Platforma Yekîtiya Jinên Kurd bi daxuyaniyekê cangoriyên komkujiya Helebceyê bi bîranîn û wiha got: “Ji bo parastina hebûna gelê Kurd, rûmet û azadiya wî, bîra Helepceyê divê bibe hêza herî mezin a têkoşîna me û yekîtiya me.”
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd bi boneya salvegera komkujiya Helebceyê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyanîyê de hate ragihandin ku Komkujiya Halepçeyê nayê jibîrkirin û wiha tê gotin: “Di 16ê Adara 1988an de, li bajarê Helepceyê yê başûrê Kurdistanê, rejîma Baasa Iraqê bi fermana Sedam Huseyn êrişek hovane li ser gelê me pêk anî. Ev êriş di çarçoveya Enfalê de hat kirin û di dîrokê de yêk ji êrişên herî reş û şerm yê mirovahiyê tê qebul kirin. Enfal wekî jenosîdek tê nasîn ku tê de deh hezar sivîlên Kurd hatin tunekirin, sedan gund hatin wêran kirin û komkujiyên sîstematîk hatin kirin. Helepce tenê trajediyeke herêmî nebû; her weha bîreke hêzdar a êşa gelê Kurd û wêranbûna giran a ku wî jiyaye ye. Di heman demê de, ew hişyariyek xurte li dijî siyaseta tunekirin û îmhayê. Dinyayê di wê demê de gelek caran bêdeng maye, lê îro divê em vê yekê jibîr nekin û destûr nedin ku were jibîrkirin.”
‘Bîra Helebceyê dê bibe hêza têkoşînê’
Di daxuyaniyê de bi gotina, “Em cangoriyên Helepceyê bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li hember şehîdên wê ditewînin” cangorî hatin bibîranîn û ev tişt hatin gotin: “Ji bo parastina hebûna gelê Kurd, rûmet û azadiya wî, bîra Helepceyê divê bibe hêza herî mezin a têkoşîna me û yekîtiya me.”













