Polîsên Belçîkayê rojnameger Haval Arslan, li qereqola ku bangî wê kiribûn, ew binçav kirin û ew şandin navenda paşvevegerandinê.
Polîsên Belçîkayê di 23ê Îlonê de ji qereqolê bang li rojnameger Haval Arslan kir. Polîsan li qereqolê ew binçav kirin û şandin navenda paşvevegerandinê. Rojnameger du roj in bêyî tu hincetek hiqûqî bê destnîşankirin, di bin çavan de tê girtin. Hat diyarkirin ku dixwazin wê radestî Fransayê bikin. Parêzerên ku bi Haval Arslan re hevdîtin kirin, diyar kirin ku rewşa wê ya tenduristiyê baş e, dan zanîn ku meqamên Belçîkayê prosedurên îltîcayê pêk naynin, li cihê vê hewl dane mafê rojnamevan ê rûniştinê xesb bikin.
Li aliyê din rojnamegeran ji bo berdana Heval Arslan bang li hikumeta Belçîkayê kirin.













