Platforma Yekîtiya Jinên Kurd li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê banga yekitiya netewî li partiyên siyasî yên Kurdî kir.
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ji bo yekîtiya neteweyî got: “Divê herkes baş bizane ku jinên Kurd li Kobanê, Şengal û her bosteke vê axê de DAIŞ’ê têk birin û şikandin. Îro jî wê li beramberî van çeteyên hov ên tarî nepêkane bi paşde gav bê avêtin û ne jî dê serî bitewînin.”
Platforma Yekitiya Jinên Kurd li Başûrê Kurdistanê li dijî êrişên komên çete yên Şamê yên êriş dibin ser Rojava daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku wek Platforma Yekitiya Jinên Kurd di vê dema dîrokî ku çarenûsa şoreşa Rojava di xetereyê de ye bang li her çar beşên Kurdistanê û hemû aliyên cîhanê dikin û dixwazin li dij van êrişan xwedî helwistbin.
Tu êrişek nikare îradeya kurd bişkîne
Her wiha hat gotin: “Dîmenên hovitiya ku di çend rojên dawî de ji aliyê çeteyên HTŞ’ê û bermahiyên DAIŞ’ê ve li dijî jinan hatin belavkirin, carek din rûyê wan yê kirêt û qirêj cîhanê dît. Ev êriş rasterast îrade û fîzîka jinê hedef digrin, nîşana tolhildana ji şoreşa jinê ye.”
Jinê kurd dê careke din DAIŞê têk bibe
Platform dibêje: “Divê herkes baş bizane ku jinên Kurd li Kobanê, Şengal û her bosteke vê axê de DAIŞ’ê têk birin û şikandin. Îro jî wê li beramberî van çeteyên hov û tarî ne gavek bi paşde ve bê avêtin nejî serê xwe biçemînin.”
Yekîtiyê ava bikin û pêşengiyê bikin
Platforma Yekitiya Jinên Kurd li Başûrê Kurdistanê destnîşan kir ku ji bo wan deriyê çareserî û kilîkta serkeftinê tenê yekitiya Kurda ye. Li ser vî bingehî em bang li hemû partî û hêzên Kurdistanî dikin ku di vê roja dîrokî de li derdora berxwedana gelê xwe yekîtiyê ava bikin û pêşengiyê ji van rojên kirîtîk de bikin.













