• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Platforma Tenduristiyê bang kir: Ji bo Kobanê destûrên pêwîst di cih de bidin

    Platforma Tenduristiyê bang kir: Ji bo Kobanê destûrên pêwîst di cih de bidin

    ‘Divê demildest Mehmet Edîp Taşar bê berdan’

    ‘Divê demildest Mehmet Edîp Taşar bê berdan’

    Komîsyonî taslakê raporî partîyanê sîyasî rê erşawito

    Mafê heviyê di çarçoveya biryarên DMMEyê de di raporê de cih girt

    MKGê ji bo nûçegihanên ETHAyê qertên piştevaniyê şand

    MKGê ji bo nûçegihanên ETHAyê qertên piştevaniyê şand

    Baroya Amedê: Divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin

    Baroya Amedê: Divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin

    Wateya Konferansa Munîhê û bêdengiya Enqereyê

    Wateya Konferansa Munîhê û bêdengiya Enqereyê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Amed / AW

18 SIBAT 2026 - 15:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Tenduristiyê ya Amedê têkildarî pêdiviyên xizmetên tenduristiyê û krîza mirovî ya li Kobanê bang li saziyên têkildar ên dewleta Tirkî kir ku li hember vê rewşê bêdeng nemînin, destûrên mirovî yên pêwîst di cih de bidin û got: “Ji bo derbasbûna alîkariya mirovahî berpirsiyarî bigirin û Deriyê Sînorê Mûrşîtpînarê vekin.”

Platforma Tenduristiyê ya Amedê têkildarî pêdiviyên xizmetên tenduristiyê û krîza mirovî ya li Kobanê ya di bin dorpêçê de ye li avahiya Odeya Bijîşkan a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Endamên pêkhateyên platformê tev li civînê bûn. Metna daxuyaniyê ya bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî ji aliyê Hevserokê Şaxa SESê ya Amedê Mehmet Nûr Ûlûs ve, Tirkiya wê jî ji aliyê Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Mehmet Veysî Ulgen ve hate xwendin.

Zêde bûna nifûsê pêdiviyan jî zêde dike

Mehmet Nûr Ûlûs di daxuyaniyê de bi bîr xist ku nifûsa bajarê Kobanê ku 150 hezar bû, bi pêla koçberiyê ya giran a ji derdora Heleb û Reqayê bûye 600 hezar û wiha got: “Di şert û mercên asayî de li malên ku tenê malbatek lê dijî 4-5 malbat neçar mane bi hev re bijîn; her wiha dibistan veguherîne navendên stargehan. Li hemberî nifûsa zêde bûyî, binesaziya heyî îflas kiriye. Li nexweşxaneyan neştergeriyên plankirî sekinîne, xizmetên radyolojî û laboratuvarê bêkar mane. Xizmetên diyalîzê û welîdina jinan di bin xetereyeke mezin de ne. Qediyana oksîjenê ya li nexweşxaneyan; ji bo nexweşên lênêrîna giran, pitikên nûbûyî û nexweşên rêyên bêhnvedanê xetereyeke mirinê ya rasterast diafirîne. Her wiha di bûyerên zikçûna akût, bronşît, gerya û enfeksiyonan de zêdebûneke cidî tê dîtin. Nexweşên kronîk jî nikarin xwe bigihînin dermanên xwe yên jiyanî.”

Mehmet Nûr Ûlûs wiha bang li hemû saziyên tenduristiyê kir: “Em bang li saziyên têkildar ên Hikumeta Komara Tirkiyeyê jî dikin ku li hember vê rewşê bêdeng nemînin, destûrên mirovî yên pêwîst di cih de bidin û ji bo derbasbûna alîkariya mirovahî berpirsiyarî bigirin û Deriyê Sînorê Mûrşîtpînarê vekin.”

Etîket: Civîna ÇapemeniyêKobanêOdeya Bijîjkan a AmedêPlatforma Tenduristiyê ya Amedê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nexweşxaneya Emelê nûçeya Rûdawê derewand

Nexweşxaneya Emelê nûçeya Rûdawê derewand

13 SIBAT 2026
Asayişa Kobanê bazirganên tiryakê girt

Asayîşa Rojava Til Beraq û Til Hemîs ji komên Şamê dewir girt

13 SIBAT 2026
Desteya Tenduristiyê ji bo bûyera zarokê 8 mehî ket tevgerê

Desteya Tenduristiyê ji bo bûyera zarokê 8 mehî ket tevgerê

12 SIBAT 2026
Hekîm Sefkan bi helbesta ‘Ev Birîn Kevne’ balê kişand ser Rojava

Hekîm Sefkan bi helbesta ‘Ev Birîn Kevne’ balê kişand ser Rojava

12 SIBAT 2026
Alîkariya bakurê Kurdistanê gihîşt Kobanê

Alîkariya bakurê Kurdistanê gihîşt Kobanê

11 SIBAT 2026
Meclisa Weqfa Olî dorpêça Kobanê şermezar kir

Meclisa Weqfa Olî dorpêça Kobanê şermezar kir

10 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Tevgera Azadiyê ziman ji nû ve zindî kir û parast’

    ‘Tevgera Azadiyê ziman ji nû ve zindî kir û parast’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tora trolan û hemalên derewan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Aktivîstên TJAyê: Em ê ji bo azadiyê têkoşîna xwe bilindtir bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Panela ziman: Kurdî tevî hemû zextan hebûna xwe parast

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Polîtîkayên qeyim rê li ber çand û zimanê Kurdî digirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji ‘hevkariya leşkerî’ ber bi statuya siyasî ve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Divê rapora Komîsyonê li gorî rastiyên bingehîn ên civakê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şedal: Bizanebûn 15ê Sibatê hilbijartin
    Zeydan: Feydeya tayînkirina qeyim ji kesî re nîn e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 18ê SIBATA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Endamên MEBYA-DERê: Saziya me bi keda cangoriyên me hate avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (679)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne