Di navbera salên 2019-2024an de di serdema duyemîn a qeyûman de, herî kêm 128 milkên şaredariyan pêşkêşî rêxistinên sivîl ên girêdayî AKPê, qeymeqamî û wezaretan hatine kirin. Piştî DEM Partiyê şaredarî cardin qenenc kirin li meclisên şaredariyê li dijî talanê biryar hatin girtin. Her wiha di heman demê de doz hatin vekirin. Lê heta niha dadgehan bi giranî xwesteka şaredariyan red kir û derbarê domandina talanê de biryar girtin.
Di serdema qeyûman de, derbarê dewrkirina mal û milkên gumanbar an jî negumanbar ên şaredariyan ji bo saziyên cuda, xebateke berfireh hat amadekirin. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di xebata ku ji aliyê Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anatoliyayê (GABB) ve hate amadekirin de, derbarê terxankirin, pêvajoyên hiqûqî û encamên wan de hûrgiliyên girîng cih girtin.
Xebat kîjan bajaran digire nav xwe?
Ev xebat serdema qeyûman a duyemîn a navbera salên 2019-2024an dinirxîne. Di raporê de rewşa van şaredariyan hatiye lêkolînkirin: Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Peyas, Rezan, Yenîşehîr, Karaz, Hênê, Erxenî; Wan/Rêya Armûşê, Ebex, Artemêt, Bêgirî, Payîzava; Mûş, Gimgim, Kop, Şirnex/Cizîr, Colemêrg/Gever, Mêrdîn/Şemrex, Dêrik; Agirî/Giyadîn û milkên aîdî GABBê bi xwe.
Li şaredariyên hêj xespkirî ne rewş nayê zanîn
Şaredariyên wekî Wan Bajarê Mezin, Mêrdîn Bajarê Mezin, Sêrt, Êlih, Dêrsim, Colemêrg, Xelfetî, Mixs û Qaxizman ji ber ku di dema amadekirina raporê de hîn di bin rêveberiya qeyûman de bûn, ji dervayî xebatê hatine girtin.
Qeyûman milkên gel diyarî saziyên xwe kirin!
Beşek mezin a milkên ku hatine terxankirin û dewrkirin ev in: Malên Piştgiriya Jinan, Zarokistan / Navendên Jiyana Zarokan, Navendên Çand û Hunerê, Malên Şînê, Navendên Jiyana Bêasteng, Kompleksên Werzişê, Tesîsên Civakî, Pirtûkxane û Erseyê aîdî şaredariyan.
Amed di rêza yekem de ye
Di rêze pêş a saziyên qeyûman milk ji bo wan terxankirine de qeymeqamî û Weqfên Piştevanî û Alîkariya Civakî (SYDV) yên girêdayî wan û wezaretên dewletê tên. Bajarê ku terxankirin lê herî zêde Amed e. Li gorî raporê şaredarên milkên wan herî zêde hatine talan kirin wiha ne;
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê: 17 milkên negumanbar
Şaredariya Peyasê: 32 milkên negumanbar
Şaredariya Yenîşehîrê: 10 milkên negumanbar û alavên veguhastinê
Biryarên betalkirinê li dadgehê qelibîn
Piştî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an, Hevşaredarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) wekî gava yekem bi biryarên meclîsê ev terxankirin betal kirin. Her wiha şaredariyan bi daxwaza rawestandina van biryaran li dadgehên îdarî dozên betalkirinê vekirin.
Dadgeh li pişt qeyûman in!
Di xebatê de derbarê vê pêvajoyê de agahiyên berfireh hatin dayîn. Ji bo betalkirina terxankirinê bi giştî 71 doz hatin vekirin. Ji van 61 doz li dijî şaredariyan, bi neyînî encam bûn. Tenê 5 doz li gorî daxwaza şaredariyan bi dawî bûn. 5 dosye hîn di qonaxa dadgeha herêmî de ne.
Ji dozên lehê tenê 2 jê hatin mîsogerkirin
Ji 66 dosyeyên ku dadgeha herêmî biryar daye, aliyan serî li dadgeha îstînafê dan. Di dosyeya Şaredariya Geverê de biryara lehê ya dadgeha herêmî, piştî lêkolîna îstînafê li dijî şaredariyê hate guhertin. Lêkolîna îstînafê ya dosyeya Navenda Jinan a Cerenê ya Şaredariya Peyasê û dosyeya Şaredariya Hênê berdewam dikin. Tenê dosyeya Akademiya Rêveberiyên Herêmî ya GABBê û dosyeya Mala Şînê ya Karazê li îstînafê bi awayekî teqez li gorî xwesteka şaredariyan de bi dawî bûn.
35 dosye di qonaxa lêkolînê de ne
Hêj 35 dosye di qonaxa lêkolîna îstînafê de ne. Ji 31 dosyeyan 29 jê li dijî şaredariyan bi encam bûn. Sedema biryarên li dijî şaredariyan ew e ku “delîlek tune ye ku ev milk ji derveyî armanca xwe tên bikaranîn.”
Milkên ji şaredariyan hatine xespkirin wiha ne:
17 milkên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatine terxankirin. Di nav wan de Tesîsên Civakî yên Devegeçidî û Gezinê jî hene. Rêveberiya nû ji bo îadekirina van 12 biryarên meclîsê girtin û doz vekirin. Lê dozên 13 milkan li dijî şaredariyê bi encam bûn û serlêdanên îstînafê hatin redkirin. Ev milk wiha ne:
Qampa Gezînê (Xarpêt/Gezin): Dane Midûriyeta Werzişê û Ciwaniyê ya Bajar.
Malên Zanînê yên Alî Emîrî, Akademiya Lîseyê ya Alî Gaffar Okan, Pirtûkxaneya Temapark, Parka Biratiyê, Pirtûkxaneya Qada Bajêr: Dan Midûriyeta Perwerdeyê ya Bajar.
Parka Ekolojîk a Batikentê: Dane Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar.
Erseyek li Taxa Camî ya Navçeya Hezoyê: Dane Midûriyeta Werzişê.
Du erseyên li Yenîmeheleya Navçeya Pasûrê: Dan Wezareta Werzişê.
Erseyek li Taxa Peyasê ya Navçeya Peyasê: Dane Muftîtiya Navçeya Peyasê.
Sihayên fitbolê, sihayên basketbol û tenîsê y3en li Taxa Yenîşehîrê ya Navçeya Licê: Dane Midûriyeta Werzişê.
WCya li Parqa Temayê ya Taxa Firata Navçeya Peyasê: Dane Muftîtiya Navçeyê.
Pêvajoya îstînafê ya 4 milkên wekî Devegeçidi, Sevgi Evleri, Avahiya Xizmetê ya li Surê/Camîîkebîr, Erseya Şankuş/Çunguşê berdewam dike.
Şaredariya Peyasê jî talan kirine
Peyas şaredariya ku herî zêde rastî bandora vê transfera malûmilkan hatiye ye. Ji avahiya xizmetê heta kompleksên werzişê, ji navendên çandê heta malên şînê 32 milkên wê hatin terxankirin. 16 milk rasterast dan qeymeqamiyê, 6 milk jî dan SYDVê. Ji bo van 31 doz hatin vekirin. Ji bo Navenda Jinan a Cerenê 3 dozên cuda hatin dîtin. Di doza yekem de biryara lehê hat dayîn, lê weqfê îtîraz kir û îtîraz hat qebûlkirin. Pêvajo li îstînafê ye. Rewşeke wiha ji bo Navenda Çandê ya Cegerxwîn jî pêk hat.
Saziyên dewletê dayîna avahiyên şaredariyê red dikin
Milkan li îstînafê mîsoger bûn (11 doz): Avahiya Kevn a Şaredariyê, Erseya li Taxa Kayapınarê, Malên şînê yên taxên Bariş, Medya, Mezopotamya, Talaytepe, Pirtûkxaneya Fıratê, Mala Xwendinê ya Medyayê, Navenda Desteka Malbatê û Navenda Çandê ya Cegerxwîn (beşa ku dan Wezareta Perwerdeyê).
Dadgeh biryarên li dijî şaredariyan didin
Doza hind avahî û milkan li îstînafê berdewam dikin: Zarokistan, Kompleksa Werzişê ya li Taxa Peyasê, Pirtûkxaneya Nazim Hikmet, Navenda Jinan a Cerenê, Pirtûkxaneya Oyuncak, Salonên xwendinê yên Bariş û Talaytepeyê.
Şaredariya Yenîşehîrê şelandine
Ji vir jî 10 milk ji bo rêxistinên AKPê û saziyên dewletê hatin terxankirin. Ji dozên şaredariyên DEM Partiyê li dijî vê talanê vekirîn, 9 li dijî şaredariyê bi encam bûn, 8 jê li îstînafê jî li dijî şaredariyan bi encam bûn. Dozên encam bûyîn wiha ne: Pirtûkxaneyên Ahî Evran, Seyrantepe TOKÎ, Navenda Jiyana Bêasteng a Ahî Evran, Pirtûkxaneya Nev Mekan, Pirtûkxaneya Îlk Bahar.
Wesayît jî pêşkêş kirine
Ligel mal û milkan gelek wesayît jî hatine pêşkêş kirin. 6 wesayîtên kar û binek hatin dewrkirin. 3 wesayît dan Şaredariya Samsatê ya Semsûrê, 3 dan qeymeqamiyê. Wesayîtên qeymeqamiyê piştî nivîsandinan hatin vegerandin.
Ligel biryara dadgehê jî saziyan dewir nakin
Di encama dozên şaredariyan vekirin de gelek kêm avahî û milk paşve hatin dayîn. Lê vê carê avahiyên ev der dagir kirine, van saziyan dagir dikin. SYDV tevî ku dema terxankirinê qediya ye jî, 2 avahiyên li Werçerxa Nûrî Dêrsimî û Taxa Fabrîkayê vala nake.
Şaredariyek ne şelandîn ne maye
Qeyûman li tevahiya şaredariyan heman talangerî û şelandin pêk anîne. Şaredariyên din ên ji hêla qeyûman ve hatine şelandin wiha ne:
Şaredariya Rezan: 2 erseyên ku di 2016an de ji bo avahiya akademiyê û avahiya xizmetê dan GABBê, di 2021an de ji aliyê qeyûm ve hatin betalkirin û dan Midûriyeta Perwerdehiyê. Her du erse niha ji nû ve dan GABBê.
Şaredariya Karazê: Qata jorîn a Mala Şînê ya Navendî, dan SYDVê. Meclîsê ev biryar betal kir. Doza weqfê hate redkirin û biryar li îstînafê mîsoger bû. Ev yek ji du dozên ku şaredariyê bi awayekî teqez qezenc kiriye ye.
Şaredariya Hênê: 5 milk hatin terxankirin. Yek bi hevdîtinan hat vegerandin. Ji bo 4 milkan doz berdewam dikin. Doza Navenda Çandê ya Necip Fazil li gorî berjewendiya şaredariyê bi dawî bû.
Şaredariya Erxenî: Milkek dan Midûriyeta Tenduristiyê, 2 dane Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî.
Şaredariya Rêya Armûşê: Pirtûkxaneyek dan Midûriyeta Çandê, serlêdana îstînafê hate redkirin.
Şaredariya Ebexê: Navenda Ciwanan û Kompleksa Werzişê dan qeymeqamiyê. Pêvajoya valakirinê dest pê dike.
Şaredariya Artemêta: 2 milk dane Muftîtiyê û SYDVê.
Şaredariya Bêgiriyê: Daireyek dane Wezareta Malbatê, beşek ji avahiya şaredariyê dan SGKê, qata firinê dane Midûriyeta Werzişê û wesayîta pîkap dane Midûriyeta Ewlehiyê.
Şaredariya Gimgimê: 13 beşên li kargehekê dan Muftîtiyê, 6 milk dan SYDVê. Qatên kargeha şaredariyê dan SYDV û ADEMê. Her du sazî jî valakirina vira red dikin.
Şaredariya Cizîrê: Mala Şînê ya Taxa Cudî, Navenda Qursan a Konakê, Mala Dengbêjan û gelek erse dane muftî û wezaretan. Pêvajoyên îstînafê berdewam dikin.
Şaredariya Şemrexê: Pirtûkxane dane Wezareta Çandê. Doza şaredariya li dadgeha herêmî hate redkirin, niha li îstînafê ye.
Şaredariya Dêrikê: Navenda ciwanan, hewz û kortên tenîsê dan Midûriyeta Werzişê. Wesayîtek di 29ê Adara 2024an de dane qeymeqamiyê.
Şaredariya Geverê: Doza ku şaredariyê li dadgeha herêmî qezenc kiribû, li îstînafê li dijî şaredariyê hate guhertin.
Şaredariya Giyadînê: 5 milkên şaredariyê dane qeymeqamî û midûriyeta perwerdeyê. Şaredariyê li dijî vê doz vekir lê dadgeha herêmî daxwaza şaredariyê qebûl nekir. Doz niha li îstînafê ne.
Milkên GABBê: Akademiya Rêveberiyên Herêmî dewrî Midûriyeta Perwerdehiyê ya Bajar hate kirin. Avahiya Akademiyê ya GABBê wekî “Dibistana Îmam Hatîp a Hafiziyê” hatibû terxankirin. Meclîsa nû ya GABBê ev biryar betal kir. Dadgeha herêmî û îstînafê serlêdana Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî red kir. Bi Walîtî û Perwerdeyê re mutabakat pêk hat û avahî wê were valakirin.













