Wan – Parêzer Veysî Guneş bal kişand ser tecrîda ku li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan tê meşandin û destnîşan kir ku yekane mixatabê çareseriyê Abdullah Ocalan e. Veysî Guneş, bibîr xist ku pêwiste Tirkiye li gorî makezagon û qanûnan tevbigere û got: “Tecrîd didome, divê têkoşîn jî xurt bibe. Divê mafê hêviyê yê Ocalan bidin wî”
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji 15ê Sibata 1999an de li Girava Îmraliyê di yek hucreyê de di şertê tecrîdê de girtin. 45 meh in tecrîdek giran li ser Abdullah Ocalan tê meşandin. Her çend parêzer, malbat û heyetên ku dixwazin biçin Îmraliyê serî li rayedaran didin jî hemû serlêdan têne redkirin.
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin didome. Herî dawî di 23yê Cotmehê de parlementerê DEM Partiyê Omer Ocalan li ser navê malbatê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re kir û çend peyamên Ocalan ji raya giştî re ragihandibû. Piştî vê hevdîtinê hêviyên çareseriyeke demokratîk û aştiyane derketibû holê. Lê ji wê rojê û şûnde ti hevdîtinên din nehatine kirin û pêvajoya ku hêvî dida gelan ji holê rabû. Di vê pêvajoyê de mafê hêviyê jî hat rojevê ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18ê adara 2014an de cezayê muebbeda giran ê bêyî mafê berdana bişert ê li Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hatiye birîn, ji ber “Mafê hêviyê” weke binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) qebûl kir.
Li ser mijara tecrîd û mafê hêviyê parêzer Veysî Guneş ji ajansa me re axivî û behsa şert û mercên mafê hêviyê kir.
Veysî Guneş, ewilî bal kişand ser têgeha tecrîdê û da zanîn ku tecrit wekî têgeh cûdakirin û dûrxistina kesan tê pênasekirin. Veysî Guneş, anî ziman ku bi awayekî hiqûqî tecrît, polîtîkayeke pergela girtigehan a kesên ku ji bo xwe xetere û tehdît dibîne, îzole dike û têkiliya wî/ê ya civakî, sîyasî û mirovî qut dike û dixwaze wê tehdîtê ji holê rake. Veysî Guneş, diyar kir ku tecrît dûrxistina ji heqîqetê ye û ev tişt got: “Heke mirov bi wan têkiliyên civakî, siyasî û mirovî dûr bikeve, weke ku mirov ji mirovahiyê dûr dikeve. Rewşa ku niha bi şexsê Birêz Ocalan de tê jiyîn jî ev tişte. Pergela devleta Tirk dixwaze Brêz Ocalan ji têkiliyên wî yên civakî, mirovî, siyasî û ji heqîqeta wî dûr bixwe. Dadgeha mafê mirovan a Ewrûpayê tecrît wekî îşkence, pêk hatineke derveyî hiqûqê û derveyî mirovahiyê pênase dike. Tecrîta li ser Birêz Ocalan tê meşandin jî bê hiqûqî û ji derveyî mirovatiyê ye.”
‘Dewletên Navneteweyî jî şîrikê pergala Îmraliyê ne’
Veysî Guneş, destnîşan kir ku pergela Îmraliyê pergaleke taybet e û di nava komîsyona avakirina pergela îmraliyê de tenê Komara Tirkiyê nîne. Veysî Guneş, bi bîr xist ku devletên navneteweyî jî şîrikê pergala Îmraliyê ne û di pergela Îmraliyê de bi destên van devletan hiqûq ji holê hatiye rakirin. Veysî Guneş, diyar kir ku tecrît di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de hem li ser civaka Kurd hem jî civaka Tirkiyêyê tê meşandin û wiha berdewam kir: “Dewletên ku di avakirina pergela îmraliyê de cih girtine fikir, raman û sekna Birêz Ocalan ji xwe re weke tehdît dibînin. Bi vê tecrîdê jî dixwazên Birêz Abdullah Ocalan ji gel dûr bixwin û bidin ji bîr kirin. 26 sal in tecrîd berdewam dike û ev 44-5 mehên dawî jî tecrît bêtir giran bûye.” Veysî Guneş, destnîşan kir ku Abdullah Ocalan nikare hem bi malbat hem jî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û got: “Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî Birêz Abdullah Ocalan, nêzîkatiya li hemberî pirsgirêka Kurd jî nişan dide. Birêz Ocalan bi paradigmaya xwe ve xelekeke aşitî û demokrasiyê ava kiriye û civak jî piştgiriyê dide Birêz Abdullah Ocalan. Divê ev tecrita li ser Birêz Abdullah Ocalan bê rakirin ku bikari be rola xwe ye siyasî û civakî pêk bîne.”
‘Berxwedana Abdullah Ocalan komplo têk bir’
Di berdewamiya axaftina xwe de Veysî Guneş, bi lêv kir ku Abdullah Ocalan bi fikir û ramanên afirandiye û bi berxwedana ku dimeşîne pergela heyî tengav kiriye. Veysî Guneş, anî ziman ku nêzî 26 sal e tecrît heye û da zanîn ku li dijî vê tecrîdê berxwedanek jî her tim hebû û ev berxwedan hêj jî berdewam dike. Veysî Guneş, destnîşan kir ku zêdeyî salekê ye gel azadiya Ocalan a fîzîkî dixwazin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di şexsê Birêz Ocalan de ew berxwedana ku hate meşandin komploya navnetewî jî vala derxist. Herî dawî jî buyerên li Rojhilata Navîn diqewimin nîşan dide ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelan fikr û ramanên Birêz Ocalan çi qas girîng e. Divê fikr û ramanên Birêz Ocalan bigihêje derve. Hevdîtina ku bi parlementerê DEM Partiyê Omer Ocalan hat kirin û destûr dayîn jî bi vê tekoşîna gel pêk hat. Ev hevdîtina hat kirin nayê wateya ku tecrît hatiye şikandin. Dibe ku dewlet bi avayekî şerê taybet jî ev hevdîtin pêk anî be ku dîmene ke çareserî heye derxe holê û berjewendiyên xwe pêk bîne. Lê Birêz Ocalan jî weke peyama xwe de gotî tecrît berdewam dike. Divê tekoşîna ku li hember tecrîtê bêtir xurt bibe û tecrît bê şikandin.”
‘Dewletê seknek zelal nîşan neda’
Prz. Veysî Guneş bal kişand ser berteka dewletê ya li dijî peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û wiha pêde çû: “Di hevdîtinê de Abdullah Ocalan dibêje ‘Heke derfet bên avakirin hêza min a teorîk û pratîk heye ku ez pirsgirêka Kurd bi avayekî siyasî û hiqûqi çareser bikim’ Gelê Kurd û sazî û dezgehên din jî ji bo çareseriyê weke mixatap Birêz Abdullah Ocalan dibîne û sekna xwe diyar kirin. Me dît ku dewletê li hember vê peyam û sekna Birêz Abdullah Ocalan sekneke vekirî û vîneke çareseriyê neda xûya kirin. Hêj jî polîtîkayên xapandin, tunekirin û qirkirina Kurdan berdewam dike. Divê li hember vê sekna demokratîk a Birêz Abdullah Ocalan, dewlet jî derfetan ava bike ku Birêz Abdullah Ocalan rola xwe bilîze. Hemû kes dizane ku yekane çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêka çareseriya demokrasiya Tirkiyê Birêz Abdullah Ocalan e.”
‘Divê Tirkiye zagonên xwe biguherîne’
Prz. Veysî Guneş, di berdewamiyê de bal kişand ser “mafê hêviyê” û da zanîn ku dewleta Tirkiyeyê bi avayekî veşartî heya cihekî mafên hêviyê qebûl kiriye û wiha lê zêde kir: “Dema mijar dibe Kurd û Abdullah Ocalan dewleta Tirk bi avayekî tunne hesibandin nêzîk mijaran dibe. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) der barê mafê hêviyê de biryarekî vekirî pênase kiriye. Li gorî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kesên ku 25 salên xwe di girtîgehê de derbas kiriye dikarin daxwaza mafê derketina girtîgehê bike. Bi taybet derbarê Birêz Abdullah Ocalan de jî biryarek heye divê Dewleta Tirk şert û mercên berdana Birêz Abdullah Ocalan li gorî kanûnên xwe cih bîne.”
‘Divê azadiya fîzîkî pêk bê’
Veysî Guneş, got ku DMMEyê biryara mafên hêviyê daye Abdullah Ocalan û divê Dewleta Tirk jî vê biryarê qebûl bike. Veysî Guneş, anî ziman ku ji ber 25 salên Abdullah Ocalan di girtîgehê de derbas bûye, divê azadiya wî ya fîzîkî pêk were û wiha pêde çû: “Herî dawî nîqaşên mafên hêviyê bi aliye serokê MHPê Devlet Bahçelî ve jî hat ser ziman û Devlet Bahçelî jî ev tişt qebûl kir. Ev jî nişan dide ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd yekane mixatap Birêz Abdullah Ocalan e. Ev nîqaşên ku demên dawiyêde nîşan dide û bi rêya dewletê ve jî hat qebûl kirin ku 26 sal e li ser Birêz Abdullah Ocalan bi avayekî sîstematîk û dijhiqûqî tecrîd tê meşandin. Dewleta Tirk fikr û ramanên Birêz Abdullah Ocalan ditirse û wan jî qebûl kir ku ew bi avayekî keyfî têkîliya Birêz Abdullah Ocalan ji malbat, parêzer û civakê qût dikin. 3 xal hene ku Dewleta Tirk bi niqaşên herî dawî ev xal qebûl kirin. Yek, di çareseriya pirsgirêka Kurd de mixatap Birêz Abdullah Ocalan e. Du, tecrît bi avayekî sîstematîk li ser Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin û sê jî mafê hêviyê bi avayekî keyfî û dijhiqûqî ji bo Birêz Abdullah Ocalan nayê qebûl kirin. Li hemberî van polîtîkayên tine hesibandinê divê gelê Kurd, hiqûqnas û kesên ku demokrasiyê dixwazin bertek nîşan bidin û bi her awayî tekoşîna xwe xurtir bikin ku ev tecrîd ji holê rabe.”
‘Divê hertim rojeva tecrîdê germ bê girtin’
Herî dawî Veysî Guneş, bal kişand ser pêkanîna mafê hêviyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo pêkanina mafê hêviyê divê tekoşînekî hevbeş hem ji aliye gel hem jî ji aliye sîyasetmedaran ve bê meşandin. Divê Dewleta Tirk jî li gorî makezagûn, qanûn û biryara DMMEyê tevbigere û dev ji nêzîkatiyên şaş berde. Divê hertim rojeva tecrîdê germ bê girtin.”