Platforma Ked û Demokrasiyê ya Şirnexê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî tayinkirina qeyûm a li ser Şeredariya Bajarê Mezin a Wanê da.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Şirnexê, tekildarî tayinkirina qeyûm li ser Şeredariya Bajarê Mezin a Wanê li Kolana Hunerê ya Cizîrê daxuyanî da. Endam û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên giredayî platformene jî tevlî daxuyaniyê bûn. Platformê di daxuyaniyê de pankarta “Dawî li sepana qeyûm bînin” hilgirtin. Sekreterê Şaxa SESê ya Şirnexê Kadîr Oruker daxuyanî da û anî ziman ku biryara qeyûm li dijî hiqûqiyê û operasyona desthilat a li dijî demokrasiyê ye. Kadîr Oruker bi lêv kir ku tayinkirina qeyûm yek jî binpêkirina mafê demokrasiyê ye û ev tişt gotin: “Sepana qeyûm yek jî tê wateya welatiyên ku deng nadinê desthilat weke ku ne welatî ne tê hesibandin. Ji ber wê jî tayinkirina qeyûm ne tenê sepana destdanîna li ser vîna gel û xesp kirina şeredariyê ye di heman demê de rejîma ku desthilat bi keyfî dikare hemû mafê hiqûqî û demokratîk binpê bike. Em weke platforma Kêd û Demokrasiyê û endamên rêxistinên kêde me tu car ew polîtîka qebûl nekir û qebûlnakin. Em tayinkirina qeyûm li ser şeredariya Wanê qebûl nakin. Em ê jî bo welatekî demokratîk têkoşîna xwe bidomînin.”
Daxuyanî bi berz kirina dirûşmeya, “Bijî berxwedana Wanê” bi dawî bû.