Polîsan di saetên serê sibê de bi ser Şaredariya Bayrampaşa ya CHPî de girtin. Di çarçoveya lêpirsînê de şaredar Hasan Mûtlû hate binçavkirin û derbarê 46 kesan de biryara binçavkirinê hate dayîn.
Li Stenbolê derbarê şaredariyeke din a CHPî de bi îdiaya “nelirêtiyê” lêpirsîn hate destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan di saetên serê sibê de bi ser Şaredariya Bayrampaşa de girtin û şaredar Hasan Mûtlû di nav de derbarê 46 kesan de biryara binçavkirinê hate dayîn. Polîs niha li avahiya şaredariyê lêgerînê dikin. Hate diyarkirin ku gelek endamên Meclisa şaredariyê jî hatine binçavkirin.