Rapora Komîsyona Meclîsê di pergala darizandinê de guhertinên bingehîn pêşniyar dike. Rapor ji berdana girtiyên nexweş heta vegera siyasetmedarên li dervayî welat, derbarê gelek bêhiqûqiyan sererastkirinan di nava xwe de dihewîne.
Rapora hevpar a Komîsyona Meclîsê ku ji 7 xal û 60 rûpelan pêk tê, giraniyê dide ser sererastkirinên qanûnî. Di raporê de tê xwestin ku qanûnên înfazê di çarçoveya pîvanên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn de ji nû ve werin sererastkirin.
“Mafê jiyanê li ser her tiştî ye”
Di raporê de xala herî li pêş “mafê jiyanê” ye. Li gorî vê xalê hemû girtiyên nexweş û temenmezin bêyî tu astengiyên burokratîk û siyasî dê werin berdan. Lijneyên ku berdana girtiyan asteng dike dê were guhertin. Bi vê sererastkirinê dê hezaran girtiyên siyasî werin berdan.
TMK û TCK têne guhertin
Rapor balê dikşîne ser Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK) ku bi salan e wekî “şûrê serê Kurdan” tê pênasekirin. Tê pêşniyar kirin ku pênaseyên “terorê” ya ji bo gelek xebatan tê bikaranîn dê were tengkirin. Bi vê gavê re, gelek xebatên siyasî yên weke sûc hatine hesibandin dê were sererastkirin û dê dozên ji ber vê pênase û nirxandinê hatine destpêkirin wê bikevin.
Yek ji xalên herî girîng ên raporê, “esasgirtina darizandina bêgirtin” e. Ev biryar rasterast hezaran siyasetmedarên ji ber metirsiya girtinê, derketina derveyî welat eleqedar dike. Halê hazir hezaran girtî bi demdirêjî tên darizandin û darizandin bi dema dirêj ve dibe cezakirinek bêhiqûqî. Bi guhertina pîvanên darizandinê re dê gelek dosyayên siyasî ji holê rabin. Siyasetmedarên di sirgûnê de ne, dê bikaribin bi ewlehî vegerin welat û beşdarî pêvajoya siyasî bibin.
Darizandin dê bêgirtin bên kirin
Komîsyon dixwaze ku “girtin” bibe tedbîra herî dawî. Heke ev pêşniyar bibe qanûn dê şaredar, parlamenter, siyasetmedar û nûnerên saziyên civakî bêyî girtin, bên darizandin.













