• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Hewlêrê êrişî Refîneya Lanaz hate kirin

    Li Hewlêrê êrişî Refîneya Lanaz hate kirin

    Xelatên pêşbirka çîrokên jinan a Rojîn Kabaîş hatin dayîn

    Xelatên pêşbirka çîrokên jinan a Rojîn Kabaîş hatin dayîn

    Li çar navçeyên Stenbolê agirê Newrozê geş bû

    Li çar navçeyên Stenbolê agirê Newrozê geş bû

    Newroz Colemêrgê taloqî 24ê Adarê hate kirin

    Newroz Colemêrgê taloqî 24ê Adarê hate kirin

    Şandeya Bakur sersaxî ji malbata Salih Muslim xwest

    Şandeya Bakur sersaxî ji malbata Salih Muslim xwest

    Şandeya Bakur li Kobanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat pêşwazîkirin            

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Hewlêrê êrişî Refîneya Lanaz hate kirin

    Li Hewlêrê êrişî Refîneya Lanaz hate kirin

    Xelatên pêşbirka çîrokên jinan a Rojîn Kabaîş hatin dayîn

    Xelatên pêşbirka çîrokên jinan a Rojîn Kabaîş hatin dayîn

    Li çar navçeyên Stenbolê agirê Newrozê geş bû

    Li çar navçeyên Stenbolê agirê Newrozê geş bû

    Newroz Colemêrgê taloqî 24ê Adarê hate kirin

    Newroz Colemêrgê taloqî 24ê Adarê hate kirin

    Şandeya Bakur sersaxî ji malbata Salih Muslim xwest

    Şandeya Bakur sersaxî ji malbata Salih Muslim xwest

    Şandeya Bakur li Kobanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat pêşwazîkirin            

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rapora DEM Partiyê ya binpêkirinên mafan: Zext zêde bûn

Navenda Nûçeyan / AW

13 KANÛN 2024 - 14:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Navenda Nûçeyan – Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku di nava salê de 3 hezar û 128 DEM Partiyî hatine binçavkirin, ji van 409 jê hatine girtin.

 

Hevberdevkên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevda Çelîk Ozbîngol û Ozturk Turkdogan bi boneya Hefteya Mafên Mirovan rapora binpêkirinan parve kir. Rapor, li Navenda Giştî ya partiyê hate eşkerekirin.

Ewilî Sevda Çelîk Ozbîngol axivî û got ku li gel êrişên fizîkî yên ser avahî û endamên partiya wan, tacîzên darazê yên neheq ên li dijî endamên wan û qedexeyên bênavber ên li Kurdistanê di sala 2024’an de herî kêm ji sedî 50 zêde bûne.

Herî kêm 3 hezar û 128 kes hatin binçavkirin

Sevda Çelîk Ozbîngol, da zanîn ku ji Kanûna 2023yan heta niha di encama operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî partiya wan, pêkhateyên partiyê û rêxistinên muxalefeta civakî de herî kêm 948 kes hatin binçavkirin û ji van herî kêm 632 kes hatine girtin. Bi domdarî hate gotin ku ji Kanûna 2023yan heta 10ê Kanûna 2024an herî kêm 256 xebatkar û rêveberên wan hatine binçavkirin û ji wan 50 jê hatine girtin; di dîroka navborî de di êrişên ser çalakî û xwepêşandanên partiya wan de herî kêm 3 hezar û 128 kes hatine binçavkirin û ji wan 409 jê hatine girtin; di êrişên li dijî çalakiyên partiya me de 564 kesên ji muxalefeta civakî hatine binçavkirin û ji wan ji bo 173’yan biryara girtinê hatiye dayin.

Ji ber axaftina bi kurdî mîkrofon hatine girtin

Bi domdarî Sevda Çelîk Ozbîngol da zanîn ku piştî hilbijartina 31’ê Adara 2023’yan li 8 şaredariyên wan qeyûm hatine tayînkirin; di sala 2024’an de navenda giştî jî di nav de 9 êrişên fîzîkî ser avahiyên wan hatine kirin; 4 êrişên fîzîkî jî di dema lêgerîn û mudaxileyên hêzên ewlekariyê de hatine kirin; li ser kursiya Meclisê 2 caran êrişên fîzîkî ser wekîlan hatine kirin û gelek caran ji ber axaftina bi kurdî mîkrofon hatine girtin.

Li Wanê 94 çalakî hatin qedexekirin

Sevda Çelîk Ozbîngol, da zanîn ku di sala 2024’an de li Wanê 94 caran ji bo çalakî û xwepêşandanan biryarên qedexeyê hatine dayin û li gorî daneyên ÎHD’ê mudaxileyî 358 çalakiyên aştiyane hatine kirin.

Di mudaxileya çalakiyên “Meşa Azadiyê” de herî kêm 81 kes hatin binçavkirin

Sevda Çelîk Ozbîngol, diyar kir ku ji bo mitînga wan “Meşa Azadiyê” ya di 13’ê Cotmehê ya li Amedê 8 caran biryara qedexeyê hatiye dayin; di mudaxileya li dijî çalakiyên ên li Amed, Wan, Qers û Rihayê de herî kêm 81 kes hatine binçavkirin.

Doza Kobanê bi bîr xist

Bi domdarî Sevda Çelîk Ozbîngol bal kişand ser Doza Kobanê û cezayên li siyasetmedaran hatine birîn bi bîr xist. Her wiha tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Colemêrg, Esenyurt a Stenbolê, Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariyên Êlih û Xelfetî ya Rihayê û Miks a Wanê hat bibîrxistin.

Li girtîgehan maf tên binpêkirin

Sevda Çelîk Ozbîngol, da zanîn ku yek ji navendên binpêkirina mafan jî girtîgeh in û got ku di encama serdanên wan ên zêdetirî 100 girtîgehan de tespîtkirine ku mafên jiyanê, tendristiyê, berdana bişert tên binpêkirin û daxwaza sewqkirinê ya girtiyan tên redkirin. Sevda Çelîk Ozbîngol, bi lêv kir ku wan 794 caran pêşnûmepirs û pêşnûmeyên lêkolînê dane Meclisê; serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan dane; çûne serdana nêzî 300 girtiyan; bi sedan caran bi rêveberiyên girtîgehan re li ser telefonê yan jî rû bi rû hevdîtin hatine kirin; komîsyona wan herî kêm 2 caran rapor amade kiriye.

Tecrîda li Îmraliyê

Sevda Çelîk Ozbîngol, got ku yek ji rapora wan jî têkildarî tecrîda li Girtîgeha îmraliyê de bû û ev tişt anî ziman: “Bi taybet jî ji bo bidawîkirina binpêkirinên mafan û çareserkirina pirsgirêkên li girtîgehan mer serlêdan kirin û me xwest tecrîd were bidawîkirin. Komîsyona me vê pêvajoyê dişopîne.”

‘Hewceye vê sedsalê bi aştî û demokrasiyê bidomîne’

Ozturk Turkdogan jî got kul Tirkiye di îdeolojiya fermî de israr dike lê hewceye vê sedsalê bi aştî û demokrasiyê bidomîne. Turkdogan, got ku li Tirkiyeyê di hiqûqê de cihêkarî tê kirin û rêya bidawîkrina vê rewşê jî demokratîkbûn e.

Divê daxwaza hevdîtina bi birêz Ocalan re demildest bê qebûlkirin

Turkdogan, diyar kir kul Tirkiye mecbûr e pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bike. Turkdogan, serlêdanên partiya wan ên ji bo çûna Îmraliyê bi bîr xist û got: “Divê daxwaza hevdîtina bi birêz Ocalan re demildest bê qebûlkirin û çareseriyeke rasteqîn dest pê bike. Divê Tirkiye teqez û demildest tecrîda li Îmraliyê bi dawî bike.”

Etîket: DEM PartîOzturk TurkdoganRapora binpêkirinên mafanSevda Çelîk Ozbîngoltecrid
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Heyetek ji Bakur dê tev li merasîma cenazeyê Salih Muslim bibe

Heyetek ji Bakur dê tev li merasîma cenazeyê Salih Muslim bibe

12 ADAR 2026
Tîryakî: Li Tirkiyeyê pêwistî bi reforma rêveberiyên xwecihî heye

Tîryakî: Li Tirkiyeyê pêwistî bi reforma rêveberiyên xwecihî heye

12 ADAR 2026
Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

Meclisa Jinan a DEM Partiyê xwest ku rapora Dîlan Karamanê paşve bê kişandin

11 ADAR 2026
DEM Partî: Vera krîzanê mîyanneteweyî vengdayîşê 27ê sibate rayîrêko newe akerd

DEM Partî: Levent Gultekîn wek trolên dîn û har tevdigere

11 ADAR 2026
Heyetê Rayberîya Merkezî yê DEM Partî kom bi

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

11 ADAR 2026
Li Manisayê ‘Sifreya piştevaniya jinan’ hat danîn

Li Manisayê ‘Sifreya piştevaniya jinan’ hat danîn

7 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çapemeniya azad stûnek xwe winda kir: Osman Kiliç wek akademiya ragihandinê bû

    Çapemeniya azad stûnek xwe winda kir: Osman Kiliç wek akademiya ragihandinê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Bakurê Kurdistanê derbasî Kobanê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xebatkarê çanda Kurdî Evdirehman Zal koça dawî kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şîrîn Altay: Atmosfera aştiyê ya li derve di girtîgehan de tune ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurdên li Rojhilat di şertên şer de pêşwaziya Newrozê dikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Newroza Amedê silava dawî ya hunermendekî mezin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîroka herî biêş ya Helebceyê: Zarokên winda

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 14ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ehmed Huseynî li Îzmîrê hat bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (545)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne