Li Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê piştî gel kom bû û tayînkirina qeyûm a Şaredariya Akdenîzê şermezar kir, polîsan êrîşî gel kir.
Hevşaredarên Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Aslan ku di 10ê çileyê di serdegirtina malê de hatibûn binçav kirin, duh sewqî dadgeriyê hatin kirin û îro berdestî sibehê hatin girtin. Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku qeymeqamê navçeyê Zeyît Şener wek qeyûm danîne ser Şaredariya Akdenîzê.
Piştî tayînkirina qeyûm gel li taxa Yenipazarê kom bûn û tayînkirina qeyûm şermezar kir. Girseya ku li pêş avahiya DEM Partiyê ya Akdenîzê kom bûn, bi tevlêbûna Parlamenter Ali Bozan û Perihan Koca li nava esnafan geriyan û serdana esnafan kir. Bi sedan polîsan pêşiya girseyê kir û meşa gel asteng kir. Dema girseyê xwest bimeşe polîsan êrîşî gel kir.