Wezîrê Karên Navxwe Alî Yerlîkaya diyar kir ku di operasyona li dijî DAIŞê ya li Yalovayê de ji 7 polîsên birîndar 3 jê mirin e.
Di operasyona li dijî DAIŞê ya li Yalovayê de şer derket. Di şer de 7 polîs birîndar bûn. Polîsên birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Yalovayê. Dibistanên li herêmê jî navber dan perwerdeyê. Wezîrê Karên Navxwe Alî Yerlîkaya têkildarî bûyerê daxuyanî da û got ku ji 7 polîsên birîndar 3 polîs mirin e.
Yerlîkaya diyar kir ku di nava mehekê de 137 gumanberên DAIŞî hatine girtin û 97 gumanbarên DAIŞê bi şertê kontrola edlî hatine berdan. Yerlîkaya da zanîn ku îro li 15 bajaran bi awayekî hemwext di ser 108 navnîşanan de girtine û li Yalovayê şer derketiye. Yerlîkaya got ku di şer de 3 polîs mirin e.













