Ajansa Nûçeyan ya Mîzanê ragihand ku li Girtîgeha Qizilhêsarê ya Kerecê du girtiyên siyasî hatine bidarvekirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mîzanê, Akbar Daneşvarkar (60) yê ji Tehranê û Seyyed Muhammad Taghavî (59) yê ji Amollê, li Girtîgeha Qizilhêsarê ya Kerecê bi awayê veşartî hatine bidarvekirin.
Ev her du girtiyên siyasetmedarên ku di sala 2023yan de bi îdiaya endamtiya Rêxistina Mucahîdên Gel û tometa “serhildanê” hatibûn girtin bi cezayê bidarvekirinê hatin cezakirinn. Li gorî nûçeya Ajansa Mîzanê, bi îdîayên “beşdariya di çalakiyên terorî”, “hilberîna madeyên teqîner” û “avakirina komên neqanûnî” hatibûn sûcdarkirin.
Di heman dosyaya ku Daneşvarkar û Taghavî tê de hatine bidarvekirin de 4 girtiyên siyasî yên bi navê Poya Ghobadî Bistunî, Vahîd Banî-Amariyan, Babak Alîpour û Seyyed Abolhassan Montazer jî hene. Rêxistinên mafên mirovan yên wekî HENGAW û DADBANê dan zanîn ku metirsiya bidarvekirinê li ser van 4 girtiyan jî heye û ji bo vê yekê banga hestiyariyê kirin.













