Rejîma Îranê di meha tebaxê de 197 kes darve kirin. Kampanya ‘Sêşemên ji Darvekirinan re Na’ diyar kir ku di tebaxê de 197 kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin.
Kampanya ‘Sêşemên ji Darvekirinan re Na’ di 83’yemîn heftiya xwe de li dijî cezayê darvekirinê yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de diyar kir ku di nava vê mehê de 197 kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin. Kampanyayê da zanîn ku li hemû bajar û navçeyên Îranê cezayên darvekirinê tên dayîn û ev agahî parve kirin: “Hikûmeta Îranê dixwaze bi rêya darvekirinan û asayîkirina tûndiyê civakê bixe nava tirsê de. Darvekirin ne rêya çareseriyê ye û binpêkirineke eşkere ya mafên mirove.
Kampanyaya “Sêşemên ji Darvekirinê re Na” di 9ê Çileya 2023an de wek nerazîbûnek li dijî darvekirina girtiyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hate damezrandin, her roja Sêşemê endamên kampanyayê dest bi çalakiya birçîbûnê dikin.