Polîsan Îro serê sibê li Stenbol û Şirnexê bi ser malan de hate girtin û li Stenbolê herî kêm 26; li Şirnexê jî herî kêm 20 ciwan binçav kirin.
Polîsan li Stenbolê îro serê sibê bi awayekî hemwext li ser gelek malan girt. Hat zanîn ku serdegirtinên malan bi hinceta “Tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûne” hatine kirin. Di encama serdegirtinên malan de zarok jî di nav de herî kêm 26 kes hatin binçavkirin. Polîsan kesên binçav kirine birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.
Li Şirnexê jî herî kêm 20 binçavkirin
Polîsan serê sibê li navçeyên Hezex û Cizîrê yên Şirnexê jî li ser gelek malan girtin û herî kêm 20 ciwan binçav kirin. Hat zanîn ku welatî, di çarçoveya lêpirsîna Serdzogeriya Komarê ya Şirnexê ya bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatine binçavkirin. Polîsan ciwanên binçavkirî birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.
Hat zanîn polîsan di dema binçavkirinê de li ciwanan xistine. Tê payîn ku hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.













