Wan – Beytar Cîhat Ayar ku li navçeyên Ebex û Erdîşê yên Wanê beytariyê dike, diyar kir ku li Herêma Serhedê ji ber koçberiya ji gundan, qedexeyên zozanan, qirîza aborî û nexweşiyan, her diçe sewalkarî kêm dibe.
Li herêma Serhedê çanda sewalkariyê didome. Sewalkarî pareke mezin a çavkaniya debarê ye. Li bajarên Erzirom, Qers û Agirî sewalkariya dewaran (çêlek, hesp hwd.) tê kirin. Li bajarê Wan, Agirî, Mûş, Bedlîs jî sewalkariya pez (mih, bizin hwd.) tê kirin. Li gorî daneyên fermî yên Tirkiyeyê û çavderiyên welatî û beytaran her sal asta sewalkariyê dikeve. Sedema vê yekê jî koçberiya ji gundan ber bi bajar û metrepolan ve, bajarîbûyîn, qedexeyên li zozanan tê dîtin. Dîsa nexweşiyên di nava sewalan de rû didin jî dibin sedema kêmbûna sewalkariyê. Li navçeya Ebexê ya Wanê sewalkarî beşeke mezin ya jiyanê ye û debara navçeyê ji sedî 70ê ji sewalkariyê tê. Zozanên mezin û deştên berfireh yên Ebexê ji bo sewalkariyê derfeteke mezin e. Lê ji ber qedexeya zozanan û koçberiyê sewalkarî kêm dibe.
Li Serhedê sewalkarî 3 beş in
Beytar Cîhat Ayar ku li navçeya Ebexê û Erdîşê beytariyê dike, ji bo ajansa me behsa sedemên kêmbûna sewalkariyê û nexweşiyên rû didin kir. Cîhat Ayar, Beşa Beytariyê ya Zanîngeha Kafkasyayê ya Qersê qedandiye û ev 6 sal in jî weke beytar li herêmê dixebite. Cîhat Ayar, da zanîn ku Serhed bi deşt û zozanên xwe, bi çiya û mêrgên xwe tê nasîn û ev yek derfetê dide ku gelek cureyên sewalan li herêmê bên xwedîkirin. Cîhat Ayar, sewalkariya li Serhedê weke 3 beşan ji hev qût dike û got: “Yekemîn sewalkariya mezin an jî sewalkariya dewaran e, ya duyemîn sewalkariya biçûk ku mih û bizin di vê beşê de ne û ya sêyemîn jî mêşvanî ye. Ji aliyê sewalkariya mezin ve Erzirom, Qers û Agirî di asta herî jor de ne û ev yek li gorî saziya îstatîstîkê ya TUÎKê jî wiha ye. Ji aliyê sewalkariya biçûk ve jî Wan bi tena serê xwe cihekî mezin digire û di daneyên TUÎKê de jî di navbera salên 2023-2024an de nêzî 2 milyon û nîv sewalên biçûk li Wanê û derdorên wê tên xwedîkirin. Li herêma Colemêrg û Bedlîsê jî ji ber erdnigariya wan bizin gelek tên xwedîkirin. Mêşvanî jî zêdetir li Bedlîs, navçeyan Şax û Mîks ên Wanê û navçeya Şemzînan a Colemêrgê tê xwedîkirin.”
Sedama kêmbûna sewalkariyê
Cîhat Ayar, destnîşan kir ku her diçe sewalkariya li herêmê kêm dibe û da zanîn ku li gorî daneyên saziyên îstatîstîkan jî rêjeya sewalkariyê li Serhedê ji sedî 6 kêm bûye. Cîhat Ayar, sedemên vê yekê jî vegotin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Koçberiya ji gundan ber bi bajar û metrepolan ve sedema yekemîn e. Qedexekirina zozanan sedema duyemîn a kêmbûna sewalkariyê ye û welatî nikarin sewalên xwe biçerînin. Qirîza aborî jî sedemek e û lêçûnên pêdiviyan ên sewalkaran her ku diçe zêdetir dibe û bihayê van pêdiviyan jî gelek giran e. Dermanên sewalan, yêm, giya û pêdiviyên zivistanê ji bo sewalkaran bareke giran e.”
Nexweşiyên sewalên mezin
Cîhat Ayar, bal kişand ser nexweşiyên di nava sewalan de derdikevin û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Tevî van pirsgirêkan nexweşî jî her ku diçe zêdetir dibe. Ji ber xizmetên beytariyê yên kêm nexweşî zêde dibin. Nexweşî li gorî cureya sewalan diguhere û di nava sewalkariya mezin de herî zêde nexweşiya şabê rû dide. Ev nexweşî bi dev û lingên sewalan dikeve. Nexweşiya birûselayê jî gelek zêde tê dîtin. Bakteriyeke ku dibe sedema vê nexweşiyê û ev nexweşî jî dibe sedem ku ber bi zayinê ve sewal ber bavêjin ankû çêleyên sewalan di zikê wan de dimirin. Nexweşiya tuberkulozê jî gelek zêde di nava sewalên mezin de tê dîtin. Nexweşiyeke din jî nexweşiya guhanan e. Ji ber ku nexweşî bi guhanan dikeve, sewalkar nikarin dewar an jî çêlekên xwe bidoşin û ev yek jî dibe sedema kêmbûna aboriyê.”
Nexweşiyên sewalên biçûk
Cîhat Ayar, behsa nexweşiyên di nava sewalên biçûk de derdikevin jî kir û wiha pê de çû: “Nexweşiya yekemîn ya sewalên biçûk veba ankû pîpîar e. Ev nexweşî taybet li berxan dikeve. Di nava berxên nû xwedê dide û heta yek saliyê rû dide û bi rêjeyeke mezin ya mirinê encam dibe. Ev nexweşî sedemeke mezin a kêmbûna sewalan e. Nexweşiya çîçekê jî heye û cihên kêm hirî heyî yên sewalan sorik ankû zirpik derdikevin. Di encama vê nexweşiyê de jî sewal bi taybetî jî pez ber diavêje. Birûsela weke sewalkariya mezin di nava sewalên biçûk de jî heye. Demsalên payîz û biharan de gelek sewal jehrî dibin. Ev jehrîbûyîne jî weke nexweşiyekê ye û di nava hinavên, ûr û roviyên sewalan de tê dîtin. Nexweşiya parazîtan, nexweşiya gêjbûnê, nexweşiya kîstan û nexweşiya kurman jî gelek tê dîtin.”
Çend pêşniyarî ji bo pêşîlêgirtina nexweşiyan
Cîhat Ayar, behsa pêşîlêgirtina van nexweşiyan jî kir û da zanîn ku divê ji bo sewalkaran ji aliyê desthilatê ve xizmeta beytariyê bê dayîn. Cîhat Ayar, gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Dema beran berdanê de divê aşiyên birûsela û çîçekê bên kirin. Her wiha dema sewalên ji derve tînin an jî dikirin, divê 15-20 rojan wan sewalan bikin karantînayê de. Divê di heman gavê de tev li keriyê sewalan neyên kirin da ku nexweşiyên di nava wan de heyî belavî hemû keriyê pez an jî dewaran nebe. Bila sewalkar jî têkiliyên xwe bi beytaran re qût nekin, gov an jî gomên xwe yên sewalan paqij bigirin da ku nexweşî nekevin di nava sewalan de. Divê şert û mercên xwedîkirina sewalan li gorî standartekê be.”