Polîsan rêvebera Navenda Giştî ya OHDê Rûken Gulagaci binçav kir.
Rêvebera Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Rûken Gulagaci, 20ê Gulanê ji bo karên pîşeyî çû Girtîgeha Kandirayê. Lê dema ji girtîgehê derket polîsan ew binçav kir. Ji bo binçavkirina Rûken Gulagaci biryara girtinê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê weke hincet nîşandan.
OHDê li ser hesabê Xê daxuyaniyek da û diyar kir ku bi dosyayên pûç ên bi têgihiştina siyasî têne amadeikrin pîşe û hempîşeyên wan nikarin bêne krîmînalîzekirin û hate xwestin ku Rûken Gulagaci tavilê bê berdan.