Polîsan nûçegîhana JINNEWSê Derya Ren li navçeya Belgis (Nîzîp) ya Dîlokê binçav kirin. Piştî îfadeyê Derya Ren hat berdan.
Polîsan nûçegîhana JINNEWS rojnameger Derya Ren, dema li navçeya Belgîs (Nizîp) ya Dîlokê nûçe dişopand, binçav kirin. Polîsan pêşiya dolmîşa ku Derya Ren lê suyar bûbû, qut kirin û Derya Ren binçav kirin. Polîsan piştî Derya Ren binçav kirin, nêzî saetekê li benda ekîba din rawestandin û gotin karta wê ya JINNEWSê derbas nabe. Piştre polîsên TEMê hatin û bi heqaret û tundiyê Derya Ren binçav kirin.
Derya Ren piştî îfade da serbest hat berdan.