Rejîma Îranê, Muhammed Amîn Bîglarî û Şahîn Vaheparast ên di çalakiyên meha Sibatê de hatibûn girtin, darve kir.
Ajansa Nûçeyan a Mîzanê ya li Îranê ragihand ku rejîma Îranê ciwanên bi navên Muhammed Emîn Bîglarî û Şahîn Vaheparast îro serê sibê li girtîgeha li dihatin ragirtin hatine darvekirin.
Ciwanên bi hinceta tevlibûna çalakiyên meha Sibatê hatin girtin, bi îdiayên “êrişa li dijî baregeha leşkerî ya nepen” û “tev li texrîbkirin û şewitandina van cihan bûye” cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn.
Doza her du ciwanan li Şaxa 15an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ya bi serokatiya Abolghasem Salavatî dihat lidarxistin û di 8ê Sibatê de cezayê darvekirinê lê hat birîn.
Rejîma tengav bûye darvekirinan zêde dike
Rejîma Îranê, di nava hefteya dawî de herî kêm 3 ciwan bi hinceta tevlibûna çalakiyan darve kir. Her wiha di hefteya dawî de 6 aktivîstên ji dosyayên siyasî darve kir. Rejîma tengav bûye li ser civakê dixwaze gefa darvekirinê wek amûreke tirsandinê bi kar bîne û pêşî li xwepêşandana bigire.













