Dêrsim – Polîsan Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ku dadgehê cezayê hepsa malê lê birûbû, binçav kirin.
Hevşaredara Dersimê Bîrsen Orhan di 22yê Mijdarê de qeyûm tayînî şûna wê kirin. Piştre binçavkirin û dadgehê cezaya hepsa malê lê birî. Polîsan careke din Hevşaredar Bîrsen Orhan li mala xwe ya li navçeya Pêrtagê binçav kirin. Bîrsen Orhan li ser hesaba xwe yê medyaya dijîtalê got, ”Ez têm binçavkirin.”
Dê Bîrsen Orhan bibin Dêrsimê. Polîsan bi îdîaya “muxalefeta li dijî qanûna xwepêşandan û meşan” û “Berxwedana li dijî polîsan” Bîrsen Orhan binçav kirin.