• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Hewlêrê êrişî Refîneya Lanaz hate kirin

    Li Hewlêrê êrişî Refîneya Lanaz hate kirin

    Xelatên pêşbirka çîrokên jinan a Rojîn Kabaîş hatin dayîn

    Xelatên pêşbirka çîrokên jinan a Rojîn Kabaîş hatin dayîn

    Li çar navçeyên Stenbolê agirê Newrozê geş bû

    Li çar navçeyên Stenbolê agirê Newrozê geş bû

    Newroz Colemêrgê taloqî 24ê Adarê hate kirin

    Newroz Colemêrgê taloqî 24ê Adarê hate kirin

    Şandeya Bakur sersaxî ji malbata Salih Muslim xwest

    Şandeya Bakur sersaxî ji malbata Salih Muslim xwest

    Şandeya Bakur li Kobanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat pêşwazîkirin            

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Hewlêrê êrişî Refîneya Lanaz hate kirin

    Li Hewlêrê êrişî Refîneya Lanaz hate kirin

    Xelatên pêşbirka çîrokên jinan a Rojîn Kabaîş hatin dayîn

    Xelatên pêşbirka çîrokên jinan a Rojîn Kabaîş hatin dayîn

    Li çar navçeyên Stenbolê agirê Newrozê geş bû

    Li çar navçeyên Stenbolê agirê Newrozê geş bû

    Newroz Colemêrgê taloqî 24ê Adarê hate kirin

    Newroz Colemêrgê taloqî 24ê Adarê hate kirin

    Şandeya Bakur sersaxî ji malbata Salih Muslim xwest

    Şandeya Bakur sersaxî ji malbata Salih Muslim xwest

    Şandeya Bakur li Kobanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat pêşwazîkirin            

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Prz. Raziye Ozturk: Tecrîd didome

Navenda Nûçeyan / AW

13 KANÛN 2024 - 16:28
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, diyar kir ku tecrîda ji hêla Devlet Bahçelî ve hatiye qebûlkirin hêj didome û got: “Tecrîd li dijî mirovahiyê ye.”

Baroya Rihayê û şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Rihayê bi boneya Hefteya Mafên Mirovan, têkildarî binpêkirinên li girtîgehan panelek li dar xistin. Panel, li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Rihayê li dar xistin û Hevseroka Giştî ya OHDê Ekîn Yeter, Rêvebera Şaxa OHDa Enqereyê Nîlay Nayman û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk weke axêver tev li bûn.
Panel, bi moderatoriya Rêvebera Rêveberiya Navendî ya OHDê Ayşe Şehrîban Demîrel ve hate lidarxistin û gelek kes tev li bûn.

Tecrîd li hemû girtîgehan belav dibe

Hevseroka Giştî ya OHDê Ekîn Yeter rabûrdiya dîrokî ya girtîgehan û cezakirinê vegot û wiha axivî: “Xetere heye ku hemû girtîgeh veguherin Girtîgeha Îmraliyê. Tecrîda ku çavkaniya xwe ji Îmraliyê li girtîgehan belav dibe. Girtiyên li girtîgehan êdî dema nameyan dişînin, dibêjin ew di binê bîrê de ne. Hemû mafên girtiyan hatine tunekirin. Girtiyên siyasî rastî îşkenceyê tên.”

Poşmaniyê li kesên 30 sal in girtî ye ferz dike

Nîlay Nayman jî bal kişand ser binpêkirinên ji ber lijneyên îdare û çavdêriyê rû didin û wiha got: “Di serî de tecrîd û taloqkirina tehliyeyan, gelek binpêkirinên mafan li girtîgehan hene. Lijneyên îdare û çavdêriyê krîterên beradayî dixin meriyetê. Xespkirina azadiyê, mezintirîn binpêkirina maf e. Yek ji van krîteran jî zexta poşmantiyê ye. Girtiyek 30 salan di girtîgehê de ye û zexta poşmantiyê lê dike. Gelo pîvana poşmantiyê çi ye? Sepaneke keyfî ya li dijî girtiyên siyasî ye û dixwazin serî pê bidin tewandin. Hiqûqa dijminatiyê di meriyetê de ye. Rejîmeke bi hiqûqa xwe nake li holê ye.”

Abdullah Ocalan aktorekî polîtîk e

Parêzer Raziye Ozturk jî bal kişand ser pergala tecrîdê ya li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û “Mafê hêviyê.” Raziye Ozturk, wiha domand: “Tecrîd, rewşeke li dijî mirovahiyê ye û di hiqûqê de nîne. Heta mirov pergala îşkenceyê ya Îmraliyê nezane, mirov nikare qala tecrîdê bike. Ji sala 1999an ve di meriyetê de ye û gav bi gav hate girankirin. Ev, weke tecrîda mutleq domiya. Revandina birêz Ocalan, ragirtina wî ya li Îmraliyê veguherî pêvajoya agahîjênegirtinê. Mirov nikare bibêje ev hiqûqî ye. Nêzikatiya li dijî Îmraliyê bi temamî siyasî ye. Devlet Bahçelî li xwe mikûr hat ku tecrîdê disepînin. Tevî vê mikûrhatinê jî tecrîd didome. Sepanên li Îmraliyê, hiqûqa dijminatiyê jî derbas kirine. Li Îmraliyê pergaleke bêkontrol ava kirine. Tiştên li Îmraliyê tên kirin, îşkence ye. Pergala li Îmraliyê, li gorî kuştina bi demê re hatiye vehêlandin e. Lê li dijî vê berxwedanek heye. Ev pergal belav dibe. Girtina berçavkekê ya ji bo Îmraliyê jî piştî têkoşîneke cidî dibe. Birêz Ocalan, kirdeyeke polîtîk e.”

Raziye Ozturk, têkildarî hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re û tecrîdê agahî da.

Etîket: Ekîn yeterNîlay NaymanRaziye Ozturk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Ew bûye heviya gelên Rojhilata Navîn’

‘Ew bûye heviya gelên Rojhilata Navîn’

31 GULAN 2025
Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li dozgeriyê dan

Parêzerên Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê dan

14 ÇILE 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çapemeniya azad stûnek xwe winda kir: Osman Kiliç wek akademiya ragihandinê bû

    Çapemeniya azad stûnek xwe winda kir: Osman Kiliç wek akademiya ragihandinê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Bakurê Kurdistanê derbasî Kobanê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xebatkarê çanda Kurdî Evdirehman Zal koça dawî kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şîrîn Altay: Atmosfera aştiyê ya li derve di girtîgehan de tune ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurdên li Rojhilat di şertên şer de pêşwaziya Newrozê dikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Newroza Amedê silava dawî ya hunermendekî mezin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 14ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîroka herî biêş ya Helebceyê: Zarokên winda

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê rojnameger Osman Kiliç li Amedê hate pêşwazîkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (545)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne