Piştî desteserkirina pirtûkên Weşanxaneya Aramê vê carê jî polîsan pirtûka “Jinbûn (Kadin Olmak)” a Mekiye Derya Denîz desteser kirin.
Li Amedê 8emîn Fuara Pirtûkan ku bi pêşengiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û TUYAPê tê lidarxistin, ji roja 30yê Mijdarê ve didome. Piştî desteserkirina pirtûkên Weşanxaneya Aramê vê carê jî polîsan bi ser standa Pirtûka Kurdî de girt. Polîs bêyî ku hincet nîşan bidin, pirtûka “Jinbûn (Kadin Olmak)” a Mekiye Derya Denîz ku ji Weşanxanehya Name derçûye, desteser kirin û li gel xwe birin.
Xwediyê Pirtûka Kurdî Bawer Berşev ji bo ku girtekê îmze bike li gel polîsan çû.