Wan – Gerînendeyên yekeyên çand û ziman ên şaredariyên Artemêtan, Rêya Armûşê û Tuşbayê der barê kar û xebatên xwe yên çand û ziman de dîyar kirin ku ji ber polîtikayên qeyim û tedbîrên teserûfê di xebatên çand, ziman û hunerê de gelek kêm dimîne.
Tayînkirina qeyiman ji bo şaredariyên ku ji hêla DEM Partiyê ve têne birêvebirin ne tenê xespkirina vîna gelê Kurd e. Di heman demê de destwerdaneke berfireh a li dijî modela rêveberiyên xwecîhî ya pirzimanî û parastina mîrateya çandî ye. Yek ji kiryarên destpêkê ya qeyiman rakirina tabelayên pirzimanî yên hem bi Kurdî û hem jî bi Tirkî hatibûn amadekirin bû. Bi taybetî li bajarên wekî Amed û Mêrdînê, baxçeyên zarokan ên ku di bin şaredariyan de dixebitin û bi zimanê dayikê perwerdehiyê didin, wekî “Zarokistan” an hatin girtin an jî zimanê wan bi tevahî wergerandin Tirkî. Polîtîkaya tayînkirina qeyiman him bişaftina çand û zimanê Kurdî dike hedef, him jî modela rêveberiyên xwecihî armanc dike. Ruxmê van polîtîkayan û talana ku qeyiman di 8 salên ku şaredarî xesp kiribûn de li dû xwe hiştine jî şaredariyên DEM Partiyê hewl didin xebatên çand û ziman bimeşînin. Bi munasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî berpirsên yekeyên çand ziman û kar û barên civakî yên şaredariyên navçeyên navendî yên Artemêtan, Rêya Armûşê û Tûşbayê yên Wanê di derheqê polîtîkayên qeyiman û xebatê çand û zimanî de ji Ajansa Welat re axivîn.
‘Kar û xebatên me têra gel nake’

Endamê Komîsyona Çand û Ziman a Şaredariya Artemêtanê Alî Abûka der barê kar û xebatên komîsyona çand û ziman de diyar kir ku şanoyên zarokan, konserên gel, bernameyên jinan, festivala muzîkê ya Wanê, pêk anîne û got: “Me li taxan şanoyên zarokan pêk anîn. Li qada bajêr me konserên gel pêk anîn. Me di nava mihracana muzîkê ya bajêr de cih girt. Gel jî bi kêfxweşiyeke mezin tev li van bernameyan bû lê belê em dizanin ku ev xebat têra gelê me nakin.”
‘Qerên qeyimî û tedbîrên teserûfê’
Alî Abûka bi bîr xist ku hem ji aliyê aboriyê hem jî ji ber nebûna navendeke çandê astengiyan dijîn û wiha pê de çû: “Hem ji ber deynê ku qeyiman li ser şaredariya me hiştiye, hem jî ji ber ‘tedbîrên teserûfê’ em di xebatên çand û ziman de kêm dimînin. Helbet astengiya herî mezin jî ‘tedbîrên teserûfê’ ne ku weke sazî em çi bikin em bi rastî van tedbiran tên. Her wiha ji ber ku me navendeke çandê jî tine ye em di pêşxistina kar û xebatên çand û ziman de kêm dimînin. Lê em hewl didin ku van astengiyan ji pêşiya xwe rakin ku em bikaribin xebatên xwe yên çand, ziman û hûnerê pêk bînin.”
‘Gundê Zarokan’
Alî Abûka da zanîn ku dê di demên pêş de xebatên xwe xurtir bikin û ev tişt lê zêde kir: “Em ê di biharê de dest bi kar û xebatên xwe bikin. Di nava plansaziyên me de çêkirina navendeke çandê heye. Di navenda çandê de em ê atolyeyên ziman, çand, wêje, şano, muzîk û hwd. pêk binîn. Xebata tomarkirina çîrokan, serpêhatiyan û gotinên pêşîyan di plansaziya me de heye. Her wiha ji bo zarokan jî avakirina Gundê Zarokan heye ku zarok wê li vê derê jiyaneke bi Kurdî û xwezayî bijîn.”
‘Li Tuşbayê ev 10 sal in xebatên çand û ziman tinebûn’

Nûnera Komîsyona Çand û Ziman ya Şaredariya Tuşbayê Nazmiye Acarê jî da zanîn ku piştî ku hatine ser kar dest bi xebatên çand û ziman kirin û got: “Tuşba di van 10 salên derbasbûyî de ji ber polîtîkayên qeyiman tu pêşketin bi dest ne xistibû. Lewma di Şaredariya Tuşbayê de der barê çand û zimanê Kurdî de xebatek an qadek tine bû. Lewma me di destpêkê de komîsyona xwe ya çand û ziman ava kir û me plansaziya xwe amade kir. Di plansaziyê de me giranî da xebatên xwe yên pir zimanî. Di vê çarçoveyê de me di serî de malpera Şaredariya Tuşbayê ya pir zimanî ava kir. Me tabelayên xwe bi Kurdî û Tirkî dane nivîsandin. Ji bo di nava şarederiyê de axaftina zimanê Kurdî pêş bikeve me ji bo giştî xebatkarên şaredariyê qursa zimanê Kurdî da destpêkirin. Me li taxan bername ji bo jinan û zarokan pêk anîn û me di van bernameyan de pirtûkên Kurdî diyarî kirin. Me ji bo gel li cem malên Wanê yên dirokî konser pêk anî.”
‘Astengiyên tedbîrên teserûfê’
Nazmîye Acarê bal kişand ser astengiyan û ev tişt lê zêde kir: “Ji ber tedbirên teserûfê em astengiyan dijîn lê dîsa jî tiştê ku ji destê me tê em hewl didin pêk binîn. Me ji bo vekirina polên zimanê Kurdî li gel Kurdîgehê protokelek ava kiri bû. Lê mixabin ji ber van tedbîran ew protokol heya niha pêk nehatiye. Helbet em jî xwe têr nabînin û em dizanin ku ev kar û xebat têra gel jî nakin.”
‘Armanca zindîkirina çanda çîrokbêjî, serpêhatî û dengbêjiyê ye’

Endamê Komîsyona Çand û Ziman a Şaredarîya Tuşbayê Bedî Kaçar jî der barê plansaziyên wan yê çand û ziman de ev tişt got: “Di plansaziya me de xebata me ya sereke pêk anîna protokola şaredarî û Kurdîgehê ye. Di vê çarçoveyê de 20ê Sibatê em ê li Taxa Îstasyonê di avahiya Bedestenê de polên xwe yên zimanê Kurdî vekin. Xebateke ma ya din jî ew e ku di taxan de di nav gel û malbatan de şevên çîrok û dengbejîyê pêk bînin. Bi vê xebata çîrok û dengbejîyê armanca me ew e ku em di nava civaka xwe de çanda çîrokbêjî, serpêhatiyan û dengbêjiyê car din zindî bikin. Her wiha ji bo ku zarokên me em ê şanoyên Kurdî pêk bînîn. Helbet tê re nake lewma em ê hewl bidin ku em kar û xebatên xwe yên çand, ziman û hunerê yên bi zimanê Kurdî berfirehtir bikin.”
Bedî Kaçar 21ê Sibatê li hemû gelê Kurd pîroz kir û got: “Rojek tenê têra zimanê Kurdî nake. Pêwiste em di serî de di malên xwe û taxên xwe de li gel malbata xwe li gel zarokên xwe em bi Kurdî bi axivin.”
Armanca qeyiman asîmilekirina civakê ye

Kordînatorê Gerînendetiya Çand û Hunerê ya Şaredariya Rêya Armûşê Faysal Yacan jî bal kişand ser polîtîkayên qeyiman û da zanîn ku yek ji armancên qeyiman jî têkbirina çand, ziman û hunera Kurdî ye û got: “Qeyim hewl didin ku çand û zimanê Kurdî di nav pergala xwe de bihelînin û civakê asîmîlê bikin. Qeyim şaredariyan tenê ji aliyê aboriyê ve talan nakin, ji aliyê çandî ve jî talan dikin. Lê di heman demê de ji aliyê aboriyê ve jî me şaredarî bi deynekî zêde dewr girt.”
‘Em ê navên cîh û waran dîsa bi Kurdî li ser tabeleyan binivîsin’
Faysal Yacan da zanîn ku li gel hemû bêderfetiyan jî di vê serdema borî de me hewl da em xebatên çand û zimanî pêk bînin û wiha axaftina xwe domand: “Me 4 qursên Kurdî û yeke Farisî ji bo xebatkarên şaredariyê pêk anîn. Me qurseke Kurdî jî ji bo gel vekir. Tevlibûn û eleqe baş bû, ji beşên civakê yên cuda cuda tevlibûn pêk hat. Yacan bi lêv kir ku dê piştî meha remezanê xebatên ji bo ziman ji nû ve bidin destpêkirin û ev tişt gotin: “Em ê li taxan li 4 navendan qursên ziman vekin û ji bo zarokan jî kreşeke bi zimanê Kurdî vekin. Em di nav şaredariyê û di nav bajêr de navên cih û saziyan yên Kurdî ku ji hêla qeyim ve hatibûn rakirin ji nû ve bi Kurdî binivîsin.”
Yacan herî dawiyê bal kişand ser bêstatuya zimanê Kurdî û axaftina xwe bi van gotinan qedand: “Heta zimanê me nebe zimanê perwerdehiyê nebe xwediyê statuyê, di her saziyê de weke zimanê fermî neyê qebûlkirin ev têkoşîna me dê bidomê.”













