Polîsan li Wanê êrişî meşa TJAyê kir. Polîsan di êrişê de li nûçegihanê me Bazîd Evren dan û serê wî birîndar kirin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Jin ber bi azadiyê ve dimeşin” li Wanê meşek li dar xistin. Polîsan êrişî meşê kirin, li jinan dan ûı gelek jin kirin binçavan. Her wiha polîsan êrişî nûçegihanê Ajansa Welat (AW) Bazîd Evren kirin û lê dan. Polîsan di êrişê derbe li serê Bazîd Evren dan, eniya wî werimî û ew birîndar kirin.
Bazîd Evren diyar kir ku dema wî wêne û dîmen digirtin, polîsan êrişî wî kiriye û nizane bi çi amûrê lê dane û got ku polîsa rasterast êrişî rojnamegeran dikin û nahêlin ku rojnameger bi awayek serbest karên xwe bikin.