Hêzên rejîma Îranê 3 ciwanên Kurd ên ji bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê binçav kirin. Nehat zanîn ku ciwan birine ku.
Li gorî nûçeya Kolbernewsê, ciwanên Kurd ên bi navê Xalid Muhammediyan, Emîn Bazyan (22) û Weysî Xafûrî (25) ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin û ew birine cihekî nediyar. Nehat zanîn ku ev 3 ciwanên hatin binçavkirin birine ku.
Di nava çend rojên dawîn de li Pîranşarê 6 kes hatine binçavkirin û di meha Mijdarê de jî 45 welatiyên Kurd li bajarên cuda ji aliyê hêzên Îranê hatin binçavkirin.