• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bi tîfaqa Kurd û Tirkan wê demokrasî were Rojhilata Navîn

    Bi tîfaqa Kurd û Tirkan wê demokrasî were Rojhilata Navîn

    Rapora 9 girtîgehan hat eşkerekirin

    Rapora 9 girtîgehan hat eşkerekirin

    Rayedara Amerîkî Bagley serdana deriyên li ser sînorê Başûr û Rojava kir

    Rayedara Amerîkî Bagley serdana deriyên li ser sînorê Başûr û Rojava kir

    Girtîgeha Samsûnê mafên girtiyan binpê dike

    Girtîgeha Samsûnê mafên girtiyan binpê dike

    Dayikên Aştiyê: Em dixwazin biçin Îmraliyê û Serokê xwe bibînin

    Dayikên Aştiyê: Em dixwazin biçin Îmraliyê û Serokê xwe bibînin

    Serlêdan heye lê bersiv tune

    Serlêdan heye lê bersiv tune

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bi tîfaqa Kurd û Tirkan wê demokrasî were Rojhilata Navîn

    Bi tîfaqa Kurd û Tirkan wê demokrasî were Rojhilata Navîn

    Rapora 9 girtîgehan hat eşkerekirin

    Rapora 9 girtîgehan hat eşkerekirin

    Rayedara Amerîkî Bagley serdana deriyên li ser sînorê Başûr û Rojava kir

    Rayedara Amerîkî Bagley serdana deriyên li ser sînorê Başûr û Rojava kir

    Girtîgeha Samsûnê mafên girtiyan binpê dike

    Girtîgeha Samsûnê mafên girtiyan binpê dike

    Dayikên Aştiyê: Em dixwazin biçin Îmraliyê û Serokê xwe bibînin

    Dayikên Aştiyê: Em dixwazin biçin Îmraliyê û Serokê xwe bibînin

    Serlêdan heye lê bersiv tune

    Serlêdan heye lê bersiv tune

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rapora 9 girtîgehan hat eşkerekirin

Wan / AW

11 KANÛN 2025 - 14:37
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
TUHAY-DER, OHD, TÎHV, Baroya Wanê, SES û Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê têkildarî 9 girtîgehên li herêma Serhed û Behra Reş de raporek amade kirin û destnîşan kirin ku li girtîgehên ewlehiya bilind de mafên girtiyan tê binpêkirin.

Şaxa Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) a Wanê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Baroya Wanê, Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES) û Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê piştî lêkolîna 9 girtîgehên li herêmên Serhed û Behra Reş raporek amadekirin. Rapora ku li ser Girtîgehên Ewlehiya Bilind ên Tîpa F ya Wanê, Wan, Xelat, Tîpa T ya Beşîkdûzû, Patnos, Kalkandere, Tîpa L ya Gîresûn Espiye û Tîpa S ya Îdirê hatiye amadekirin, li Eywana Konferansê ya Tahir Elçî ya Baroya Wanê bi daxuyaniyekê hat eşkerekirin. Rêveber û endamên saziyên rapor amadekirine tev li daxuyaniyê bûn.

‘Li gelek girtîgehan name û pirtûkên Kurdî 6 sal in nehatine dayîn’

Endamê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê Halîl Kaya ku rapor xwend, diyar kir ku li hemû girtîgehên ku hatine kontrolkirin, veguhestina nexweşan dereng maye, di hin rewşan de qet nehatiye kirin û girtiyên nexweş ên ku lêgerîna devkî red kirine, nehatine veguhestin. Halîl Kaya diyar kir ku li van girtîgehan kotayek ji 3 heta 10 pirtûkan hatiye sepandin û li gelek girtîgehan, pirtûk û nameyên Kurdî 6 sal in nehatine dayîn. Halîl Kaya destnîşan kir ku rojnameyên muxalîf ên wekî Yenî Yaşam, Evrensel û Bîrgun ji girtiyan re nehatine dayîn û got: “Li piraniya 9 girtîgehan xwarin têrê nake, nebaş e û di hin rewşan de nayê xwarin. Girtiyên ku dixwazin ji kantînê xwarinê bikirin ji ber bihayên zêde nikarin û girtiyên rewşa wan a darayî nebaş e destûr nayê dayîn ku pêdiviyên wan ji hêla girtiyên din ve bên dabînkirin. Ji aliyekî din ve hat tespîtkirin ku li gelek girtîgehên ku hatine ziyaretkirin, qurs, atolye, werzîş û hwd. ku ji ber pandemiyê hatine qedexekirin, hîn jî qedexe ne. Girtî di bin tecrîdeke giran de ne û mafên wan ên civakî tên binpêkirin.”

‘Berdana girtiyan tê derengxistin’

Halîl Kaya anî ziman ku bi hinceta “binesaziya xerab” destûr nayê dayîn ku girtiyan lêgerîna bidîmen bikin û da zanîn ku ev maf bi awayekî azad ji girtiyên edlî re tê dayîn. Halîl Kaya diyar kir ku li van girtîgehan, mehê çend caran lêgerîn li hucreyan tê kirin û ev tişt got: “Ev lêgerîn ji armanca xwe derbas bûne, di encamê de odeyên girtiyan hatine talankirin, di dema lêgerînan de dîsîplîna leşkerî hatiye sepandin û berdan hatine derengxistin. Ev derengxistin bi hincetên wekî neterikandina rêxistinê, ne guncavbûna ji bo berdanê û meyla kirina sûcan tên kirin.”

Xwestekên xwe rêz kirin

Halîl Kaya diyar kir ku li hemû girtîgehên ku hatine ziyaretkirin, welatiyên ne Tirk ên girtî bê çavkaniyên darayî ne û nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn bicîh bînin. Halîl Kaya pirsgirêkên din ên ku rastî wan hatine wiha rêz kir:

*Ji ber ku temenê Girtîgeha Tîpa L ya Patnosê gelek e û şert û mercên girtîgehê ji bo jiyana girtiyan ne guncav in, divê Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Patnosê tavilê were girtin.

*Bi berçavgirtina qanûnên yasayî û navneteweyî ligel prensîbên gerdûnî yên hiqûqê, pêwîst e ku dawî li pêkanîn û kiryarên rêveberî û personelên girtîgehê yên ku dibin sedema binpêkirina qedexeya îşkenceyê, mafê tenduristî û dermankirinê, mafê azadî û ewlehiya kesane, azadiya ragihandinê û azadiya derbirînê bên bicîhanîn.

*Wekî ku di raporê de tê dîtin, mafên mirovan ên herî bingehîn ên girtiyan jî hatine rawestandin û tecrîda li ser girtiyan gihîştiye asta herî bilind. Divê mafên telefonê bêtir ji girtiyan re werin dayîn û divê bikaribin bi her kesê ku di lîsteya mêvanan de ye bi telefonê biaxivin.

*Ji bo ku girtî bikaribin di şert û mercên girtîgehê de civakî bibin, di dema cezayên xwe de ji têkiliyên civakî neyên qutkirin û ji bo tenduristiya wan a laşî û derûnî çalakiyên li cîhên hevpar pir girîng in. Girtî, taybetî jî yên ku di girtîgehên ewlehiya bilind de ne, divê ji bo tenduristiya xwe ya laşî û derûnî nekevin bin tecrîda civakî ya dirêj an bêdawî. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê diyar kiriye ku tecrîda tevahî ya hestî û tecrîda tevahî ya civakî kesayetiyê hilweşîne û cureyek muameleya nemirovane pêk tîne ku ji ber ewlehiyê an sedemên din nayê rewakirin. Pêdivî ye ku careke din girîngiya çalakiyên civakî were tekez kirin.

*Ji bo ku girtî bikaribin bi cîhana derve re têkilî daynin û pêşketinan bişopînin weşanên periyodîk û neperiyodîk di nav rêbazên herî girîng ên ragihandinê de ne. Girtî dikarin bi rêya pirtûkan di gelek waran de xwe pêş bixin û bi rêya rojname û kovaran pêşketinên di civakê de bişopînin. Ev yek dibe alîkar ku bandorên tecrîdê li ser girtiyan heta radeyekê kêm bibin. Lêbelê, ji ber sînorkirinên li ser pirtûkan û qedexeyên li ser kovar û rojnameyan di girtîgehan de girtî nikarin ji azadiya îfadeyê, azadiya gihîştina agahdarî û ramanan û mafê wergirtina nûçeyan sûd werbigirin. Divê ev pêkanîn bi dawî bibin, divê kotaya pirtûkan ji bo girtiyan were rakirin û divê kovar, rojname û kanalên TVyê yên ku bi qanûnî destûr in, tavilê di çarçoveya mafê wan ê ragihandinê de ji girtiyan re werin dayîn.

* Berdewamiya ragirtina girtiyên ku pir giran nexweş in û nikarin di şert û mercên girtîgehê de bimînin û astengiyên li pêşiya dermankirinê, li dijî qanûnên neteweyî û peymanên navneteweyî ne. Ji ber sînordarkirina gihîştina dermankirina bijîşkî, ev yek binpêkirina mafê jiyanê ne. Divê Wezareta Dadê erkên xwe yên erênî bicîh bîne, gihîştina tenduristiyê ya girtiyan misoger bike, ji bo girtiyên ku şert û mercên girtîgehê ji bo wan ne guncaw in çareseriyên alternatîf peyda bike, an jî gavên pêwîst bavêje. Divê cezayên girtiyên nexweş ji ber rewşa tenduristiya wan paşde bixe anjî taloq bike.

* “Rêziknameya Navendên Çavdêrîkirin û Dabeşkirinê û Nirxandina Mehkûman” ku li dijî qanûnê ye, desthilata bêsînor dide rêveberiyên girtîgehan ku biryarên keyfî li dijî girtiyan bidin. Wekî ku li jor hate gotin, eşkere ye ku rêveberiyên girtîgehan dest bi îstismara desthilatên ku bi rêziknameya nû ji wan re hatine dayîn, kirine. Ji ber vê yekê em banga xwe ya ji bo betalkirina rêziknameya têkildar û sînordarkirina desthilatên desteyên çavdêriya girtîgehan an jî ji holê rakirina tevahî ya vê pratîkê dubare dikin.

 

 

Etîket: Baroya WanêMATUHAY-DERODEYA BİJÎJKAN A WAN-COLEMÊRGÊOHDrapora girtîgehanSESTÎHV
FacebookTweet

Nûçeyên Din

‘Dem dema avakirina aştiyeke erênî ye’

‘Dem dema avakirina aştiyeke erênî ye’

10 KANÛN 2025
Panela ‘Kurd, di xebatên derûnnasiyê de’ hat lidarxistin 

Panela ‘Kurd, di xebatên derûnnasiyê de’ hat lidarxistin 

6 KANÛN 2025
Sekreterê Baroya Wanê: Serdana Îmraliyê qonaxeke girîng îfade dike

Sekreterê Baroya Wanê: Serdana Îmraliyê qonaxeke girîng îfade dike

24 MIJDAR 2025
‘Hesasiyet û zexta civakê lêpirsîna Rojînê anî vê merhaleyê’

‘Hesasiyet û zexta civakê lêpirsîna Rojînê anî vê merhaleyê’

23 MIJDAR 2025
Bi panelê bal kişandin ser tedawiya nexweşiya penceşêrê

Bi panelê bal kişandin ser tedawiya nexweşiya penceşêrê

7 MIJDAR 2025
Li Girtîgeha Erzînganê li ser girtiyan zext tên kirin: Zilm û îşkencê bi dawî bikin

Li Girtîgeha Erzînganê li ser girtiyan zext tên kirin: Zilm û îşkencê bi dawî bikin

4 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (184)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne