• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake, azadî dixwaze

    Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake, azadî dixwaze

    Mafên Mirovan a Efrînê: Çeteyan di 2 rojan de bi dehan komkujî pêk anîne

    Li Efrîn û Helebê 13 kes hatin kuştin

    Mesûd Barzanî: Wazenê Herêma Kurdîstanî biancê mîyanê şerêke girdî

    Mala Mesûd Barzanî hedef hate girtin

    Jiyana Nêrgiz Mihemedî di xeteriyê de ye

    Jiyana Nêrgiz Mihemedî di xeteriyê de ye

    Pîrozbahiyên 4ê Nîsanê: Li vê qadê rêxistinkirin, hilberîn, bawerî û wate kok girtiye

    Pîrozbahiyên 4ê Nîsanê: Li vê qadê rêxistinkirin, hilberîn, bawerî û wate kok girtiye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Platforma Ked û Demokrasiyê: Leyla Zana rûmeta me ye

Wan / AW

18 KANÛN 2025 - 17:03
Kategorî: ROJANE
A A

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê têkildarî, zimandirêjiya alîgirên Bûrsasporê yên derbarê Leyla Zana de daxuyanî da û got: “Êrîşa li ser Leyla Zana nîşaneyek aşkere ya hem nefretkirina ji jinan û hem jî hestên dijî-kurd e.”

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê têkildarî, zimandirêjiya alîgirên Bûrsasporê yên derbarê Leyla Zana de, li Kolana Hunerê ya Wanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Leyla Zana rûmeta me ye” hat vekirin. Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên saziyên sivîl û welatî tev li daxuyaniyê bûn. Her wiha rêxistinên Partiya DEVA û CHPê yên Wanê jî piştgirî dan daxuyaniyê.

‘Qadên werzîşê veguherîne qadên siyasî’

Metna daxuyaniyê ji hêla Hevseroka Şaxa Sendîkeya Kedkarên Tendûristiyê (SES) ya Wanê Fîgen Çolakoglû ve hat xwendin. Fîgen Çolakoglû anî ziman ku li Tirkiyeyê, meydanên werzîşê, bi taybetî stadyûmên futbolê, ji demên berê ve ne tenê qadên pêşbirkên werzîşî di heman demê de veguheriye qadên siyasî ku tê de îdeolojiyên nijadperest, şovenîst, zayendperest û cudakar têne hilberandin. Fîgen Çolakoglû destnîşan kir ku ev veguherîn ne jixweber e, ew encama rasterast a polîtîkayên înkarkirinê yên bi salan, pratîkên bêcezatiyê û zimanekî siyasî ye ku polarîzasyona civakî kûrtir dike.

‘Em li kêleka Leyla Zana ne’

Fîgen Çolakoglû bi domdarî got: “Heqaretên zayendî û êrîşên nijadperest ji heman bingeha siyasî derdikevin. Hişmendiya serdest a mêran nikare tehemûl bike ku jin di qada giştî de dengê xwe bilind bikin. Nêzîkatiya înkarker hewl dide daxwazên Kurdan ji bo hemwelatîbûna wekhev û azadiyê bitepisîne. Ji ber vê yekê, êrîşa li ser Leyla Zana nîşaneyek aşkere ya hem nefretkirina ji jinan û hem jî hestên dijî-kurd e. Em li kêleka Leyla Zana û hemû jinên ku ji bo aştiyê têdikoşin, li kêleka gelê kurd û li kêleka hêzên demokrasiyê ne.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Leyla Zana rûmeta me ye” bi dawî bû.

Etîket: daxuyanîLeyla ZanapiştgiriWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

31 ADAR 2026
Jinan li Tuşbayê tovê zebzeyan reşand axê

Jinan li Tuşbayê tovê zebzeyan reşand axê

30 ADAR 2026
Cevdet Zîlanli: Tu ceza nikarin pêşiya xebatên ziman û çanda me bigirin

Cevdet Zîlanli: Tu ceza nikarin pêşiya xebatên ziman û çanda me bigirin

30 ADAR 2026
Li Îzmîrê projeya JESê ya Gimgimê hat şermezarkirin 

Li Îzmîrê projeya JESê ya Gimgimê hat şermezarkirin 

28 ADAR 2026
MEBYA-DERa Wanê bi boneya Hefteya Lehengiyê bernameya bîranînê li dar xist

MEBYA-DERa Wanê bi boneya Hefteya Lehengiyê bernameya bîranînê li dar xist

28 ADAR 2026
‘Meşa azadiyê ya gelên Îranê wê bi ser bikeve’

PJAKê têkildarî derxistina navê wê ji lîsteya vexwendina kongreyê daxuyanî da

27 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hosteyê sînemaya şoreşgerî hat dinê: Em ê bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Nexweş dixwazin bi Kurdî xizmetê werbigirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pîrozbahiyên 4ê Nîsanê: Li vê qadê rêxistinkirin, hilberîn, bawerî û wate kok girtiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Farqîn bi Kurdî dixemile: Serlêdana pêşbirka çîrok û helbestê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bêrîvan Bahçecî: Heya azadiya fîzîkî pêk neyê pêvajo bi ser nakeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (24)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne