Di şert û mercên modernîteya kapîtalîst de peyva entegrasyonê tenê wekî kodên tekperest, zexta li dijî gel û netewan û ji holê rakirina nasnameyan tê binavkirin. Polîtîkayên modela netew dewletan li ser esasê “tepisandina cudahiyan” hatibû avakirin. Diyalektîka kapîtalîst a efendî-kole, di şert û mercên netew dewletê de netewên serdest û bindest derxistibûn holê.
Têgeha Rêber Ocalan a “Entegrasyona Pozîtîf” li dijî diyalektîka efendî-kole, serdestî-bindestî û ji holê rakirina gel, bawerî, çand, ziman û nasnameyan a pergala kapîtalîst, parastina hemû nirxên mirovahî, civakî û çandî dike. Bi vê têgehê, êdî gengaze ku hemû gel û netew bi hebûna sazî û statuyên xwe yên demokratîk bi hev re bijîn.
Paradîgmaya Rêber Ocalan li dijî modela netew-dewletê ya modernîteya kapîtalîst, modela netewa demokratîk a modernîteya demokrarîk pêşniyar dike. Di modela netewa demokratîk de, yekîtiya siyasî ne bi rêya rêveberiyeke navendî ya yekane, lê bi rêya torên demokratîk ên ku bi îradeya gel bi xwe hatine avakirin, pêk tê. Entegrasyona pozîtîf tevna girêdana van toran pêk tîne. Ango, her netew û bawerî dikarin bi saziyên demokratîk hem tev li xebatên siyasî bibin hem jî cudahiyên xwe biparêzin.
Polîtîkayên entegrasyonê yên netew dewletê li ser esasên yek dewlet, yek netew, yek ziman, yek çand û hwd. ava dibe. Ev tê wateya entegrasyona negatîf. Her wiha bi vê têgehê re êrîş, zext, şer û qetlîam li dijî netewên cuda zêdebûn. Gel û netewên ku xwestin hebûna xwe biparêzin, ji derveyî polîtîkayên nû hatin hiştin û tune hatin hesibandin. Entegrasyona pozîtîf jî berevajiya van polîtîkayan tevdigere. Lewre nûnertiya her netew û baweriyan di nava sazî û statuyên demokratîk de cihê xwe digire û ne bi zorê lê bi dilxwaziyekê her kes cihê xwe digire.
Ev nêzîkatî ji bona hemû cudahiyan derbasdar e. Jin, zarok, kesayet, beşên bawerî û civakî di nava modela netewa demokratîk ango entegrasyona pozîtîf de cihê xwe digirin. Rêber Ocalan ji bona vê paradîgmaya xwe li ser esasê azadiya jinê û civaka ekolojîk ava kir. Lewre yekitiya demokratîk, bi qasî ku hemû têgeh û têgînên negatîf qebûl neke, dikare bê domandin.
Aliyek girîng a entegrasyona pozîtîf xwe di warên ewlehî û aborî de nîşan dide. Gelên cuda dikarin mekanîzmayên parastinê yên hevpar ava bikin û di heman demê de xweseriya xwe ya navxweyî biparêzin. Di aboriyê de, belavkirina dadperwer a çavkaniyan li ser bingeha prensîba beşdariya wekhev e. Bi gotineke din, hêz li navendê nayê kom kirin; ew ji asta herêmî ve tê parvekirin.
Ev rewş di şert û mercên Kurdistanê û Rojhilata Navîn de gelek girîng û watedar e. Ev herêma mezin û qedîm bi sedsalana ji aliyê destwerdana biyanî, pevçûnên etnîkî û zordariya dewletparêziyê ve hatiye dabeşkirin. Di vê hawira ku hemû nirxên gel û civakê hatiye perçekirin de entegrasyona pozîtîf, îradeyek nû derdixîne holê. Lewre civak hem dikare xwe biparêze hem jî karên siyasî, aborî, dîplomatîk û hwd. pêk bîne. Ev rewş ne tenê projeyek siyasî ye; di heman demê de pêşniyarek ji bo peymanek civakî ye.
Gelek dibêjin ku pergalek piralî di pratîkê de metirsiya hilweşînê çêdike û yekitî bêyî pergalek hevpar a dewletekê nikare were domandin. Lê, li dijî van gotina Rêber Ocalan bi şûna yekitiya zorê ya dewletê bi yekitiya dilxwazî ya civakê bersivê dide van nerazîbûnan. Li gorî Rêber Ocalan, yekitiya mecbûrî pevçûnê paş dixe lê yekitiya dilxwazî bingeha pevçûnê ji holê radike.
Mînakên federasyon û konfederasyonên demokratîk ên pirneteweyî yên li gelek deverên cîhanê nîşan didin ku entegrasyona pozîtîf gengaze ku were avakirin. Pergala kantonî ya Swîsreyê, modela xwerêveberiyê ya li Rojava, modela Îskoçya, Galler, Bask û Katalonyayê ji bona vê fikrê mînak in.
Di encamê de fikra entegrasyona pozîtîf ji hilbijartinek îdeolojîk zêdetir xetek etîk û polîtîk dide avakirin. Ev model li ser bingeha wekhevî, rêzgirtina cudahiyan û mafê mirovan hatiye avakirin. Ev fikir, hemû êşên dîrokî dikare derman bike. Li şûna ku bi zorê tekperestî ava bibe, di şert û mercên entegrasyona pozîtîf de banga yekitiya azadî û demokratîk tê kirin. Ji ber wê jî di her şert û mercan de yekitî hêz e.