîtê’ wekî rastiyekê hatine pêşkêşkirin, lê ev agahî ne piştrastkirî ne. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hê rapora mirinê nehatibû aşkere kirin, patronê şirketa Oto55ê T.T., mirina Bahar Taş wekî ‘krîza dil’ da nîşandan. Malbat û parêzerên Baharê dibêjin ku di îfadeyan de nakokî hene û ne ji Saziya Tipa Edlî ne jî ji Serdozgeriyê tu daxuyaniyeke fermî an raporek nehatiye parve kirin. Tevî ku îhtîmala reşkirina delîlan heye jî, patron û xwediyê keştiyê serbest hatine berdan.”
‘Em ê dev ji şopandina vê dozê bernedin’
ÎKPê diyar kir ku di mirina gumanbar a jinan de xetera herî mezin ev daxuyaniyên ‘berhêlîkirin’ in ku hê lêpirsîn bi dawî nebûyî têne parvekirin û gotin: “Divê delîl bi hûrgulî werin komkirin û îfadeyên şahidan ne kêm bin. Lê em gelek caran dibînin ku dixwazin dosyayan bi lez bigirin. Em ji polîtîkayên ‘bêcezahiştinê’ re qebûl nakin mirina Bahar Taş ne ‘bûyereke asayî’ yan jî mirineke ‘sirûştî’ ye. Her sal bi dehan jin bi guman canê xwe ji dest didin; dibêjin ‘ji balkonê ket’, ‘xwe kuşt’ an ‘krîza dil derbas kir’ Lê pirsên malbat û jinan bêbersiv dimînin.”
ÎKPê di dawiya daxuyaniyê de wiha bang li rayedaran kir:
“-Lêpirsîn divê bi şêweyekî şefaf û bêalî bimeşe.
-Hemû daxwazên parêzeran ên wekî qeydên HTS, dîmenên kamerayan û peyamên dîjîtal li ser lêkolîn bêne kirin.
-Divê raporên edlî bi raya giştî re bên parvekirin.”
Platformê daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Heta ku pirsa ‘Çi bi sere Bahar Taş hat?’ bê dayîn û rastî derkeve holê, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”













