Navenda Nûçeyan – Saziya Mafên Mirovan a Hengawê rapora xwe ya salane ya 2025an parve kir. Li gorî raporê, sala 2025an ji bo mafên mirovan li Îranê bûye “sala reş” û darvekirin du qat zêde bûne, tundiya li dijî jinan gihîştiye asteke metirsîdar.
Saziya Mafên Mirovan a Hengawê bi raporek ango daneyên salekê ya berfireh, rewşa mafên mirovan a sala 2025an li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir. Rapor nîşan dide ku piştî alozî û şerê 12 rojî yê navbera Îran û Îsraîlê, asta binpêkirinên mafên mirovan, bi taybetî darvekirin û kuştinên derveyî dadgehê, zêde bûye.
Rekora darvekirinan hat şikandin
Xala herî girîng di raporê de hejmara darvekirinan e. Di sala 2025an de hezar û 858 girtî hatine darvekirin. Ev hejmar li gorî sala 2024an (909 darvekirin) zêdetirî ji sedî sed zêde bûye. Di nav darvekirinan de herî kêm 55 jin û zarokek heye.
Kurd bi ‘dijminatiya Xwedê’ tên darvekirin!
Di sala 2025an de, bi dehan çalakvanên Kurd bi idiayên wekî “endamtiya partiyên Kurdî” û “dijminatiya Xwedê” li girtîgehên wekî Urmiye, Sine û Kerecê hatin darvekirin. Bi taybetî çalakvanên Kurd, Belûc û yên ku beşdarî xwepêşandanên dijî hikûmetê bûne, bi îdiayên wekî dijminatiya Xwedê hatine îdamkirin. 81 girtî bi awayekî veşartî û 11 girtî li ber çavê raya giştî hatine darvekirin.
Tundîya dewletê û reşandina guleyan
Hêzên hikûmetî di sala 2025an de bi rasterast 74 hevwelatiyên sivîl kuştine. Piraniya van kuştinan li herêma Belûçistanê pêk hatine. Her wiha li girtîgehan jî rewş xirabtir bûye; 59 girtiyan jiyana xwe ji dest dane ku 7 ji wan di bin îşkenceyê de hatine kuştin. Piraniya van girtiyên ku jiyana xwe ji dest dane Kurd in.

Tundiya li dijî jinan
Rapor balê dikişîne ser birîna civakî ya mezin. Di sala 2025an de herî kêm 207 jin hatine kuştin. 31 jin bi hinceta “namûsê” hatine kuştin. Gelek jin ji ber redkirina daxwaza zewacê an daxwaza hevberdanê hatine kuştin.
Zextên li ser çalakvanan
Di sala 2025an de hezar û 552 kes bi hincetên siyasî û olî hatine girtin. Ji van girtiyan ji sedî 47 Kurd in. Her wiha 48 zarokên di bin 18 saliyê de hatine girtin. 454 çalakvan bi giştî bi hezar û 766 sal girtîgeh û 728 derbên qamçiyan hatine mehkûmkirin.
Kuştina kolberan
Di sala 2025an de 59 kolberên Kurd bi êrişên pasdaran re rû bi rû man e. 25 kolber jiyana xwe ji dest dan, 34 kolber jî birîndar bûn. Her wiha 20 kolber ji ber teqemeniyan jiyana xwe ji dest da û 25 kolber jî birindar bûn.
Banga navneteweyî
Çalakvanên mafên mirovan bang dikin ku civata navneteweyî li dijî “pêla darvekirinê” bêdeng nemîne. Tê diyarkirin ku piraniya van darvekirinan piştî îşkenceyên giran û bêyî parêzer, di dadgehên ne dadperwer de hatine birîn.
Li gorî agahiyên dawî yên ji saziyên mafên mirovan wekî Hengaw û Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, di destpêka sala 2026an de hejmareke zêde ya girtiyên Kurd di girtîgehên cuda yên Îranê de bi taybetî li Urmiye, Sine û girtîgeha Evîn a Tehranê di bin xetereya darvekirinê de ne.
Bangawaziya Hengawê
Saziya Hengawê di encama raporê de diyar dike ku rejîma Îranê bi hinceta “ewlehiyê” û “şer”, erişên xwe gihandiye asteke sîstematîk. Hengawê bang li civaka navdewletî kir ku li dijî vê pêla darvekirinan û binpêkirina mafên neteweyên din bêdeng nemînin.













