Rejîma Îranê di navbera 28ê Sibatê û 5ê Nîsanê de 4 hezar û 169 welatî bi hinceta, ‘sîxûrtiyê’ girtin. Hate ragihandin ku yekîneyên taybet li kolanên Tehran û bajarên mezin bi wesayîtên ku xwedî “scannerên sînyalê” ne digerin da ku sînyalên Starlink û pêlên radyo yên neyasayî tespît bikin.
Şerê Îsraîl-DYA û Îranê di roja 37an de didome. Rejîma Îranê şer wekî hinceta tepisandina civakê bikar tîne. Li gorî rapora mehane ya HRANA, tenê di meha Adarê de 4 hezar û169 kes bi hincetên “parvekirina agahiyên şer” an jî “fikir û ramanên li dijî dewletê” hatine girtin.
‘Hezar 700 kes di bin lêpirsîna giran de ne’
Berdevkê Dadweriya Îranê ragihand ku derbarê 200 kesan de îdianame hatine amadekirin, lê saziyên mafên mirovan ên wekî Iran Human Rights/Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO) û Hengawê diyar dikin ku hejmara kesên ku di bin lêpirsîna giran de ne ji hezar û 700î zêdetir e.
Bikaranîna Starlînkê sedema ‘sîxûriyê’ ye
Çavkaniyên herêmî û rêxistinên mafên mirovan destnîşan dikin ku rejîm bi taybetî du mijaran wekî ‘xeta sor’ dibîne. Rejîm amûrên Starlinkê (înterneta peykê) wekî ‘çekên sîxuriyê’ pênase dike.
‘139 firoşkar, 61 karhîner hatin girtin’
Di vê navberê de Midûriyeta Giştî ya Polîsan a Îranê ragihand ku 139 amûrên Starlînk hatine desteser kirin û 46 kes bi boneya firotin û belavkirina van amûran hatine girtin. Li bajarê Yazdê, hesabên bankê yên 61 bikarhênerên Starlînkê hatin girtin.
‘466 kes ji ber parvekirinên medya sanal hatin girtin’
Kesên ku wêne an vîdyoyên cihên bombebarkirî kişandine an jî li ser torên civakî parve kirine, bi “sîxuriya ji bo dijmin” tên tawanbarkirin. Li gorî daneyên rêxistinên mafên mirovan di 24ê Adarê de 466 kes tenê ji ber parvekirinên li ser înternetê hatine girtin.
Li kolanan bi scannerên sînyalê digerin
Yekîneyên taybet li kolanên Tehran û bajarên mezin bi wesayîtên ku xwedî ‘scannerên sînyalê’ ne digerin da ku sînyalên Starlînk û pêlên radyo yên neyasayî tespît bikin.
Lîsteyên spî û birîna înternetê
Bi destpêkirina reş heta niha rejîmê înternet bi tevahî birî. Ligel birîna înternetê rejîm sîstema ‘lîsteya spî’ bi kar tîne. Li gorî vê yekê tenê kesên ku ‘SIM kartên spî’ hene dikarin înternetê bikar bînin. Ev kes jî rayedar, wezîfedar û alîgirên rejîmê û malbatên wan pêk tên.
IRIB dest bi şerê psîkolojîk kir
Çavkaniyên herêmî destnîşan dikin ku rejîma hemû xetên înternetê birîn, bi hinceta ku dîmen û wêneyên baregehên rejîmê dikişînin û ji Îsraîl-DYAyê re dişînin, bi hezaran kes binçavkirin û girtine. Televîzyona Dewletê ya Îranê (IRIB) dest bi weşandina qaşo ‘îtirafên’ wan kesan kir. Di bernameyên televîzyonê de welatiyên hatin binçavkirin û bi îşkenceyê îfade ji wan hatine girtin, tên weşandin. Her wiha ev kes bi angaşta ku dîmenên teqîn, êrişên hewayî û cihên dewletê ji ‘dijminan’ re şandine tên tawanbarkirin.













