Sewalkarên ku bi minasebeta Cejna Qurbanê sewalên xwe anîne qada bazarê ya navçeya Peyasa Amedê diyar dikin ku îsal li gorî sala par sewalên wan nayên firotin û ji kok ve zerarê dikin.
Sewalkarên ku bi minasebeta Cejna Qurbanê li qada kirîn û firotinê ya qurbaniyan a li navçeya Peyasê sewalan difiroşin, diyar kirin ku di vê cejnê de kirîn û firotin tune ye û ji kok ve zerar dikin. Her sal bi minasebeta Cejna Qurbanê li bajar û navçeyan, qadên kirîn û firotina sewalan tên vekirin. Welatiyên ku sewalan xwedî dikin, ji bo firotina sewalên xwe yên nêr, li benda Cejna Qurbanê ne. 10 roj ango hefteyek beriya Cejna Qurbanê sewalên xwe ji gundan tînin bajêr û li qadên krîn û firotinê didin pêşandan. Sal bi sal ji ber qeyrana aborî êdî kirîn û firotina qurbaniyan kêm dibe.
Kesên sewalkar, ango yên sewalan xwedî dikin, îsal ji kirîn û firotina qurbaniyan nerazî ne. Sewalkar destnişan dikin ku ji ber qeyrana aborî zêde ye; ceh, nîsk, ka û hemû êmên sewalan deyn dikin. Sewalkar destnîşan dikin ku ceh bi deyn, gîskan bi deyn û her tiştî bi deyn dikirn û ji kok ve zerarê dikin.
Qeyranê li kezeba me daye
Sewalkar Meheme Alkan ê ku giskên xwe anîne bazarê, destnîşan dike ku di demsala zivistanê de bi halekî dijwar kar û giskan xwedî dikin û perişan dibin, lê dema tînin qada bazarê sewalên wan nayên firotin.
Sewalkar Miheme Alkan bibîr dixe ku ji ber êdî sewalkarî zerar e, dest ji sewalkariyê berdidin û dê biçin li bajaran hemaliyê bikin û wiha dibêje: “Ji ber qeyrana aborî em nikarin cil û solan ji xwe re bistînin. Qeyranê em perişan kirine. Mehê 75 hezaran em didin şivanan. Me 30 ton ceh kirî ye. Koka wan zerar e. Em di demsala zivistanê de li çiyayan di nava berfê de berîşan bûn, lê kiryar tên û dixwazin em gîskekî bi 10-15 hezaran bidin wan. Halê me ne tu hal e. Sala par ji îsal xweştir bûn. Sewalên ku biribûn Mêrsînê nayên firotin û wan dîsa paşve tînin. Cotkar êdî nikare zeviyê cot bike. Lîtreya masotê bûye 45 hezar. Cejn hat, lê mehîn sol ji xwe re nekiriye. Qeyranê li kezeba me xistiye.”
3 roj in hîn 3 kar nefirotine
Sewalkar Xelîl Kara jî anî ziman ku sal ji salê xerabtir e û got: “Kiryar tên dixwazin em gîskekî 12 hezaran dixwazin. Torbeyê êm sala par bi 350 hezarî bû, niha bûye 700 hezar tl. Ka hîn buhayê wê ne diyar e. Min ji bo firotinê 30 kar kirine. 3 roj in li vir in, lê min hîn 3 kar nefirotine. Rojê 10 karan jî bifiroşim xelas nake.”
Dinêrin, lê nakirin
Sewalkar Xiyasedîn Kose jî anî ziman ku îsal firotin kêm e. Sewalkar Sînan Kara jî diyar kir ku wan karên xwe ji gundê Kevirê Reş ê Qerejdaxê anîne û wiha got: “Îsal kirîn pir kêm e. Mirov tên bazar dikin, lê buha ji bo wan zêde ye. Li bazarê digerin, dinerin, lê nakirin û diçin. Li gorî sala par îsal firotin pir kêm e. Me nêzî 40 gîskî anîne vir. 3 roj in em li vir in, lê me hîn 3 heb nifirotine.”