Malbata Endamê HPGê Ferhat Tunç ji serê sibê ve li bendê yê rayederek Nexweşxaneya Mêrdînê daxwaznameya wan bigire.
Endamê HPGê Ferhat Tunç (Xebat Goyî) ku 2017an li navçeya Berwarî ya Sêrtê herêma Çiyayê Pîro jiyana xwe ji dest dabû. Piştî 8 salan ji bo cenazeyê wî bidin malbatê Saziya Tipa Edlî ya Mêrdînê li malbatê geriya û gotin werin cenazeyê xwe bibin.
Îro serê sibê malbat çû Mêrdînê û ji bo cenaze wergire dixwaze serî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mêrdînê bide. Lê ji serê sibê heya niha tu rayedarên nexweşxaneyê daxwaznameya malbatê ji destê malbatê nagirin.