Polîsan êrişî pîrozbahiya bi boneya 4ê Nîsanê pêk dihat kir. Di encama rageşiya derketî de 3 welatî hatin binçavkirin.
Platforma Saziyên Demokratîk bi minasebeta rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Perava Kanaryayê ya navçeya Kuçukçekmeceyê bi tevlibûna Azîme Işik, Veysî Aktaş û Sebahat Tuncelê bernameya seyranê pêk anî. Lê pîrozbahî rastî astengiya polîsan hat. Bêyî ku hîşyariyek bê kirin, polîsan êrişî girseyê kir û xwest ku pîrozbahiyê bi dawî bike.
3 kes hatin binçavkirin
Bi boneya êrişê girseya kombûyî jî bertek nîşan da û rageşî derket. Di encama rageşiyê de hind welatî hatin darpkirin û 3 welatî jî hatin binçavkirin. Rageşiya ji ber êrişa polîsan û berteka welatiyan li perava Kanaryayê berdewam dike.












